WAN – Danişîna doza Rûşen Takva ku ji ber şopandina nûçeyê tê darizandin, hat taloqkirin.
Rojnamevanê serbest Rûşen Takva li Wanê meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ku ji aliyê KCD'ê û DBP'ê di meha çile de hatibû lidarxistin şopandibû û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Takva û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Şopandina nûçeyê kirine mijara sûc û Takva vî sûcî red kir û xwest were beraetkirin.
Şandeya dadgehê ji bo dozger mutalaya xwe amade bike danişînê taloqî 12’ê cotmehê kir.