Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir

  • rojane
  • 12:11 17 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê xist, li avahiyê xebatkara  HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir. 

Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê xist, wezîfedarek HDP'ê dîl girt û ew qetil kir. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ji Medya Haberê ragihand ku di êrişê de hevalek wan hatiye qetilkirn. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepni jî diyar kir ku kesa hatiye qetilkirin navê wê Denîz e. 
 
Hat zanîn ku kesa hatiye kuştin Denîz Poyraz e û li avahiya HDP'ê xebatkar bûye û bi karê xwarin û paqijiyê re eleqadar e û temenê wê derdora 40 salî ye. 
 
Êrişkarê çarkdar xebatkara partiyê qetil kir û pişt re jî xwest agir bi avahiyê bixe.
 
Piştî bûyer hat bihîstin rêveberên HDP’ê û endamên partiyê herikîn ber avahiya HDP’ê ya li Navçeya Konakê. 
 
Polîs hatin cihê bûyerê û çûn hundirê avahiyê û êrişkar binçav kirin. Êrişkar di bin tevdîrên ewlehiyê de derxistin derve û li maşîneya polîsan siwar kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Di kêliya ku polîsan êrişkar ji hundirê derxistin, hat dîtin ku polîsan êrişkar kelemçe nekiriye. 
 
Hat zanîn ku navê êrişkar O.G. ye.
 
WALÎTIYA ÎZMÎRÊ DAXUYANÎ DA 
 
Walîtiya Îzmîrê têkildarî êrişê daxuyanî da û wiha got: “Îro saet di 11.05’an de li bajarê me kesê bi navê O.G. ku xebatkarê tenduristiyê bûye û ji wezîfeya xwe îstîfa kiriye, çûye avahiya HDP’ê û xebatkara partiyê D.P. bi demanceyê kuştiye. Kesê gumanbar hatiye girtin û bûyer bi her awayî tê lêkolînkirin.” 
 
Piştî ku êrişkar birin Miduriyeta Polîsan, li derdora avahiya HDP'ê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin. Dozgerê Komarê ku ji bo bûyerê hat wezîfedarkirin jî hat avahiya HDP'ê. 
 
MALBAT HAT BER AVAHIYA PARTIYÊ 
 
Her kêliya ku diçe girseya li ber avahiya HDP'ê zêde dibe. Malbata Denîz Poyraz jî hat ber avahiya HDP'ê û malbatê xwest derbasî hundirê avahiyê bibe lê polîsan destûr neda. 
 
FERYADA DAYIKA DENÎZ POYRAZ GIHÎŞT ERŞÊ ESMAN 
 
Dayika Denîz Poyraz xwest derbasî hundirê avahiyê bibe, lê polîsan destûr neda. Di vê kêliyê de dayikê kir hawar û feryad û feryada wê gihîşt erşê esman. Dayikê wiha got: "We keça min qetil kir. Xwedê bela we bide. Çi heqê we hebû. Ez ê zaroka xwe bibînim. Ez ê serê xwe li ber wan netewînim. Êdî bes e ewqas ciwanên me hatin kuştin. Keça min şehîd bû. Ez dayikek bi hêz im. Ez ê her tim têbikoşim. Ez dixwazim cenazeyê keça xwe bibînim. Dixwazim bibînim ka çima lê dane." Piştî kêliyek şûn ve destûr hat dayîn ku xwişka wê biçe hundir û Poyraz teşhîs bike. 
 
Dem bi dem di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket. Girse dirûşma "Şehîd namirin" berz dike û bertekên xwe nîşanî êrişê didin. 
 
'ME GELEK CARAN WE HIŞYAR KIR' 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP'ê Mahfûz Guleryuz bertek nîşanî polîsan da û wiha got: "Me berê gelek caran we hişyar kir, çima we tevdîran negirt. Diyar bû ku wê ev bibe. Niha hûn rabûne tevdîrê digirin." 
 
KETOBER GULEBARAN KIRIYE 
 
Êrişkar ku hat binçavkirin 27 salî ye û di îfadeya wî ya ewil de ku hat girtin de got: "Ji ber ku ez nefretê ji PKK'ê dikim çûm avahiyê û min ketober gulebaran kir."
 
Hat zanîn ku êrişkar li navçeya Gazîemîra Îzmîrê rûdinê. 
 
Berdewama nûçeyê tê... 
 

Sernavên din

17/06/2021
16:22 Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat
16:14 Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe
16:06 BMG’ê banga parastina HDP’ê kir
16:04 Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin
11:48 Agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xistin
11:42 Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî
11:35 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?
11:30 Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin
11:29 Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin
10:31 Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin
10:20 Şewata ku bi operasyonê re dest pê kir 5 roj in didome
09:50 Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye
09:08 Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike
09:06 Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
09:05 Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna
09:05 Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin
09:05 Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:42 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn
08:34 6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16/06/2021
21:45 6 hezar û 221 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:19 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
18:58 Rojnamevan Gezgîn hat girtin
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike
13:45 Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî
13:17 Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê
13:11 Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike
12:59 Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin
12:53 Şenyaşar ên 100 roj in ‘edaletê’ dixwazin: Wê roja hesab dayînê were!
12:08 Doza Kobanê: HDP’ê tu demê banga tundiyê nekiriye
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye