NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku di sala 2008’an de komek nijadperest bi ser mala Denîz Poyra de girtine û xwestine wê bikujin. Poyraz wê çaxê ji DÎHA’yê re gotiye: “Bi lingên min girtin û xwestin min di şaneşînê de biavêjin.”
Di êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê de Denîz Poyraz ji aliyê qatil Onur Gencer ve hat qetilkirin. Derket hole ku di sala 2008’an de komek nijadperest bi ser mala Poyraz de girtine û êrişê wê kirine. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin, komek nijadperest ên jin bi ser mala Poyraz a li semta Kadîfekaleya Îzmîrê ve girtine û xwestine wê bikujin.
‘XWESTIN MIN DI ŞANEŞÎNÊ DE BIAVÊJIN’
Hat zanîn ku êrişa grûpa nijadperest di 17’ê cotmeha 2008’an de pêk hatiye û kêliya ku Poyraz tenê li mal bûye êriş pêk hatiye. Poyraz tiştên hatine serê wê ji DÎHA’yê re qal kiribû û wiha gotiye: “Grûpek qelebalix jin û zarok jî din av de çêr û heqaret l imin kirin û hatin hundir. Ji min re gotin ‘Kurdên pîs, hûn hemû PKK’yî ne. Em ê nehêlin hûn liv ê taxê bimînin. Bicihimin ji vir biçin, nexwê em ê polîsan bînin û we ji vir biavêjin’. Bi lingên min girtin û xwestin min di şaneşînê de biavêjin.”