Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan

  • rojane
  • 09:11 7 Hezîran 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Her sal li gel helîna berfê zozaniyên ku berê xwe didin zozanên Feraşînê îsal ji ber operasyon û hişkesaliya li herêmê dereng derketin zozanan.

 
Her sal li gel hatina biharê koçer û zozanî berê xwe didin zozanên Feraşînê yên bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve. Zozanên Feraşînê ya ku di navbera Şirnex, Colemêrg  û Wanê da cih digire her sal di mehên biharê da li gel helîna berfê şîn dibe. Zozanên herêmê yê ku bilindahiya wê bi 2 hezar û 625 metreye jî, ji bo koçeran jî dibe qada debarê. Zozanên Feraşînê ku her sal di demsala biharê de koçer diçûnê, îsal ji ber operasyon û hişkesaliyê dereng çûn. Li herêma gundê Tangaxana yê li Feraşînê ku di sala 1994'an de hatibû valakirin û rêpêketiya navnîşana koçeran e ev 15 roj in kon lê tên vedan. 
 
 
'HETA MIRINÊJÎ EZ Ê DEST JI XAKA XWE BERNEDIM' 
 
Ji şêniyên gund Bahar Borak (67) diyar kir ku piştî ku gundê wan hat valakirin, ew ji neçariya xwe derbasî Wanê bûn û wiha behsa wan salan kir: "Piştî ku gundê me hat valakirin, em ji neçariya xwe derbasî bajêr bûn. Em 2 salan li Elkê man û pişt re jî me berê xwe da Wanê. Dema ku em ji gund hatin derxistin, me zehmetiyeke mezin kişand. Beriya ku gundê me vala bibe, hevjînê min di îşkenceyêan de derbas kirin. Diranên wî şikandibûn. Piştî ku hevjînê min berdan, di ser malan de girtin û gundê me ji hêla cerdevanan ve hat şewitandin. Me gelek zehmetî kişand. Lê me dîsa jî dev ji axa xwe berneda. Ev 4-5 salên dawî ne em di meha biharê de tên gund û heta payîzê li vir dimînin. Beriya niha zozanên me qedexe bûn û ji ber wê jî em nedihatin. Îsal jî ji ber operasyonan em hatinê lê em dereng hatin. Sebra min gelek li vir tê. Heta mirinê jî ez ê dest ji axa xwe û welatê xwe bernedim. Di bajaran de mirov nikare derkeve derve, lê zozan xweş in û bêhna mirov pir li vir dertê. Ez tenê jî li vir bimînim sebra min tê. Ji ber ku axa min e."
 
'XEBAT HEMÛ LI SER MILÊ JINAN E' 
 
Perîhan Abî jî anî ziman ku jiyana zozanan bi qasî ku xweş e zehmetiyên wê jî hene û karê wan serê sibê dest pê dike û heta şevê didome û wiha axivî: “Ev 30 sal in bi her  hatina biharê re em berê xwe didin zozanan. Ev nêzî 15 roj in em hatine. Di jiyana me de, zehmetî, di demsala havînan de dest pê dike û heta payîzê didome. Em serê sibehê zû radibin diçin berîvaniyê. Piştî vegerê jî em xwarin çêdikin û bi zarokên xwe re eleqeder dibin. Heta êvaran em nasekinin. Hemû xebat li ser milê me jinan e. Ji ber wê barê me jinan girantir e. Lê tevî vê zehmetiyê jî jiyana zozanan xweştire ji ya bajaran."
 
'LI HERÊMÊ ÎSAL HIŞKESALIYEKE BI XETERE HEYE' 
 
Ji koçeran Haci Muhammed Ozkan (60)  yê ku ji navçeya Cizîrê pezê xwe aniye zozanên Feraşînê jî bal kişand ser hişkesaliyê û da zanîn ku cara yêkeme ku ew îsal bi hişkesaliyeke wiha re rûbirû ne û wiha got: "Ciwantiya min hemû li van zozanan derbas bû. Ji roja famberî xwe bûme heta niha ez pez xwedî dikim. Zozanên me gelek xweşin. Hem bêhna mirov derdikeve û hem jî mirov debara xwe dike. Xwedîkirina peza xweş e. Lê hema zehmetiyên wê gelek in. Zehmetiya vê jî pêtir li ser milê jinan e. Heger ku li deşta Cizirê çêre hebûya em îsal nedihatin vir. Lê îsal hişkesaliyeke xetereyî heye. Kaniyên me hemû ziwa bûn. Deşt û zozan neman. Li vê herêmê zozan hişk bûn û ji ber wê em îsal heta vir hatin. Berf heliyaye û baran nebariye. Di salên berê de li vê herêmê cihê ku şîn nebûba, tune bû. Lê îsal ne wisa ye û ji bo ku em pezê xwe biçerînin em li cihên bi giya digerin."
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/06/2021
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin
09:01 Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome
09:01 Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye
09:00 Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye
09:00 Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe
09:00 Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:57 Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan
00:16 Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye
05/06/2021
23:57 Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin
20:38 Îro 6 hezar û 169 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:43 Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye
18:13 SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn
17:55 10 partî û rêxistin li dijî Tirkiyeyê meşiyan
17:22 HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî
17:11 Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome
16:50 Li Amedê banga mitînga ziman
16:23 'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe'
16:21 ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
16:06 Eskeran hawîrdorparêzên ku xwestin li Çemê Zîlan lêkolînê bikin asteng kirin
15:39 Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin
15:30 ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan
15:17 Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin
14:58 Bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Mexmûrê kirin
14:48 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî
14:31 Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn
14:15 HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
13:51 Dayikên Şemiyê bersûcên karsazên Kurd pirsîn
13:51 Li Tetwanê embargoya xurek: Leşkeran tûrikê arvan desteser kirin
13:07 Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin
12:45 Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket
12:38 Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
12:11 MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre
12:11 Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn
12:00 Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin
11:44 Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin
11:28 Tirkiyeyê li Efrînê zarokeke 14 salî qetil kir
11:28 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
10:12 Du jin yek daxwaz: Edalet
10:10 PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir
10:02 ‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’
09:39 Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere
09:38 Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên
09:15 Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:15 Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye
09:15 Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin
09:15 Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê
09:15 Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune
09:15 Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe
09:02 Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin
09:01 Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:06 Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye
04/06/2021
23:06 Nehiştin cenazeyê Asan bê şûştin
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket