Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike

  • rojane
  • 09:07 17 Hezîran 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 203 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 182’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 165’emîn de dewam dikin. 

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 41'emîn di roja 203'yemîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 182’YEMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 182’yemîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 165'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 165'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

17/06/2021
16:22 Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat
16:14 Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe
16:06 BMG’ê banga parastina HDP’ê kir
16:04 Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin
11:48 Agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xistin
11:42 Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî
11:35 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?
11:30 Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin
11:29 Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin
10:31 Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin
10:20 Şewata ku bi operasyonê re dest pê kir 5 roj in didome
09:50 Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye
09:08 Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike
09:06 Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
09:05 Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna
09:05 Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin
09:05 Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:42 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn
08:34 6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16/06/2021
21:45 6 hezar û 221 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:19 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
18:58 Rojnamevan Gezgîn hat girtin
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike
13:45 Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî
13:17 Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê
13:11 Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike
12:59 Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin
12:53 Şenyaşar ên 100 roj in ‘edaletê’ dixwazin: Wê roja hesab dayînê were!
12:08 Doza Kobanê: HDP’ê tu demê banga tundiyê nekiriye
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye