MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê, wesayîteke ku xêza zêde kir li mamosteyên bi navê Buşra Yildiz û Sûzan Basin qelibî û her du mamosteyan jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînî, wesayîteke ku xêza zêde kir li ser Rêya Mêrdînê li mamosteyên bi navê Buşra Yildiz (27) û Sûzan Basin (28) qelibî. Her du mamoste bi giranî birîndar bûn û wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Rexmî hemû mudaxaleyên ku li wan hatin kirin jî nehatin xelaskirin û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê ajokarê wesayîtê hat binçavkirin.