AMED - Li Amedê, polîsan bi ser gelek malan de girtin û 9 kes binçav kirin.
Li navçeyên Rezan, Peyas û Erxeniyê yên Amedê, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser gelek malan de girtin û lêgerîn kirin. Polîsan piştî serdegirtinê welatiyên bi navê V.B., A.B., O.B., M.R.T., A.K., H.K., R.O., A.O. û S.Y. binçav kirin.
Hat diyarkirin ku kesên bi îdîaya “alîkarî dayîna rêxistinê” hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.
Derbarê hinceta binçavkirina kesan de, tu agahiyek cuda nehat bi dest xistin.