Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin

  • rojane
  • 16:55 11 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Şandeya Şopandina Çalakiya Grevê ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir rapor, bang li rayedaran kir ku binpêkirinên mafan ên ên li girtîgehan bi dawî bibin û xwest daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin.
 
Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan raporek amade kir. Şandeyê rapora ku di encama seredanên xwe yên li girtîgehên Herema Marmarayê de amade kir, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê aşkera kir. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Greva birçîbûnê di roja 197’emîn de ye, îşkenceya tecrîdê bi dawî bikin bila girtî bijîn” daliqandin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, Komeleya Alîkariyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê, Odeya Tabîban a Stenbolê, nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû beşdar bûn. 
 
GIRTÎGEHÊN KU ÇÛN SEREDANA WAN
 
Endama ÇHD’ê Meral Hanbayat a rapor aşkera kir, da zanîn ku ligel saziyên ku di nav şandeyê de cih girtin û bi 15 parêzeran çûne seredana Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 û 2’yan ên Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5 û 1’an ên Sîlîvriyê, Girtîgehên Jinan ên Bakirkoy û Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 û 2 ‘yan ên Kandirayê, Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê û Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê.
 
ÇALAKIYA GREVÊ  
 
Hanbayat, diyar kir ku ji sedî 90’ê girtiyan ku ketina çalakiya greva birçîbûnê, di çalakiya greva birçîbûnê ya beriya niha de jî herî kêm 89 rojan mane û anî ziman ku nêzî 100 girtî beriya niha di navbera 100 û 170 rojan ketine çalakiya grevê û gelek ji wan jî beriya niha gelek caran ketine çalakiyên demkurt ên dorveger. Hanbayat, da zanîn ku li Girtîgeha Edîrneyê 50, Li Girtîgeha Tekîrdagê ya Hejmara 1’an 75 ya hejmara 2’yan 60, Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmara 5’an 100, ya hejmara 1’an 5, Girtîgeha Bakirkoyê 40, Girtîgeha Maltepeyê 23, Girtîgeha Gebzeyê 19, Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 1’an 43, Girtîgeha Kandirayê ya Hejmara 2’yan 35,  Girtîgeha Duzceyê 12, Girtîgeha Bolûyê 150 girtî ketina çalakiya greva birçîbûnê û derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ev agahî parvekirin: “Hat ragihandin ku nêzîkatiya gardiyan û rêveberiya girtîgehan ligel çalakiya greva birçîbûnê hişk bûye, zext li girtîgehan zêde bûne, derbarê girtiyên ku ketine çalakiya greva birçîbûnê de ji bo her dorvegerê cuda cuda lêpirsîna dîsîplînê dane destpêkirin û cezayê dîsîplînê dane girtiyan, kontrolên wan ên tenduristiyê nayên kirin, vîtamîna B1 nadin girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê de, pêwistiyên weke lîmon, şekir, xwê û avê bê serûber didin, girtiyên ku ji ber dorvegerê çalakiyê diqedînin xwarinên li gor wê nadinê. Hat diyarkirin ku ji Wezareta Dadê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê, HDP’ê, CHP’ê, ÎHD’ê, CPT’ê û ji hin sefirtiyan re name şandine û rayedarên girtîgehê dest danîne ser hin nameyan.”
 
BANG
 
Hanbayat, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan tecrîda ku ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a  li dijî hiqûqê bê bi dawî kirine û wiha got: “Divê malbata Ocalan û parêzerên wî pêre hevdîtinê bikin û tecrîda ku li girtîgehan tê meşandin bi dawî bibe.” Hanbayat, ji bo ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên pêşwazîkirin û mafên wan yê jiyanê were parastin di serî de Wezareta Dadê bang li hemû rayagiştî ya netewî û navnetewî kir ku di nava hewldanê de bin.
 
‘MALBAT BI FIKARIN’
 
Hevseroka MATUHAYDER’ê Esîn Çelîk jî diyar kir ku di vê pêvajoya dawî de gelek malbatan serî li saziya wan da ne û wiha got: “Çawa girtî li girtîgehê tên cezakirin bi heman awayî malbatên wan jî tên cezakirin. Malbat hem ji ber binpêkirinên mafan hem jî ji ber çalakiya greva birçîbûnê di nava fikaran de ne. Em bang dikin ku di mijara tecrîdê de gav were avêtin.”
 
‘TECRÎD PIRSGIRÊKEKE HEVPAR E’
 
Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî diyar kir ku ji xeynî tecrîda li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş her ku diçe nebaş dibe û wiha axivî: “Em li bendê ne ku Wezareta Dadê vê mijarê çareser bike lê hêj tu gav nehatine avêtin. Pêkanînên li girtîgehan destpêka pêkanînên li kolanan e. Kengî li girtîgehan zext û zilm zêde bû wê demê dê li kolanan jî zêde be. Tecrît pirsgirêka beşên demokratîk ên li welat a hevpar e. Heke em bixwazin meclîsê bixin nava tevgerê divê em ewil kolanan bixin nava tevgerê. Em tevbigerin wê sererastkirinên li gor daxwaza me bên kirin.”
 

Sernavên din

12/06/2021
09:01 'Divê em berxwedana girtiyan mezin bikin'
09:01 Ji ber hişkesaliyê berên wan qels bûne
09:01 28 sal in kiryarên rojnamevan Karaagar nehatine dîtin
09:01 Di şert û mercên dijwar de dixebitin
09:01 Li serê her kuçeyekê Amedê zarokên tên xebitandin hene
09:01 'Heya xizanî hebe, dê pêşî li ber karkeriya zarokan neyê girtin'
09:01 Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin
09:01 Jinan dest bi amadekariyên mîtînga Stenbolê kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:48 Şewata li Kerboranê dewam dike
08:47 Eskerekî din mir
08:42 Motosikleta polîsan li zarokan qelibî: Yek jê giran 4 birîndar
11/06/2021
23:27 CÎK: Hevkariya kurdan a bi dagirkeran re heram e
19:56 Îro 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:54 Endamê HDP'ê yê hatibû binçavkirin hat berdan
19:25 Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
16:55 Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê: Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibin
16:41 ‘Rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin’
16:40 Hevşaredarê Wanê Avci bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:15 Polîsan destûr neda nimêja cenaze bê kirin!
16:12 Şandeya KCD û DBP'ê serdana esnafên Şirnexê kir
15:50 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin
15:27 ‘Divê girtîgeh ji bo venêrîna şandeyên serbixwe werin vekirin’
15:23 Banga rakirina tecrîdê li Wezareta Dadê kirin
15:23 Piştî daxwaza dozger darizandina parlamenterê HDP'î sekini
15:01 TOHAV û OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 Li qûntara Cûdî banga xwedî derketina li xwezaya Kurdistanê kirin
14:49 ‘Her kes dizane kî mafya ye’
14:48 Berdevkê Artêşa Iraqê: Ya ku tê jiyîn dagirkeriyek mezin e
14:34 Ciwanên ku têkiliya dewlet-mafyayê teşhîr kirin hatin binçavkirin
14:26 ‘Şewatên li heremê bi zanebûn tên derxistin?’
14:25 Baroya Amedê: Di 8 salan de 494 zarokên karker mirin
14:10 Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin
13:39 ÎSÎG: Di 8 salan de herî kêm 513 zarok li ser kar jiyana xwe ji dest dan
13:23 Têkiliyên ‘dewleta kûr’ û PKD’ê yên bi hevre dîsa ket rojevê
13:08 Di Festîvala Filman a Navnetewî de navê ‘Kurdistan’ sansûr kirin!
12:43 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:42 Turkdogan: Windabûneke maf tune ye pêvajoya AYM’ê didome
12:25 Ahmet Turk: Divê birêz Barzanî gotinên xwe ji bîr neke
11:47 Mirina leşkerekî din a gumanbar
11:19 Avci û yên pêre sewqî edliyê kirin
10:53 Bayindir: AKP di êrişên li dijî kurdan de PDK’ê bikar tîne
10:11 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 4 jinên HDP'î hatin binçavkirin
09:56 ÎHD, wê têkildarî biryara AYM’ê ya Cizîrê daxuyaniyê bide
09:42 Hêceta redkirina doza ‘Jêrzemînên Cizirê’ hat weşandin
09:40 22 sal û 3 meh cezayê li Guven hatibû birin hat erêkirin
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 197'emîn de dewam dike
09:08 Têkiliya 'berjewendiyan' a Tirkiye û PDK'ê
09:08 ‘Armanca pakêta darazê ya 4'emîn bi temamî tecrîdkirina girtiyan e'
09:07 Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne
09:06 Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin
09:06 Naxwazin bibin karkerên demsalî
09:05 Antolojiya Dengbêjên Botanê derket
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2021'AN
10/06/2021
23:08 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
23:04 Bertek nîşanî Barzanî da: Dîktator
21:46 Hêzên taybet ên PDK'ê êrîş birin ser noqteyên HPG'ê
20:20 96 kes ji ber Covîd-19'ê mirin û 6 hezar û 408 kesên din jî pê ketin
18:39 Nivîskar û rojnamevanên bi kurdî dinivîsinin hatin xelatkirin
17:22 Kemalbay: Erdogan henekên xwe bi gel dike
16:57 Şewata li Pîranê didome
16:57 Îfadeyên Hevşaredarê Wanê Avci û kesên pê re temam bû
16:47 Doza ku HDP’î jê tên razandin taloq bû
16:40 Wezîr di vekirina kana zêran de hawîrdorparêz hedef girt
15:47 Li Cûdî agir vemirî lê birîna daran didome
15:46 Di Lijneya Giştî ya HDK’ê de destnîşankirina têkoşîna yekgirtî
15:00 Sancar: Gladyoya Taybet bi polîtîkayên şerê topyekûn kûrtir bû
14:42 Platforma Komeleyên Herêmî li dijî operasyonan banga yekitiyê kirin
14:35 Du rojan wê çalakî li dijî talankirina xwezayê û operasyonan bên lidarxistin
14:23 Doza rojnamevan Rûşen Takva hat taloqkirin
14:15 Dede: Îdianameya HDP’ê ji raya giştî vedişêrin
14:14 Li Mêrdînê, çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê
13:57 Kongreya HDK’ê: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
13:41 HDP’iyan giliya AKP’iyên ku gefên kuştinê li wan xwarin kirin
13:37 Bi ser mala hevjina xwe ku pê re li ber berdanê ye de girt û kesekî kuşt
13:23 Dozgerê dixwaze HDP bê girtin: Min ji bo 451 kesan qedexeya siyasî xwest
12:59 PDK’ê 3 nûnerên PYD’ê binçav kirin
12:54 Mûrat Karayilan: Erdogan heyetek şand cem PKK’ê
12:42 Komkujiya 10’ê Cotmehê di meha 68’emîn de ye: Bila hemû faîl bên darizandin
12:37 Li seranserê dinyayê hejmara zarokên karker gihîşt 160 milyonan
12:26 Serlêdanên ji bo pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kirin
12:06 Wê hîmê projeya ku xwezayê texrîb bike wezîr deynin
12:05 Malbata Şenyaşar: Em dozgerek bi cesaret dixwazin
11:47 Îdîanameya HDP’ê nedan parêzeran: Fermana serdozger heye
11:46 Civata Giştî ya HDK’ê dest pê kir
11:35 Hejmara 20'an a Kovara Dilopê derket
11:33 Li Farqînê di salekê de 20 bûyerên întiharê pêk hatin
11:09 Pêşmergeyê berê: PDK ji dewleta tirk re nokertiyê dike
10:22 Stranbêj: Ji bo çareseriyê hewcehî bi piştevaniyeke kolektîf heye
09:55 Bi Hevşaredar Avci re 4 kesên din jî di bin çavan de ne
09:10 Nanê xwe ji kevir derdixin
09:06 Tahdeya polîs û notirvanan heye, lê kesê bê darizandin tune ye
09:06 Koma 40'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Ciwanê sîxurtî lê hat ferzkirin ji Soylû pirsî: Îja tiştên hatin serê me çi bûn?
09:06 Parêzer Çakas: Girtî di pergala tenduristiyê de jî tên tecrîdkirin
09:06 Ocalan: Tiştên diqewimin operasyona gladioya taybet a li hemberî gladioya xweser e
09:04 Banga alîkariyê ji bo tedawiya Mûstafa
09:04 Jinên çûn zozanan dest bi haziriyên zivistanê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2021'AN
08:46 Li Berwariyê cerdevanek hat kuştin û cerdevanek jî birîndar bû