ŞIRNEX - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Resûl Sadak ku di meha Çile de hatbû girtin, hat berdan.
Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) REsûl Sadak ku di 13'ê Çileyê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, piştî 5 mehan hat berdan. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê dosyeya Sadak nirxand û biryara berdanê da. Piştî biryarê Sadak ji Girtîgeha Wanê derket.