* Endamêaa Ege TUHAY-DER'ê Selma Altan, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye. ALtan, destnîşan kir ku dê tecrîd bi piştevanî û berxwedanê bê şikandin.
* Suryanî, ji bo 106'emîn bîranîna Komkujiya Seyfoyê dest bi amadekariyan kirin. Serokê Federasyona Komeleyên Suryanî Evgîl Turker, anî ziman ku ji ber komkujiyê ne li benda tazmînatê, li benda hevrûbûn û lêborînê ne.
* Li Wanê Keşîşxaneya St. Thomasê ji ber bêxwedîtiyê hindik maye bi temamî xera bibe. Keşîşxane, niha bûye warê heywanan.
* Piştevaniya Jinan a Samsûnê, diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo jinan temînat e û îşaret bi rewşa bajêr kir ku di demên dawî de tahdeya li jinan tê kirin zêde bûye û got: "Em ê dev jê bernedin."
* Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Komîsyona Aboriyê Garo Paylan, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên aborî yên şaş ên îqtidarê rewşa aboriyê pir xirab bûye û got: "Sirf ji bo zavê wî du heb SÎHA bifiroşe, Tirkiyeyê bi milyaran xisirand."
* Piştî ku Heskîfa dîrokî di bin avê de hat hiştin, ji 1'ê Hezîranê heya niha ava bermayî ya Heskîfa nû, ji ber nelihevkirina DSÎ û şaredariya AKP'î bêyî ku bê dawerivandin diherike nav gola bendavê.
* Profesorê hiqûqê Metîn Gunday, got ku divê daxwaza ji bo girtina HDP'ê bê redkirin û ev nirxandin kir: "Bi girtina HDP'ê parçekirina bloqa demokrasiyê hedef digirin. Ji ber vê divê li dijî bloqa desthilatê bloqa demokrasiyê bê avakirin."
* Çalakiya nobeta “Edaletê” ku Malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 97’emîn de didome.