* Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn bertek nîşanî piştevaniya PDK’ê ji bo operasyona Tirkiyê û şerê li dijî axa Başurê Kurdistanê da û got: “Heke gelê kurd vê dagirkeriyê li kolanan teşhîr neke, wê hêj rojên dijwartir li benda me bin.”
* Endamê MYK’a HDP’ê Mahfûz Guleryuz detnîşan kir ku tişta esas ew e ku divê ne kes ew rêxistina xwe sîstematîk di nava dewletê de bi rêxistin dike derkeve holê.
* Kanyan Ebûbekîr Muhemmed ê ji Iraqê ji dayikbûna xwe ve bi nexweşîna hestiyê qorikê re rûbirû maye dixwaze emeliyat bibe. Hevjîna wî Şemal Abdullah jî bi lingê xwe yê asteng dixwaze debara malbatê bike.
* Li Geverê bêrîvan derketin zozanan û pezên xwe didoşin. Bêrîvan dibêjin ew bi qatixên xwe debara xwe dikin.
* Her sal li gel helîna berfê zozaniyên ku berê xwe didin zozanên Faraşînê îsal ji ber operasyon û hişkesaliya li herêmê dereng derketin zozanan.
* Platforma Jinan a Enqereyê beriya danişîna ewil a 33 jinan wê li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî bide çapemeniyê.(09.30-10.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê wê kampanya "Ji xizaniya jinan re na" li Zozanên Sînekê ya Agiriyê bi serdana jinan bidomîne. (10.00)
* Piştî civîna MYK'a HDP'ê ya li navendê wê berdevka HDP'ê Ebrû Gunay civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz wê li Silopiya serdana Dayikên Aştiyê bike. (15.00)
* Tora Ziman û Çanda Kurdî di çarçoveya kampanya îmzeyan a bi daxwaza bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dabû destpêkirin wê mitînga dawî ya ziman li Meydana Îstasyonê ya Amedê li dar bixe. (16.00)