ENQERE - 4 kesên di Doza Kobaniyê de derbarê wan de biryara berdanê hatibû dayîn, ji girtîgehê derketin. Cîhan Erdal û Can Memîş gotin: "Helbet dê heqîqet bi ser bikeve, em hêvîdar in dê ev doz pûç bibe."
Heyeta dadgehê di danişîna sisêyan a Doza Kobaniyê de biryara xwe ya navberê ragihand û bi şertê kontrola edlî derbarê Berfîn Ozgu Kose, Ayhan Bîlgen, Can Memîş û Cîhan Erdal de biryara berdanê da.
Piştî biryara berdanê ewilî Berfîn Ozgu Kose ji Girtîgeha Sîncanê derket û bi dû re Ayhan Bîlgen, Can Memûş û Cîhan Erdal derketin.
Her çar kes gava ji girtîgehê derketin bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Cîhan Erdal, diyar kir ku hêvîdar in hevalên wan ên girtî rojek berî rojekê bên berdan û got: "Helbet dê heqîqet bi ser bikeve. Em hêvîdar in dê ev doz pûç bibe"
Can Memîş jî got: "Em hatine berdan, lê ji ber ku hevalên me yên din nehatine berdan em xemgîn in. Em hêvîdar in rojek berî rojekê ew jî bên berdan."