WAN - Li Wanê qedexeya çalakî û aktivîteyan a demek dirêj lê dom dike, dîsa ji bo 15 rojan hat dirêjkirin.
Qedexeya çalakî û aktivîteyan a di 21’ê Mijdara 2016’an bi hinceta Rewşa Awarte ya li Wanê hatibû îlankirin, 15 roj din hat dirêjkirin. Bi biryara Walîtiya Wanê her cure meş, xwepêşandan û civînên derve hatin qedexekirin.
Ji bo çalakiyên mîna daxuyaniya çapemenî, çalakiya rûniştin, kampanya îmze, belavkirina belavokan divê destûr bê xwestin û wisa bê kirin.