NAVENDA NÛÇEYAN - Balkêş bû ku dema polîsan kujer Onûr Gencer ê di Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetilkir, binçav kirin pirsa “Navê te çiye kekê min” pirs kirin.
Dîyaloga dema polîsan kujer Onûr Gencer ê di Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetilkir, binçav kirin ket ber kamereyan. Tê bihîstin ku Gencer ji pirsa polîsan a “Navê te çiye kekê min” bersiva “Onûr Gencer. Ez li Kemalpaşa dixebitîm, min îstîfa kir. Min zirar nedaye tu kesekî, tenê min gule berda kesekê” dide.