Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû

  • rojane
  • 09:00 6 Hezîran 2021
  • |
img
TRABZON - Şêniyên herêma Behrareş, diyar kirin ku serketina HDP'ê ya di hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an de ji bo wan bûye cihê hêviyê û gelê herêmê ber bi siyaseta demokratîk ve çûye. 
 
6 sal di ser hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an re derbas bû. Di vê hilbijartinê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 13.2'yê rayan girtibû û îqtidara 13 salan a AKP'ê rûxandibû û bi vê re aşkere kiribû ku rêya sêyem pêkan e. Ev serketin li herêma Behrareş jî bûbû cihê kelecan û hêviyek mezin. 
 
Şêniyên herêma Behrareş, atmosfera herêmê ya beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê û piştî wê şîrove kirin. 
 
‘HDP, BÛ HÊVÎ' 
 
Hevseroka HDP'a Samsûnê Fatma Çelîk, anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015'an de li herêmê bûbû cihê atmosfereke baş. Çelîk, destnîşan kir ku HDP ji bo gelên Behrareş bûye cihê hêviyê û got: "Rayên zêde yên Artvînê bûn. Lewma gelên herêmê HDP'ê ji xwe re wekî zemîneke xweîfadekirinê dîtin. Li Çorûmê jî hejmara rayan zêde bû. Li vir hejmara elewiyan zêde ye. Yanî ev girîngiya partiya me dide der û kifş dibe ku bûye cihê hêviyek çawa. Di hilbijartina sala 2018'an de li Samsûnê tevî rayên derveyî welat me 18 hezar ray girtin." 
 
‘ME PAŞ DE GAV NEAVÊTIYE' 
 
Çelîk, destnîşan kir ku îqtidara ku binketinê hezm nekir polîtîkaya rûxandinê xist dewrê û ev polîtîka bandor li Behrareş jî kiriye û got: "Dibe ku li herêma me li hemberî HDP'ê operasyonên wisa dorfireh tune bin, lê li herêmê civakek heye ku bi manîpulasiyoneke biçûk a dewletê tê galeyanê. Tenê ne bi polîsan re, divê mirov li hemberî vê civaka ku li gor polîsan tevdigere jî bitêkoşe. Lê li gel ev qas tiştî jî dînamîkek heye, ew jî HDP ye ku paş de gav neavêtiye." 
 
Halîl Karavelîoglû ku di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de li namzetê parlementeriyê yê Gîresûnê bû, anî ziman ku beriya 7'ê Hezîranê atmosferek baş çêbûbû û got: "Piştî hilbijartinê kêfxweşiyek pir mezin rû da. Ne tenê demokrat, faşîst jî xweziya xwe bi rewşa me dianîn. Peyv nayên ser zimanê min ku wê rewşa xweş vebêjim. Bandora HDP'ê xwe li tevahiya welêt girtibû." 
 
Karavelîoglû, bilêv kir ku piştî ku hilbijartin hatin betalkiirin, rewş guherî û gel hat terorîzekirin û got: "Teqîna bombeyan bandorek pir nebaş li ser girseyê kir." 
 
ELEQEYEKE MEZIN 
 
Hevseroka HDP'a Trabzonê ya berê Hazar Dîlaver jî, diyar kir ku beriya 7'ê Hezîranê li Trabzonê partî ava kirine û gel û xwendekar eleqeyeke mezin nîşan dane. Dîlaver got: "Me pêleke mezin rakir. Berê em bi êrîşan re rû bi rû diman, lê dîsa jî me civînên girseyî li dar xistin. Eleqeya mirovan pir zêde bû. Em li tu derê bi bûyereke nebaş re rû bi rû neman. HDP, hêvî bû. Li bajarên wekî Rîzeyê jin bûn namzet. Ev, sînerjiyek mezin afirandibû. Lê piştî ku hilbijartin hatin betalkirin, pevçûn dest pê kiribûn. Paşê hilbijartina 1'ê Mijdarê çêbû. Di wê pêvajoyê de pêwendiya me ya bi mirovan re qut bû. Mirovan nexwestin pir pêwendiyê deynin. Em xebitîn, lê dîsa jî rêjeya rayên me kêm bû. Mirov diqilqilîn. Ciwan paş ve vekişiyan. Çendî ku devereke netewperest û mihafizekar be jî, dîsa jî em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Nûnerê SYKP'ê yê Ordûyê Cahît Ongunyûrt jî got: "Partiyeke ku gelên kurd û tirk, bindest, jin, ciwan, LGBTÎ+, azadîxwaz û aştîxwaz xwe lê girtibûn. Ew enerjiya pozîtîf ya hevserokan, ew enerjiya gel û endamên partiyê bandorek mezin li hevalên me yên xebatkar jî kiribû. Li devereke şovenîst birêvebirina xebatên partiyê û li vê herêmê namzetbûyîn xetereyek mezin bû. Lê helbet encam çi dibe bila bibe, kesên şoreşger û sosyalîst dîsa jî naqilqilin." 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

07/06/2021
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin
09:01 Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome
09:01 Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye
09:00 Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye
09:00 Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe
09:00 Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:57 Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan
00:16 Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye
05/06/2021
23:57 Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin
20:38 Îro 6 hezar û 169 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:43 Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye
18:13 SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn
17:55 10 partî û rêxistin li dijî Tirkiyeyê meşiyan
17:22 HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî
17:11 Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome
16:50 Li Amedê banga mitînga ziman
16:23 'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe'
16:21 ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
16:06 Eskeran hawîrdorparêzên ku xwestin li Çemê Zîlan lêkolînê bikin asteng kirin
15:39 Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin
15:30 ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan
15:17 Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin
14:58 Bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Mexmûrê kirin
14:48 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî
14:31 Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn
14:15 HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
13:51 Dayikên Şemiyê bersûcên karsazên Kurd pirsîn
13:51 Li Tetwanê embargoya xurek: Leşkeran tûrikê arvan desteser kirin
13:07 Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin
12:45 Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket
12:38 Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
12:11 MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre
12:11 Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn
12:00 Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin
11:44 Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin
11:28 Tirkiyeyê li Efrînê zarokeke 14 salî qetil kir
11:28 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
10:12 Du jin yek daxwaz: Edalet
10:10 PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir
10:02 ‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’
09:39 Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere
09:38 Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên
09:15 Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:15 Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye
09:15 Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin
09:15 Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê
09:15 Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune
09:15 Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe
09:02 Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin
09:01 Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:06 Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye
04/06/2021
23:06 Nehiştin cenazeyê Asan bê şûştin
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket