Sancar: Civîna me hebû komkujî hatibû plankirin

  • rojane
  • 17:43 17 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku êrişa li dijî avahiya partiya wî ya Îzmîrê di dema civîneke wan ku betal kirine de pêk hatiye û ev tişt got: “Lİ vir plan vekirî ye. Tişta hatiye xwestin komkujî ye. Em van planên komkujiyan ji nêz ve nas dikin.”
 
 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Navenda Giştî ya HDP’ê bi komeke rêveberên partiya xwe re derbarê êrişa ku li Îzmîrê li dijî avahiya partiya wan a bajar pêk hat û endama partiya wan Denîz Poyraz hat qetilkirin de daxuyanî da. 
 
PLAN KOMKUJÎ YE
 
Daxuyaniya Sancar bi kurtasî wiha ye:
“Li dijî avahiya me ya Îzmîrê êrişeke bi alçaxî pêk hatiye û xwişka me Denîz Poyraz jiyana xwe ji dest daye. Ev êrişeke alçaxî ye lê li ber çavan pêk hatiye. Divê ez vê vekirî bibêjim, li vir tenê kesek bê ser û ber nehatiye qetilkirin û planeke bisînor tune ye. Li Rêxistina me ya Bajar a Îzmîrê, di saeta ku êriş pêk hat civîneke me ya rêveberiyê ya bi 40 kesî hebû. Ji ber hin sedemên lezgîn civîna me hat taloqkirin. Li vir plan zelal e. Tişta hatiye xwestin komkujî ye. Em planên vê komkujiyê ji nêz ve nas dikin. Kujer hedef negirtiye û bê ser û ber guleyan reşandiye. Xwestiye kî hebe bikuje. Ev di heman demê de provakasyon e. Divê herkes bibîne ku ev provakasyoneke talûke ye. 
 
ARMANC BÊDENGKIRIN E
 
Bi mehan em dibêjin, ev desthilat ji aloziyê xwedî dibe û hewl dide muxalefeta demokratîk bi gef û şantajê bêdeng bike. Hewl didin her rêbazî HDP’ê bêdeng bikin. Doza Kobanê ji bo vê ye. Dîsa doza girtinê jî ji bo vê armancê ye. Kesên ku bi siyaset û hiqûqê nikarin bi me re serî derxin niha kujerên xwe yên çekdar kirine dewrê. Avahiya me ya Îzmîrê sal û nîveke di bin dorpêçê de ye. Ji gelek derdoran provakatoran dişînin wir. Êrîşkar di destê wî de çek dikeve avahiya me û bi sedan polis wî ji nedîtî ve tên û rê didinê. Em ê bi rêya hiqûqê hesabê vê bipirsin û hemû provakasyonan vala derbixin. 
 
HEDEF NE TENÊ HDP YE
 
Hedefa êrişa ku pêk hatiye ne tenê HDP ye. Divê ev bê dîtin û bê ziman. Êşa me mezin e lê hirs û biryardarbûna me jî bi qasî êşa me teqez e. HDP ewlehiya herî mezin a aştî û pêşeroja welat e. Em ê li bîranîna Denîz xwedî derkevin û li dijî qetilkirina wê bi awayekî bilind dengê xwe derbixin. Li vir bangeke me ya vekirî heye; hemû kesên ku li aliyê demokrasî, aştî û edaletê ne divê li dora HDP’ê bibin xelek. Xelekbûna li dora HDP’ê xwedî derketina ciwan û kedkaran û parastina siyaseta demokratîk e. Em hemû serokên partiyên li meclisê û ne li meclisê di demeke kurt de bên gel hev û bi hev re nirxandinek bikin. Li dijî vê plana qirêj û tarî helwesteke hevpar nîşanî gelên Tikriyeyê bidin. 
 
QETILKIRINA DENÎZ ÊRIŞA LI DIJÎ ME HEMÛYAN E
 
Bi rastî jî êşa me mezin e. Xwişka me ya Denîz hevaleke me ya ciwan e. Ev demeke alîkariya dayika xwe ku li avahiya me ya Îzmîrê dixebite û niha nexweş e dike. Ji navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ye. Qetilkirina Denîz ne cinayet komkujî ye. Qetilkirina Denîz êrişa li dijî me hemûyan e. Denîza xweşewîst em soz didin te ku em ê têkoşîna te ya xweşik bidomînin. Em soz didin te ku em ê hesreta te ya jiyana demokratîk pêk bînin û aştiyê bînin. 
 
Gotina xwişka min a hêja Rakel Dînk bi hemû bandora xwe weke rastiyê li hemberî me ye; feraseta ku ji taritiyê kujeran hildiberîne li ser kar e, sekinandina vê ferasete peywira me ya rûmetê û berpirsyariya me ye. Wê HDP vê berpirsyariya xwe bi hemû hêzên demokrasiye re teqez pêk bîne. 
 
WÊ HEZAR DENÎZ BÊN
 
Niha Hevseroka min a hêja Pervîn Bûldan ji Stenbolê diçe Îzmîrê. Parlamenter, endamên MYK û PM’ê li Îzmîrê li hev kom dibin. Me li vir Navekda Koordînasyonê ava kir. Em hemû agahiyên ku tên li vir dinirxînin. Bi Îzmîr û hemû rêxistinên xwe re têkiliyên xwe bi awayekî rêk û pêk didomînin. Wê sibê merasîma cenaze pêk bê. Ez ê bi hevalên xwe re ji bo tevlî merasîmê bibim derbasî Îzmîrê bibim. Ne em bila gotina dawîn dayika hevala me Denîz bibêje. Niha gotina wê ji we re ragihînin. Denîzek çû wê hezar Denîz bên.”
 
 

Sernavên din

19/06/2021
18:35 Piştî mîtîngê polîsan mudaxileyî jinan kir: 6 jin hatin binçavkirin
18:23 Îfadeya kesên ku Gencer piştî êrîşê pêwendî bi wan re daniye nehat girtin
17:09 Dayika Rahşan Demîrel: Sekna dayikên Kurd wê kela zilmê hilweşîne
17:08 Rogers Waters ji bo hunermend Nûdem bang kir
16:47 Jinên tevlî mîtîngê bûn: Em rêxistina xweparastinê ava bikin
16:32 Protestokirina qetilkirina Poyraz didome: Berpirsiyar îqtidar e
15:52 Li Stenbolê erdhej çêbû
15:48 Rahşan Anter a çû şîna Poyroz: Ev têkoşîn naqede
15:33 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kongreya xwe pêk anî
14:48 Ji bo girtiyên nexweş Guler û Erbag banga berdanê kirin
14:47 Denîz Poyraz li gundê ku lê hatibû dinê hat bibîranîn
14:20 Li Êlihê polîsan mudaxileyî daxuyanî kir: Hevşaredar Mehmet Demîr hat îşkencekirin
14:13 Wêneyê Denîz Poyraz bi sûrên Amedê ve kirin
13:48 Mitînga jinan a li Stenbolê dest pê kir: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
13:41 ’27 sal derbas bû, ez hestiyên kurê xwe dixwazim’
13:31 ÎHD û Xizmên Windayan: Faîlan bibînin û bidarizînin
12:31 Şîna Denîz Poyraz danîn
12:03 Tifaqa Kurdistanî: Em ê li hemberî êrişan navber nedin meşa xwe ya azadiyê
11:56 Serokkomarê nû yê Îranê diyar bû
11:22 Komîsyona li dijî tundiya ser jinê ligel kuştina Poyraz jî, civîna xwe dewam kir
10:59 Êrişkarê AKP’a Hênê biraziyê rêveberê AKP’ê ye
10:37 Jin: Em kujerê Denîz nas dikin
10:35 Şêniyên Amedê: Faîlê êrişa li Îzmîrê Erdogan, Soylû û Bahçelî ne
10:11 Li gundê Denîz Poyraz jî wext bihûrî lê zext qet neqediyan
10:04 Deynên qeyûm astengiyek mezin e li ber xizmeta gel
09:41 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 205'emîn de berdewam dike
09:01 Dadgeha Bilind cezayê li Demîrel hatibû birîn xera kir
09:01 Bavê jina ku gotin biqeza miriye: Keça min hat kuştin
09:00 Endamê Heyeta Aştiyê ya li Hewlêrê hat astengkirin: PDK îxanetê dike
09:00 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş ê 81 salî hat redkirin
09:00 Fiyet pir biha bûn, her kes diqilqile
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
18/06/2021
21:10 Îro 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:03 Denîz Poyraz bi qurnefîlan hat definkirin
17:14 Malbatên Girtiyan: Dest ji zilma li zarokên me berdin
16:50 Di ser êrişê re 30 saet derbas bûn: Erdogan û Soylû hêj daxuyanî nedane
16:47 Bi hezaran kes Denîz Poyrazê bi rê dikin
16:27 Baroya Dîlokê: Em ê piştevaniya Malbata Şenyaşar bikin
16:22 Kujer ji bo destê xwe bişo qat bi qat geriyaye
16:20 Li gelek navendan êriş hat şermezarkirin: Denîzek çû wê bi hezaran Denîz rabin
15:54 Gefa 'birîna mûçeyê' li pêşmergeyên çek danîbûn xwarin
15:40 Binê pira ku qeyûm vala hişt bû navenda hişbirê
15:39 Wêneyê Denîz Poyraz bi Keleha Wanê ve kirin
15:36 GOÇ-DER: Êriş li dijî hiqûqa penaberan e
15:32 4’emîn Pakêta Darazê ya AKP'ê pêşkêşî meclisê hat kirin
15:27 Ajokarê teqsiyê yê kujer bir ber HDP'ê: Me her tim ew dibir pêş HDP’ê
15:05 Namzetê MHP’ê yê dewletê xapand jî di nav de 14 kes hatin girtin
14:57 Yuksekdag: Ev bûye weka doza komkujiyê
Kişanak: Denîz ala têkoşîna azadiya jinan e
14:50 CHP û Partiya Gelecekê serdana HDP'ê kirin
14:24 Li Amedê ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Divê herkes li dijî cinayetê xwedî helwest be
14:24 Şandeya KCD û DBP’ê li Dersimê ye: Em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin
14:07 Berteka navneteweyî ya li dijî êrişa ser HDP’ê
13:53 Leşkeran bi ser konên koçeran de girtin: Hûn ji vir neçin em ê konên we bişewitînin
13:52 Wêne û gul danîn cihê ku Poyraz lê hat qetilkirin
13:45 HDP’ê girêdana kujerê Poyraz a bi SADAT’ê re pirsî
13:44 Ahmet Turk: Wê ev îqtidar Tirkiyê ber bi şerê navxweyî ve bibe
13:00 Sebahat Tûncel: Kesên Denîz qetil kirin û kesên banga girtina HDP’ê kirin heman kes in
12:39 Sancar û Bûldan hatin avahiya HDP’a Îzmîrê
12:36 Demîrtaş ji bo Poyraz daxuyanî da: Em kiryaran nas dikin
12:33 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:24 Kujerê Denîz Poyraz hat girtin
12:23 Dîmenek nû yê kujer Gencer derket holê: Bi lepik e û serê xwe xwar kiriye
12:12 Siyasetmedarên jin ên girtî qetilkirina Poyraz nalet kirin
11:58 Malbata Şenyaşar nobeta xwe ya ‘edaletê’ veguhest Dîlokê
11:45 Raportorê AYM’ê xwest îdianameya girtina HDP’ê were qebûlkirin
11:41 Diyaloga di navbera polîs û kujer Gencer de: Navê te çiye kekê min
11:39 Polîsan qeydên kamereyan jê birin
11:24 ‘Tarîtiya ku Berkîn qetil kir, pêşeroja Denîz Poyraz dizî’
11:12 Hat îdiakirin ku jinek li Rêzanê bi guleya polîsan birîndar bûye
10:51 Kenanoglû: Bi xwedî derketina HDP’ê êriş dikarin bên astengkirin
10:42 Polîsan zavayê ku cilên netewî li xwe kiribû binçav kirin
10:35 Kujerê Denîz Poyraz sewqî edliyê kirin
10:27 Ji 12 rêxistinên hiqûqê daxuyanî: Em qatilên Denîz nas dikin!
10:02 Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî: Berpirsyarê êrişa li Îzmîrê îqtidar e
09:51 Denîz Poyraz wê li Buca were definkirin
09:50 Dayik û bavê Deniz Poyraz: Ew Deniza me hemûyan e
09:04 Dayikên Aştiyê bang li PDK’ê kirin: Li şûna Erdogan bi Kurdan re hereket bikin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 204'emîn de berdewam dike
09:04 Ji ber fiyetê êm û kaya heywanên xwe difiroşin
09:04 Guven: Ger em li hundir û hûn jî li derve, em dengê xwe bilind bikin em ê tecrîdê bişikînin
09:04 Li Amedê mêşvanan jî nesîb ji hişkesaliyê girt
09:04 Dayikan bang li Barzanî kir: Ên dimirin kurd in
09:04 Cihoka 3 hezar salî bûye sergo!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'AN
17/06/2021
23:11 Karkerê ket ber makîneya xercê jiyana xwe ji dest da
22:51 Cenazeyê Poyrazê ji ATK'ê wergirtin
22:06 Rapora vekolanê ya cihê bûyerê: Denîz Poyraz bi 6 gulleyan hatiye kuştin
21:12 Dê cenazeyê Poyrazê sibê li Kadîfekaleyê bisipêrin axê
21:03 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Midûriyeta polîsan mehek berê ruxseta çekê daye kujer
19:21 Bûldan li Îzmîrê pirsî: Qesda we ya ji 'ev rojên we yên baş in' ev bû?
18:22 Qatil piştî Denîz Poyraz kuşt wêneyê wê parve kir
18:00 Wêneyên avahiya HDP'ê yên piştî êrîşê
18:00 Ji bo piştevaniyê herikên ber HDP’ê
17:43 Sancar: Civîna me hebû komkujî hatibû plankirin
17:07 TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin
16:59 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
16:53 Li Amedê li dijî tecrîdê çalakî: Heya Ocalan azad nebe em ê bitêkoşin
16:49 ÎHD û TÎHV: Êrîş di avahiyên ku ‘tên parastin’ de pêk tên
16:23 Bersûcên gule berdan Denîz, kesên gotin ‘400 wekîlan bidin in’