‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’

  • rojane
  • 15:04 16 Hezîran 2021
  • |
img
AMED - Eskeran mirovên ku li Zozanên Şênê sewalkariyê dikin, bi hêceta “dagirkerin” bi darê zorê ji zozanan derxistin. Koçeran destnîşan kir ku eskeran dest nedane konên cerdevanan û ji axa ku bi salan e li serê dijîn hatin derxistin. 
 
Bi biryara Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan, di 20’ê adarê de herêma Zozanên Şênê ya girêdayî navçeya Pasûra Amedê, bi ser Mûşê ve hat girêdan. Beriya niha jî di navbera gundiyên ku di 3’yê hezîranê de çûn zozanên Çiyayê Kozmê yên girêdayî herêma Zozanên Şênê û cerdevanên ji gundên derdorê, şer derketibû û 3 kes birîndar bûbûn. Dîsa cerdevanan di 10’ê hezîranê de jî bi çekan êrişî koçeran kiribû. 
 
Li ser van tiştên ku qewimîn Walitiya Mûşê bi biryara ewil ku di 11’ê hezîranê de girt, zozanên li herêma Şênê, li gundî û koçerên di nav sînorên Amedê de dijîn re qedexe kir. Piştî biryarê cendermeyan koçer ji heremê derxistin. Walitiya Mûşê di fermana ji Fermandariya Cendermeyan a Mûşê re nivîsandî de diyar kir ku koçeran herêm “dagir û tecawiz” kiriye û derxistina wan a ji aliyê cendermeyan ve jî weke “rakirina dagirkirinê” parast. 
 
ARMANC POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ YE
 
Tê diyarkirin ku ji bo projeyên "ewlehiyê" li Zozanên Şênê yên xwedî cihekî stratejîk bixin meriyetê, politikaya bêmirovhiştinê xistine dewrê. Çavkaniyên li heremê diyar dikin ku destnedayîna konên cerdevanan nîşandana polîtîkayên ewlehiyê ye û gengaz e ku li heremê qereqol û baregehên eskerî bên avakirin. 
 
20 MALBAT DI ZIVIRIN  
 
Piştî van niqaşên ku qewimîn nêzî 20 malbat ji Zozanên Şênê yên bi salane lê debara xwe dikin ber bi Gundê Nasirxan ê navçeya Pasûrê ve hatin şandin. Koçerên ku di germahiya havînê ya dijwar de bi pez û dewarên xwe ve ketin rêya ku 15 kîlometreyan dom bike, tiştên hatine serê wan ji ajansa me re vegotin. 
 
Koçerên ku bi salane li ser wê axê debara xwe dikin, diyar kirin ku hêceta “dagir û tecawizê” qebûl nakin û ji bo herêmê wê polîtîkayên ewlehiyê werin birêvebirin. 
 
‘ESKERAN KONÊN ME HILWEŞANDIN’
 
Necmettîn Taş ê bi salan e li ser axa Zozanên Şênê debara xwe dike anî ziman ku ji Serdema Osmaniyê ve tapoyên wan hene û bi wî awayî li zozanan dijîn. Taş diyar kir ku tapoyên wan di niqaşên ku van rojan derketine de nayên qebûlkirin û wiha got: “Serokkomar, bi biryarekê Zozanên Şênê girêdayî Mûşê kiriye. Lê ji berê ve sînorên me diyar in. Niha em bi darê zorê derxistin. Nêzî sed cerdevanan gef li me xwarin ku bibin şirîkê malê me û êrîş kirin. 20 roj in em bi van gefan re rûbirû ne. Dema derbarê vê rewşê de gilî li rayedaran kirin jî ji me re dibêjin ‘we ew dorpêçkirine.’ Wan em dorpêçkirine lê weke me ew dorpêçkiribin nîşan didin. Pişt re me ji Walitiyê re daxwazname nivîsand. Lê li me ne zivirîn. Gelek esker hatin konên me hilweşandin û em bi darê zorê derxistin. Hinek ji me şandin Mûşê hinek jî şandin kuncekî Pasûrê. Nêzî 4 hezar sewalan ve em li ser van rêyan perîşan bûn.”
 
‘EM XWEDIYÊ MALÊ BÛN, LÊ BÛN DAGIRKER’
 
Taş got ew ji jiyana xwe hatine mehrûmkirinê û wiha axivî: “Di vê germa havînê de bi jin û zarokan em ketin rê. Yên ku bi salan e li ser wê axê dijîn em in. Em xwediyê malê ne lê ji me re gotin dagirker û tecawizkar. Yên herî bi êş jî ev peyv bûn. Li wir gelek gundî hene, wan dernaxînin me derdixînin. Sedemê vê çi ye? Em dixwazin ev mexdûriyet were derbaz kirin. Li cihê ku em bi malbatên xwe re niha diçinê ava vexwarinê jî nîne. Me li zozanên xwe yên avî li sewalên xwe dinêrî. Niha hişkesalî jî heye em ê çibikin? Em mafê xwe dixwazin. Em dixwazin ev zilm û îşkenceya ku li me tê kirin herkes bibîne.”
 
‘ME HÊVIYA XWE JI DEWLETÊ BIRÎ’
 
Alî Taş jî da zanîn ku nêzî 22 mal derketin zozanan û wiha got: “Ecêb e, dema 13 konên malbatan tên rakirin, çima konên Akkana (cerdevan) nayên rakirin? Sûcê me çiye? Xetaya me çiye? Em dixwazin vê hîn bibin. Heke Akkan welatî bin Nasirkanî jî ne welatiyên vê dewletê ne? Çima dema çadiran radikin ji van re torpîlê dikin. Tapoyên Serdema Osmaniyê di destê me de hene dibêjin ev nayên qebûlkirin. Qeydên me yên bacê hene, hemû jî me dane lê nayên qebûlkirin, çima? Ji ber aliyê din qebûl nake. Her tişt li gor daxwaza aliyê din tê bi rê ve birin. Me hêviya xwe ji dewletê birî. Em di bin 50 pileya germahiyê de dijîn. Em nizanin em ê bi van sewalên xwe ve çi bikin.”
 
‘BIRYARA ANTÎDEMOKRATÎK’
 
Recep Taş jî anî ziman ku ji sala 1993’yan ve her sal bi awayekî birêkûpêk diçin zozanan û bi lêv kir ku ji ber hişkesaliyê destpêka demsalê dirêj kirine. Taş diyar kir ku biryara Walitiya Mûşê biryareke antî-demokratîk e û wiha axivî: “Konên me ji binî rakirin û em ji gund derxistin. Bi nexweşên me ve berê me dan van rêyan. Di sedsala 21’emîn de dîmenên Tirkiyeyê evin. Me ji hewayê cemidî yê zozanan dişînin çolên germ ên Amedê. Li tu dera cîhanê hişmendiyeke rêveberiyê ya wiha nîne. Tu dê piştevaniya cotkaran bikî ku dewlet rabe ser piya. Heke tu zextê li cotkaran bikî û ew cotkar nikare hilberîne tu nikarî zêde li wir bisekinî.”
 
‘NALET BE JI VÊ HIŞMEDIYÊ RE’
 
Taş destnîşan kir ku ji ber tiştên qewimîne psîkolojiya wan xerabûye û wiha berdewam kir: “Bifikirin em radizin, di xewna xwe de eskeran dibînin ku di saetên serê sibê de ser konên me de digirin. Psîkolojiya me xera kirin. Walîtî weke dagirker û tecawizkar qala me dike. Ez nikarim li welatê xwe bijîm. Nalet be ji vê hişmendiyê re, edaleta we bi bin bikeve.”
 
'ZILM E'
 
Taş qala mexdûriyetên xwe yên nû kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi ava ku 150 lîre ji tankerê stend, li 107 dewar û nêzî 500 pez dinêrin. Bila Wezîrê Çandiniyê niha dengê min bibihîze. Zehmet nebe bila Wezîrê Çandiniyê were van sewalan ji min teslîm bigire. Hêza min a ku lê binêrim nîne. Li ser axa ku bi 10 salan e em lê dijîn em sirgun kirin. Zilm e, heqaret e.”
 
MA / Eylem Akdag - Cahît Ozbek
 

Sernavên din

17/06/2021
16:22 Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî êriş pêk hat
16:14 Bertek nîşanî êrişa li Îzmîrê dan: HDP gel e, wê bêdeng nebe
16:06 BMG’ê banga parastina HDP’ê kir
16:04 Ji ber êrişa li Îzmîrê Doza Kobanê taloqî sibê bû
15:39 Berê jî nijadperestan bi ser mala Poyraz ve girtiye û xwestine wê bikujin!
15:15 Di Doza Kobanê de parêzer û beşdarvan hatin astengkirin
15:01 Kiliçdaroglû û Babacan êriş şermezar kirin
14:51 Cenazeyê Poyraz rakirin ATK’ê
14:38 Bertekên li dijî êrişa li ser HDP’ê: Êriş li dijî hemû siyasetê ye
14:33 Endamê MYK’a HDP’ê: Provaya cînayetên siyasî hat kirin
14:20 Çepnî: Wezîrê Karên Navxweyî êrîş organize kir
14:06 Navê êrişkarê ku Denîz Poyraz qetil kir eşkere bû
13:58 Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû wê hezar Denîz werin
13:31 Li Amedê kesek hat girtin
13:27 Emîne Şenyaşar Gok’ê AKP’î ku çû serdana dozger şermzar kir
13:05 HDP: Ê ku partiya me hedef nîşan dide desthilatdarî ye
12:13 Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt
12:12 Kûbîlay: Heke heqîqet tê xwestin divê Davûtogl û Ala bên guhdarkirin
12:11 Êrişkarê ku ket avahiya HDP’a Îzmîrê, xebatkara partiyê qetil kir
12:00 Rojnameger Oktay Candemîr derket pêşberî dadgehê
12:00 Dayikên Aştiyê serdana Malbata Şenyaşar kirin
11:48 Agir bi avahiya HDP’ê ya Îzmîrê xistin
11:42 Li Çiyayê Gorseyê şewatê 13 rojan dewam kir: Dilê me şewitî
11:35 Malbata Şenyaşar: Rayedarekî biwijdan ku dengê me bibihîse nîne?
11:30 Sekreterê Yekgirtû: Dibe ku di rêveberiya Kurdistanê de ji nişka ve guhertin pêk werin
11:29 Guzel: Yên şêwirmendiya şer dikin, nikarin tundiyê çareser bikin
10:31 Bi guhertina qanûnê re li girtîgehan hevdîtin û name dê werin qeydkirin
10:20 Şewata ku bi operasyonê re dest pê kir 5 roj in didome
09:50 Parêzerê Doza Kobanê: Pergala yek zilamî li eywanên dadgehê ye
09:08 Aydenîz: Peywira cerdevantiyê dane PDK'ê
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 203'yemîn de berdewam dike
09:06 Tiştên hatine serê penaberan xêz dike
09:05 Dayika Sema Yuce: Xwezî wekî wê 3 zarokên min ên din jî hebûna
09:05 Polîsan avêt ser mala penaberan, tecawiz kirin û paşê beraet kirin
09:05 Sibê li Îranê hilbijartina serokkomariyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:42 180 pêşmergeyan çekên xwe danîn
08:34 6 kesên di êrişa polîsan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16/06/2021
21:45 6 hezar û 221 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:19 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya jinan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
18:58 Rojnamevan Gezgîn hat girtin
17:12 Ji dayika ku zarokek wê HPG'î ye û yek jî pêşmerge ye bang
16:44 KESK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
16:22 Bûldan: Çarenûsa elewî, ermen û kurdan wek hev e
16:03 Ferman a YNK’î: Em li dijin ku li ser navê hikûmetê banga şer bê kirin
15:40 Xelkê Qamişloyê êrişên Tirkiyê şermezar kir
15:07 Hevdîtina Putin û Biden dest pê kir
15:04 ‘Em li ser axa xwe bûn dagirker!’
14:44 Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye
14:43 Hevşaredara Çinarê Tamrîş hat tehliyekirin
14:42 Girtiyê nexweş Ozkan ji bo raporê sewqî Xarpêtê kirin
14:32 Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê: Li dijî dagirkeriyê bibin yek
14:22 Beştaş: Li şûna îtirafên Peker, ji bo girtina HDP’ê ketine tevgerê
14:05 Berdevkê Hikumeta Başûr Adil: Êriş statuya Kurdistanê qels dike
13:45 Bûldan: Têkoşîna gelan wê demokrasiyê bîne vî welatî
13:17 Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Şenyaşar re çûn Rihayê
13:11 Di Doza Kobanê de grûpek nijadperest hewl da êrişî HDP’iyan bike
12:59 Polisan li Stenbolê 5 kesan binçav kirin
12:53 Şenyaşar ên 100 roj in ‘edaletê’ dixwazin: Wê roja hesab dayînê were!
12:08 Doza Kobanê: HDP’ê tu demê banga tundiyê nekiriye
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:47 Pêşmergeyê berê: Ez ê guleyê berdim xwe, lê bernadim PKK'ê
11:35 Ji Ayhan Bîlgen peyama destpêkê
11:19 Di Partiya Saadetê de aloziya kongreyê!
11:14 Xebatkarên tenduristiyê yên PDK'ê şermezar kirin dest bi grevê kirin
10:53 Ji ber li dijî xwişk-birakujiyê derket gefa kuştinê lê xwarin
10:51 Di Doza Somayê de biryar hat eşkerekirin: Malbatan eywana danişînê terikand
10:32 Gardiyanan li girtiyên li dijî jimartina li ser piyan derketin xistin
10:27 Tevgera Azadî bang li PDK’ê kir: Divê hûn daxwazên dagirkeran bi cih neyînin
10:27 Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad: Em bi ruhê seferberiyê Kurdistanê biparêzin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 202'yemîn de berdewam dike
09:07 Di 15 saliya xwe de hat zewicandin: 97 sal umrê min e, min tu tişt ji jiyanê fêm nekir
09:06 450 karker 5 roj in di grevê de ne
09:06 Qeyûmê Êlihê dê bi 6 milyonan avahiya midûriyeta polîsan çêbike!
09:05 Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim
09:04 Qedexeya li Wanê veguheriye 'Rewşa Awarteya mayinde'
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Li Bedlîsê çalakî û şahî hatin qedexekirin
00:06 4 kesên di Doza Kobaniyê de hatin berdan, ji girtîgehê derketin
15/06/2021
21:18 Li Hezexê ciwanekî xwe kuşt
20:44 Bûldan: Em ê li ber edaletê hesabê hemû sûcên li hemberî jinan bipirsin
20:11 84 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Beştaş: Tecrîda li ser Ocalan fikaran zêde dike
16:37 Di Doza Kobanê de 4 tehliye
16:14 Karker û kedkar ji bo berxwedana 15-16’ê Hezîranê daketin qadan
16:12 ‘Di civînên MYK’a me de axaftina bi naveroka tundiyê nehatine kirin’
15:47 Lekolîna ewil a doza girtina HDP’ê di 21’ê Hezîranê de ye
15:29 Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
15:27 Bûldan serdana malbata Fîgen Yuksekdag kir
15:06 Qedexeya derbarê rojnamevan Kara de nehat rakirin
14:51 Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya
14:40 Ozsoy: Lûtkeya NATO’yê qada bizava Erdogan teng kir
14:25 Çepnî: Qesr hewl dide civak bêdeng bibe
14:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
14:06 Ji parêzerê Doza Kobanê Îlkîz: Kes nizane bi çi tê sûcdarkirin
14:04 Ji Iraqê hewldana dîplomatîk a li dijî êrişa Tirkiyeyê
12:34 Malbata Şenyaşar: Qanûn pir in lê edalet tune ye
12:19 Danişîna Doza Kobanê bi îttîrazên parêzeran dest pê kir
12:16 18 sal in Parlementoya Herêma Kurdistanê biryara derxistina 'TSK'ê nasepîne
12:12 Hevberdevkên HDK’ê: Pirsgirêka kurd faktora sereke ye