Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê

  • rojane
  • 09:08 17 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di operasyonên eskerî yên li Herêma Kurdistana Federe de, hêzên li herêmê peywira cerdevantiyê dane PDK'ê û ji bo yekîtiya neteweyî bang li hêzên kurdan kir. 

Operasyona derveyî sînor a Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 23'yê Nîsanê ve didome. Piştî ku PDK jî daxilî nav operasyonê bû, li herêmê rageşiyeke mezin rû da. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, operasyona derveyî sînor, polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê herêmê de, helwesta PDK'ê û pêwendiya qewimînên li herêmê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. 
 
'PDK CERDEVANÊ LI KURDISTANÊ YE' 
 
Aydenîz, bertek nîşanî PDK'ê da ku li Zap, Metîna û Avaşînê li kêleka TSK'ê cih girtiye û PDK'ê bi hevkarîtiyê tawanbar kir. Aydenîz, PDK'ê wekî pergaleke astengiyê datîne ber destkeftî û mafên gelê kurd û "Kurdistan ne di etra wê de ye" pênase kir û got: "Tirkiye, serhildana Şêx Seîd, Agirî, Dersim û yên din ku ji bo maf û destkeftiyên gelê kurd hatibûn destpêkirin, bi hevkariyê tepisand. Tirkiye 40 sal in li gel ev qas polîtîkayên xwe yên şerê taybet û rêbazên xwe jî, pêş neket. Armanca wê ya niha jî kurdan bi destê kurdan qir bike û destkeftiyên kurdan ji holê rabike. Cihê ku niha PDK lê ye, ne cihekî 'Kurdistanî' ye. Cihê ku PDK niha lê ye, cerdevantiya li Bakurê Kurdistanê ye. Rola cerdevantiyê dilîze. Çawa li vir kurd kirin cerdevan û bi destê wan kurdan dikujin, li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt bi destê PDK'ê tê kirin." 
 
Aydenîz, diyar kir ku Tirkiye di her warî de qels bûye û niha hewl dide bi destê PDK'ê xwe ji vê xelas bike û got: "Tirkiye, dixwaze bi destê kurdan kuştina kurdan, xwe ji vê bêçaretiyê xelas bike. Tirkiye, li Başûrê Kurdistanê diçe nav sînorên xwe Mîsakk-î Mîlliyê. Devlet Bahçelî ji bo Mûsil û Kerkûkê hejmara plakeyan a 81, 82 û 83 da. Wateya vê ev e. Niha pir aşkere ye ku şer tenê ne bi PKK'ê re ye. Gava em operasyonên siyasî yên Tirkiyeyê, qeyûman, polîtîkaya tecrîdê, dagirkerî, talan, komkujî û guherandina demografiyê ya li Efrîn û Girê Spî û pêvajoya referandûma 2017'an bi hev re binirxînin, dê baş bê dîtin ku şerê niha ne di navbera PKK û Tirkiyeyê de ye. Şer bi destê hêzên hegemonîk ji bo tasfiyekirina kurdên azad tê kirin. Şer li hemberî tevahiya Kurdistanê ye." 
 
‘PDK, XIZMETA PÊŞEROJA GELÊ KURD NAKE' 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku gelê Başûr, partiyên siyasî û rûspiyên herêmê jî li dijî vî şerî ne, lê yê li gel şer xwedî helwest e tenê PDK ye ku ji bo berjenwendiyên malbata xwe tevdigere. Aydenîz, anî ziman ku têkiliyên PDK yên bi Tirkiyeyê re xizmeta pêşeroja gelê kurd nake. 
  
BANGAWAZÎ JI BO TIFAQEKE NETEWEYÎ YA DEMOKRATÎK 
 
Aydenîz, bibîr xist ku ji bo pêşîlêgirtina şer ji Ewropa jî di nav de ji gelek deveran nûner dane ser rê, lê belê PDK'ê ew asteng kirine û heger di navbera PDK û PKK'ê de şerek biqewime dê destkeftiyên kurdan sedsal paş de biçin. Aydenîz, destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî vê xwedî helwest be û got: "Divê kurd bêdeng nemînin. Ji lew re gelê kurd bi taybetî di vî 40 salên dawî de, bedêlên pir giran dan. Heger kurd bi awayekî topyekûn tênekoşe, dê sedsalên din jî paş de biçe." 
 
'DENGÊ OCALAN' 
 
Aydenîz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û destnîşan kir ku tecrîd di vê serdemê de pir giran bûye. Ocalan got: "Baş dizanin heger niha Birêz Abdullah Ocalan tiştekî bibêje, dê gelek derdor bandor jê bigirin. Lewma dewlet di tecrîdê de israr dike. Tirkiye gava bê hesabê wê deriyên Îmraliyê vedike. Lê niha pêdiviya Tirkiyeyê bi şerekî di navbera kurdan de heye. Ji ber vê di tecrîdê de israr dike. Baş dizanin dê her kes bi gotineke Ocalan helwesta xwe nîşan bide û dê li gor wê hereket bike. Gelê kurd, bi têkoşîna xwe gihaye xaçerêyekê û ev xaçerê ancax dê bi şikandina tecrîdê re bê dersbakirin. 
 
‘ROL Û RISTA OCALAN' 
 
Heger tecrîd bê şikandin dê destkeftî jî mayinde bibin. Heger tecrîd bê şikandin û dengê Ocalan bigihê tevahiya gelê kurd û Rojhilata Navîn, dê PDK û partiyên din jî ji van kêmasiyan xelas bibin. Rola Ocalan, hem ji bo gelên Tirkiyeyê hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn pir girîng e. Lewma divê her kes ji bo şikandina tecrîdê tevbigere." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cahît Ozbek

Sernavên din

17/06/2021
16:22 Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat
16:14 Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe
16:06 BMG’ê banga parastina HDP’ê kir
16:04 Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin
11:48 Agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xistin
11:42 Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî
11:35 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?
11:30 Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin
11:29 Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin
10:31 Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin
10:20 Şewata ku bi operasyonê re dest pê kir 5 roj in didome
09:50 Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye
09:08 Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike
09:06 Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
09:05 Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna
09:05 Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin
09:05 Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:42 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn
08:34 6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16/06/2021
21:45 6 hezar û 221 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:19 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
18:58 Rojnamevan Gezgîn hat girtin
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike
13:45 Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî
13:17 Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê
13:11 Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike
12:59 Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin
12:53 Şenyaşar ên 100 roj in ‘edaletê’ dixwazin: Wê roja hesab dayînê were!
12:08 Doza Kobanê: HDP’ê tu demê banga tundiyê nekiriye
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye