Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin

  • rojane
  • 15:04 7 Hezîran 2021
  • |
img

RIHA – Serokê baroyên herêmê malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di nobeta “edaletê” de ye zirat kirin, diyar kirin ku ewê piştgiriya xwe ya hiqûqî dewam bikin û li gel malbatê bin. 

 
Serokên baroyên Amed, Riha, Êlih, Wan, Mûş, Mêrdîn, Dersim, Şirnex, Çewlikê û gelek parêzeran îro dayika Emîne Şenyaşar a 2 kurên xwe û hevjînê xwe di êrişa xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin a bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliya Rihayê di roja 91’emîn de nobeta xwe ya “edaletê” dewam dikin, ziyaret kirin. 
 
'TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE'
 
Ferît Şenyaşar di serdanê de axivî û diyar kir ku di dema çalakiyê de 4 caran hatiye binçavkirin û bal kişand ser zextên li wan tên kirin. Şenyaşar, anî ziman ku bi piştgiriyê li ser piyan dimînin û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe heya dawiyê bidomînin. Berê pirsgireka tenduristiya dayika min qet tune bû. Niha ji bo sedî 70 çavê wê çepê nabîne. Heya ku birayê min neyê berdan, dermankirinê qebûl nake. Dayika min 3 salin digirî. Li malê û li vê derê tim digirî. Qeydên kamerayê yên li nexweşxaneyê vedişêrin. 3 kes qetilkirin, tenê 18 sal dan kesekê.” 
 
BERTEKA DAYÎKÊ 
 
Emîne Şenyaşar jî, dest nîşan kir ku kurê wê Fadil Şenyaşar 3 salin di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got: “Hêlîna me wêran kirin. Ez nikarim li malê rûnim. Ev dewletek çawane? Nobeta me ket meha 4’emîn. Gelo çima kes dengê me nabihîse. Çima kurê min hîna girtiye? Berî ku bimirim dixwazim ku kurê xwe li derve bibinim.” 
 
SERDANVANAN ASTENG DIKIN
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, piştî malbatê axivî û wiha got: “Malbatê di 9’ê Adarê de li ser derenceyên edliyê dest bi çalakiya xwe kir. Dûre ew derxistin derveyî baxçeyê edliyê. Ji ber ku edalet xwestin hatin binçavkirin. Kesên hatin serdana wan jî asteng kirin.” 
 
LÊPIRSÎNEK BI BANDOR
 
Ji parêzerên malbatê Sevda Çelîk Ozbîngol jî, derbarê dosyeya dozê de hin agahî parve kirin û wiha got: “Ez weke parêzer, rûniştina ber avahiya edliyê pir bi êş dibînim. Lêpirsîna siyasî ya di dosyayê de bi awayekê zelal derket holê. Divê lêpirsînek bi bandor bê kirin. Dosya kirin du beş. Em ê israra xwe ya bi cih anîna edaletê dewam bikin. Ev piştgiriya baroyan ji bo em girînge. Em lêpirsîneke bi bandor daxwaz dikin.” 
 
‘EM BI WE RE NE’
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî, anî ziman ku ew li ser navê hemî parêzer û baroyên li herêmê vê serdanê pêk tînin û wiha axivî: “Ev dosya dosyeya me ye. Me îro xwest bi Serdozgeriya Komarê ya Rihayê re hevdîtin bikin, lê ne amade bû. Em li gel wene. Emê hebûna xwe ya li gel we dewam bikin.” 
 
DOSYEYA NEXWEŞXANÊ 
 
Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî, diyar kir ku ew bi têkoşîna malbatê re ne û wiha got: “Rastiya ku 3 sal in dosyeya nexweşxaneyê nehatiye vekirin, kêmasiya pergala hiqûqî nîşan dide. Ji bo ku dosya bê vekirin, çi ji destê me bê em ê bikin. Heya ku edaleta rast bê bicihanîn, emê ligel malbatê bin.”
 
'EM Ê DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN’
 
Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî, bi bîr xist ku ew ê piştgiriya xwe ya hiqûqî dewam bikin û ev peyam da: “Em êşa we parve dikin. Emê piştgiriya xwe bi dawî nekin.” 
 
Serokên baroyan ên dûre axivîn jî, soza ku ewê piştgiriya xwe ya hiqûqî dewam bikin dan malbatê.
 

Sernavên din

10/06/2021
00:40 Çiyayê Gorseyê dişewite: Esker nahêlin agir bê tefandin
09/06/2021
23:57 Cenazeyê Salgin hat veşartin
20:47 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:19 HDP'ê malbatên kesên ku bi awayekî biguman jiyana xwe dest dan, ziyaret kir
16:45 Balafirên artêşa tirk gundê Şihê bombebaran kirin
16:44 Hevserokê MEBYA-DER’ê Karadag tehliye bû
16:41 HDP’î bi Dayikên Aştiyê civiyan
16:40 Seredana Malbata Şenyaşar: Dozger ji ber zextên siyasî gavê navêjin
15:58 Cotkar jî stranbêj jî ji vê rewşê ne razî ne
15:53 Gorek komî ya aydê Êzidiyan hat dîtin
15:23 Êrişî ciwanên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar dikirin, kirin
15:19 Aydenîz: Em ê li her derê têkoşîna jinê bidin
15:19 Ahmet Şik giliya Bahçelî kir
15:08 HDP'iyan guhdarî pirsgirêkên karkerên jin kirin
15:07 Wê heyeta parlamenterên Iraqê û Başûr li Amediyê lêkolînan bike
14:43 Emîne Şenyaşar: Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin
14:09 Ji bo parêzer Kaya 5 salan ceza hat xwestin
14:08 Li Dersimê tacîzkarek hat girtin
13:34 Hevseroka MED-DER’ê Kan: Gelê me jî dewletê jî peyamên pêwîst wergirtin
13:34 Raportorê NY’yê: Tirkiye azadiya raman û rêxistibûnê bin pê dike
13:21 Ûgûrlû: Em ê têkoşîna jinan mezin bikin
Bûldan: Faşîzm wê bi şikendina tecrîdê têk biçe
12:41 Şewata li Pîranê di roja 9’an de didome: Kes mudaxale nake
12:06 Derbarê ajansa ku rojnameger lê naxebite de, agahiya istixbaratê xwest
11:44 Li Çiyayê Cûdî dest bi avakirina qelekolê kirin
11:19 Konferasa Meclîsên Jinan a HDK’ê dest pê kir
11:01 Li Cizîrê 5 kes hatin binçavkirin
11:00 Pitika ku hat angaştkirin ketiye jiyana xwe ji dest da
10:47 TÎP, EMEP, TOP û Malêngel ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
10:43 Polis ji ciwanê HDP’î re got: Wê tiştên baş neyên serê te
09:45 Li Stenbolê serdegirtina malan: Endam û rêveberên HDP’ê binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 195'emîn de berdewam dike
09:00 Xizmên girtiyan: Em li dijî siyaseta zilmê bibin dengê girtiyan
09:00 Jina ku êmê çûkan difiroşe: 2 meh in nikarim penîr bikirim
09:00 Dest çêkirina penîrê bisîrik kirin
09:00 'Di şexsê Mûsa Orhan de unîformayê di parastin'
09:00 'Bila axurên me çêbikin'
09:00 Şêniyên Taxa Dedeyaziyê: Ji ber ku em elewî ne van tiştan tînin serê me
09:00 Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08/06/2021
23:08 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat berdan
20:43 Îro 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:14 Mexmuriyan bang kirin: Berpirsiyartiya xwe bi cih bînin
17:06 HDP’ê herêma şêwat lê rû da lêkolîn kir
17:04 Ferît Şenyaşar: Dozger dema ku me dibîne direve
16:24 ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ gihîşt Antalyayê
15:59 Dag xwest ku şewatên li heremê bên lêkolînkirin
15:51 HDP'iyan jinên karker ziyaret kirin
15:38 Bertek nîşanî binçavkirina Avci dan
15:28 Hevserokê KCD’ê Ozturk: PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye
15:13 Bûldan: Bila hikûmet encama doza girtinê bihesibîne
14:48 Piştî her du xwişkên xwe Mûhammed Ş. jî jiyana xwe ji dest da
14:28 Doza Onder bi doza Kobanê re kirin yek
14:09 Kurê girtiyê nexweş Ozkan ê girtî dê hevrêtiya wî bike
14:01 Parlamenter Guzel ji bo rewşa Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê da
13:47 Parlamenterên kurd û Iraqê wê li Metînayê lêkolînê bikin
13:46 Aktîvîsta TJA'yê Bîlgîn: Nehat berdan
13:38 ‘Doza KCK’ê ya Stenbolê’ taloq bû
13:37 Der barê rojnameger Can Dundar de bultena sor hat derxistin
13:15 Rojnameger Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Rastî di tarîtiyê de nema
12:57 Ji CHP, DEVA û Gelecekê berteka girtina HDP’ê
12:49 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:27 Ûca birîn û firotina darên li Herema Kurdistanê bir rojeva Meclîsê
12:14 Danişîna rojnameger Coşkûn, Ûgûr û Açar hat taloqkirin
12:11 Danişîna rojnameger Eser û Topaloglû taloq bû
11:58 Nobeta Edaletê di roja 92’yemîn de ye: Dê kengî qanûn bê bicihanîn?
11:40 Dadgehê danişîna rojnamevan Rûken Demîr taloq kir
11:39 ‘Bila Înce li medrese û alimên kurdan binêre’
11:32 Ji Cudî heta Behdînanê qirqirina daran: Talan û diziyê sînor derbas kirin
11:26 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
10:48 Ji kok ve birîna daran bi ‘kezaxtinê’ parastin
10:21 Şewata ku mudaxale lê nayê kirin gihişt gundan
10:09 Ji bo kurdî mal bi mal îmzeyan kom dikin
09:50 Li Amedê 5 kes hatin girtin
09:45 Hevşaredarê Wanê Avci hat binçavkirin
09:06 'Tecrîd, hatiye asteke ji Tirkiyeyê wêdetir'
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 194'yemîn de berdewam dike
09:06 Di 16 mehan de 28 lêpirsîn
09:06 Kanar: Dewlet li Îmraliyê sûc dike
09:06 Peyama 'li goristanê me' weke alîkariya rêxistinê hat hesibandin
09:05 'Dê qêrînên Îpek Er di guhên darazê de olan bidin'
09:05 Amîrê Narkotîkê ji ber tiryakê 44 rojan di girtîgehê de ma
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Peymana firotina axa Başûr hatiye îmzekirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
07/06/2021
22:14 HDP: Em ê nehêlin!
22:05 Li Amedê astengkirina mîtînga ziman bi meşekê hat şermezakirin
21:21 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:24 Derbarê girtina HDP'ê de cardin îdianame hat amadekirin
17:20 Aydenîz li Sîlopyayê bang kir: Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzîn
16:50 Sefin Dizeyî: Em ji birîna daran agahdar bûn
16:43 Jinên ku polîsan binçav kirin hatin berdan
16:30 Şewata li Lîcê 4 rojin bê navber dewam dike
16:09 Jin: Keda me nayê dîtin
15:47 Derbarê Ahmet Şik de lêpirsîn hat destpêkirin
15:41 Berdevka HDP’ê Gunay: 7’ê Hezîranê serkeftina milyonan e
15:31 Endamên komîsyona ku Baroya Rihayê fesx kir: Biryarê paş ve bikişînin
15:06 Dadgehê 11 sal û 6 meh ceza li parêzer Ozbîngol birî
15:04 Baroyên herêmê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
13:53 Danişîna Hevşaredara Geverê hat taloqkirin
13:49 Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane
13:48 Jinên HDP’î bi koçeran re hatin gelhev