Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin

  • rojane
  • 09:05 17 Hezîran 2021
  • |
img

NAVEND NÛÇEYAN - Li Rihayê polîsan avêtibû ser mala penaberan. Di avêtina ser malê de tecawizî jinekê kiribûn û 2 jin jî taciz kiribûn. Çendî ku DNA li hev derketin û mexdûran îfade da jî, beraet kirin. 

Di 24'ê Sibata 2019'an de 4 polîs avêtibûn ser maleke penaberan. Di avêtina ser malê de tecawizî H.H.'ya sûriyeyî kiribûn û M.D. û xwişka wê F.D. jî taciz kiribûn. Piştî ku M.D.'yê di 27'ê Sibata 2019'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dabû, bûye aşkere bûbû. Piştî îfadeyê derbarê polîs B.G., A.O., M.K.Ş. û H.Y.Y. û kesê sivîl Î.H.P. doz hatibû vekirin û B.G. hatibû girtin û kesên din jî bi awayekî negirtî dihatin darizandin. Çendî ku DNA li hev derketin jî dadgehê derbarê sûcdaran de biryara beraetê da.
 
Jina penaber M.D. ya 27 salî, di îfadeya xwe ya 15'ê Adara 2019'an de destnîşan kiribû ku di 24'ê Sibata 2019'an de saet di 02.00'yê şevê de li navçeya Eyyûbiyeyê mêvanê mala xaltîka xwe H.H. bûye. M.D., diyar kiribû gava li mala xaltîka xwe bûye derî lê ketiye û ên li derî xistine gotine "polîs, derî vekin" û paşê kesên çekdar ketine hundir. M.D., di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku polîsên ketine hundir çek spartine serê kurê xaltîka wê A.A.M. û polîsê komîser A.O. wê biriye odeyeke din û jê re gotiye "Em li te digerin, pasaport û nasnameya te sxete ye. Heger tu bi ya me nekî, tu yê ji ber tiryakê 15 salan di girtîgehê de bimînî.'" M.D., diyar kiriye ku bi vî awayî polîs ew taciz kiriye û komîser rahiştiye telefona wê û pê telefonî ya xwe kiriye û bi vî awayî hejmara telefona wê tomar kiriye û paşê telefonê wî kiriye, lê ji tirsa telefon venekiriye. 
 
M.D. di îfadeya xwe de aniye ziman ku paşê polîs M.K.Ş. û polîs B.G. hatine odeyê û ew taciz kirine. M.D.'yê li qereqolê her sê polîs teşxîs kirine. 
 
TECAWIZÎ WÊ KIRIN 
 
H.H. ya penaber a 43 salî jî di îfadeya xwe ya 15'ê Adara 2019'an de aniye ziman ku polîsan zarokên li malê xistine odeyekê û kesekî jî M.D.'yç birine odeyekê, lê deriyê odeya ku M.D. birine nîvî vekirî bûye û kesê wç biriye odeyê dest daye mil û nav milên M.D.'yê. H.H.'yç di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku kesê gotiye navê wî Hakan e (polîs B.G.) wê jî biriye odeyeke din û jê doza tiştina kiriye. H.H., diyar kiriye ku wê ji polîs re gotiye zarok û neviyên wê hene, lê polîs tecawizî wê kiriye. 
 
H.H. li qereqolê teşxîs kiriye ku polîsê tecawizî wê kiriye û jê re gotiye navê wî Hakan e, B.G. bûye. 
 
GEF LÊ XWARIN 
 
Xwişka M.D.'yê F.D. ya 22 salî jî di îfadeya xwe ya 16'ê Adara 2019'an de diyar kiriye ku polîs B.G. wê biriye odeyeke din û li vir ew taciz kiriye. F.D., bilêv kiriye ku paşê kesê gotiye ji Hatayê ye jî ew taciz kiriye û van kesan gef lê xwarine û jê re gotine tu yê 15 salan di girtîgehê de bimînî. 
 
F.D. jî li qereqolê teşxîs kiriye ku yê ew taciz kiriye polîs B.G. bûye. 
 
Keça H.H.'yê M.A.M. ya 27 salî jî di îfadeya xwe ya 15'ê Adara 2019'an de kesî tiştek pê nekiriye û polîsan wan xistine odeyekê û 2 saetan di wir de hiştine û jê re gotine divê tiştekî ji kesî re nebêjî, yan na dê ew jî wekî M.D. ji ber tiryakê bê girtin. 
 
Kurê H.H.'yê A.A.M. jî di îfadeya xwe ya 15'ê ADara 2019'an de anî ziman ku polîsekî çek spratiye serê wî û polîsekî keça xaltîka wê M.D. biriye odeyekê û kesekî din jî dêya wê biriye odeyeke din. A.A.M. jî li qereqolê teşxîs kiriye ku yên hatine mala wan B.G. û H.Y.Y. bûne û giliyê wan kiriye. 
 
YEK JÊ HAT GIRTIN
 
M.D., H.H., F.D û A.A.M 4 jê polîs giliyê 5 kesan kirine. Serdozgeriya Komarê jî derbarê polîs B.G., A.O., M.K.Ş. û H.Y.Y. û kesê bi navê Î.H.P. îdianame amade kiriye û ji van kesan B.G. di 17'ê Îlona 2019'an de hatiye girtin. 
 
Di 25'ê Tîrmeha 2019'an de raporek hatiye amadekirin û di vê raporê de hatiye tespîtkirin ku li ser kincên H.H.'yê nimûneya DNA'ya polîs B.G. hatiye tespîtkirin. Polîs B.G. jî di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku bi "rizaya" H.H. li nav erdekî beyar tiştekî wiha kirine. 
 
BERAET KIRIN 
 
Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê di danişîna 30'yê Çileya 2020'î de derbarê B.G. de biryara beraetê da. 
 
MA / Bariş Polat

Sernavên din

17/06/2021
16:22 Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat
16:14 Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe
16:06 BMG’ê banga parastina HDP’ê kir
16:04 Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin
11:48 Agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xistin
11:42 Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî
11:35 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?
11:30 Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin
11:29 Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin
10:31 Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin
10:20 Şewata ku bi operasyonê re dest pê kir 5 roj in didome
09:50 Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye
09:08 Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike
09:06 Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
09:05 Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna
09:05 Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin
09:05 Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:42 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn
08:34 6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16/06/2021
21:45 6 hezar û 221 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:19 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
18:58 Rojnamevan Gezgîn hat girtin
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike
13:45 Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî
13:17 Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê
13:11 Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike
12:59 Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin
12:53 Şenyaşar ên 100 roj in ‘edaletê’ dixwazin: Wê roja hesab dayînê were!
12:08 Doza Kobanê: HDP’ê tu demê banga tundiyê nekiriye
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye