BEDLÎS - Li Bedlîsê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin.
Walîtiya Bedlîsê ragihand ku li bajêr ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatine qedexekirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de “ewlehiyê” û şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ji bo qedexeyê hêcet nîşan da. Biryara vê qedexeyê wê heta 30’ê hezîranê berdewam bike.