MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre

  • rojane
  • 12:11 5 Hezîran 2021
  • |
img
AMED – MED-DER’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî daxuaniya Serokê Giştî yê Partiya Welat Mûharrem Înce ya derbarê zimanê kurdî de da û diyar kir ku Înce ji kurdî bêxebere û bila li karê xwe binêre.
 
Serokê Giştî yê Partiya Welat Mûharrem Înce, beriya çend rojan tevlî weşana televîzyonekê bûbû û pirseke rojnamegeran a derbarê perwerdeya zimanê zikmakî de wiha bersivandibû: “Mijara perwerdeya zikmakî mijara pedagojiye ye. Fêrkirina fizik û bîrkariyê ya bi kurdî tê vê wateyê, ‘Ey keç û xorta kurd bibe bijîjk lê Îzmîrê peywir neke, li Colemêrgê bimîne’. Vê daxuyaniya Înce bû sedema nîqaşan. Di serî de kurd gelek derdoran ji ber vê daxuyaniyê bertek nîşanî Înce dan. 
 
ÎNCE JI KURDÎ BÊXEBER E
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî gotinên Înce yên derberê perwerdeya bi kurdî da. MED-DER’ê diyar kir ku gotinên Înce ji rastî û zanîstê dûr in û ev tişt got: “Bila Mûharrem Înce li karê xwe binêre xebatên ziman û pedagojiye ne kare wî ye. Înce rexmî ku bi salan mamostetiya fizîkê kiriye jî ji fizik û mamostetiyê bêxeber e. Haya Înce ne ji pedagojiyê ne jî ji kurdî heye. Tişta ku aniye ziman tenê cahiltiya wî ye.”
 
TEVAHIYA DAXUYANIYÊ
 
Dsaxuyaniya MED-DER’ê bi tevahî wiha ye:
 
“Wekî ku tê zanîn, serok û avakarê Partiya Welat Mûharrem Înce, çend roj berê, wekî axivker beşdarî bernameyeke televizyonê bû. Der barê “Daxwaza perwerdeya zimanê maderî/zikmakî” de fikra xwe anî ziman û got: “Heke ev yek ji bo pedagojiyê guncav be, ji bo dewleta yekpare jî guncav e. Belê ev yek ji bo pedagojiyê ne guncav e.” Di axaftina xwe de got: “Ev pirsgirêk mijara pedagojiyê ye.” Peyre jî bi berdewamî got: “Gava ku hûn bibêjin em ê dersa fizîk û  bîrkariyê (matematîkê) bi kurdî bidin, wek ku hûn bibêjin: ‘Gelî xort û keçên kurdan! Bibin bijîjk belê li Îzmîrê wezîfeyê nekin, li Hekariyê bimînin!”   
 
 Li ser gotina Înce, gelek siyasetmedar, rewşenbîr, perwerdekar, pedagog û pisporên perwerdehiyê û her wiha sazî, dezgeh û komeleyên civakî yên sîvîl bertek nîşan dan û gotin: “Mûharrem Înce dibêje: ‘Dersa bi kurdî ji bo perwerdehî û pedagojiyê ne guncav e.’ Mûharrem Înce peyvekê tenê bi kurdî nizane. Heta îro der barê vê yekê de çi qasî lêkolîn kiriye, çend çavkaniyên wî yên zanistî hene ku ew wekî zimanzanekî diaxive?”   
 
 
NEZANIYA XWE ANIYE ZIMAN
 
Em jî wekî Med-Derê, ji ber van gotinên dûrî zanîn û pedagojiyê û derî rastiyê, Mûharrem Înce bi tundî şermezar dikin û dibêjin: “Mûharrem Înce, bila karê xwe bike! Karê perwerdehî û hîndekariyê ne karê wî ye.  Karê ziman û pedagojiyê jî ne karê wî ye! Û ev tişt li wî nakeve. Ligel ku mamosteyê fizîkê ye, ne haya wî ji mamostetiyê heye û ne jî haya wi ji fizîkê heye. Înce karê ji xwe mezintir dike. Divê pêşî bizane ku koka peyva ‘fizîk’ê bi xwe jî ne tirkî ye; peyveke fransî ye û gelek têgîn û terîmên zanyariyê gerdûnî ne. Û ev jî qet ne tiştekî ecêb e. Belê ecêba mezin ew e ku Înce hem dibêje: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî karê pedagogan e” û hem jî ligel ku ne pedagog e  radibe, li ser navê pedagogan diaxive. Li aliyê din jî, li gel ku peyvekê bi kurdî nizane, radibe der barê zimanê kurdî de hikm û daraziyê dide.  
 
 Ji ber ku haya Mûharrem Înce, ne ji pedagojiyê û ne jî ji zimanê kurdî heye, tenê nezaniya xwe aniye zimên. Li aliyê din jî qet nizane ku hemû ziman hin caran peyvan didin zimanên din û ji zimanên din jî peyvan  werdigirin. Gelek peyvên kurdî derbasî tirkî jî bûne. Ev tiştekî asayî ye. Belê Înce vê yekî jî nizane û bi nezaniya xwe jî nizane 
 
Mûharrem Înce di guhê gê de ye. Nizane ku kok, reh û geha zimanê kurdî xwe dispêre pênc hezar sal berê. Bav û kalên kurdan bi dehan şaristanî ava kirine û bi vî zimanê qedîm ber û berhemên bêhempa, nivîs û nivîsarên bêhinkûf wekî mîrate diyarî pêşerojê û gelek nifşên mirovahiya cîhanê kirine.  
 
KURDÎ BÛYE MAKA ZIMANAN
 
Dê û dapîrên kurdan ên mîna Gut-î, Kurt-î,Cûtî, Cûdî, Kurtîw, Kirtî, Kurdraho, Kurtîenne, Kordosw, Kardokhoî, Karduk, Kartawiyê, Kurduen, Kurdî Karduw, Akrad, Kartawiyê, Kur, Gondwana, Hûrrî, Urartu, Medî, Mervanî, Mîtanî; û Komagene û gelek şaristaniyên dîrokî bi vî zimanê ku bûye maka gelek zimanên cîhanê, axivîne.    
 
Dem û serdemên dîrokî li aliyekî; îro jî zimanê kurdî, ligel hemû pest û astengiyên tund û dijwar, qedexekirin û bişaftinên bêyom, bi dewlemendiya xwe, xwe di qadên zanist û zanyariyê de dide çespandin. Îro ro, ji dîroknasiyê bigir, heta erdnasiyê; ji ramyariyê bigir, heta komelayetiyê; ji civaknasiyê bigir, heta hiqûqnasiyê; ji ekolojiyê bigir, heta teolojiyê; ji etîmolojiyê bigir, heta pedagojiyê; ji antropolojiyê bigir, heta jîneolojiyê; ji zargotinê bigir, heta xweşgotinê; ji derûnnasiyê bigir heta dengnasiyê, ji esmannasiyê bigir heta gerdûnnasiyê, ji erdnîgariyê bigir, heta bîrkariyê; ji fizîkê bigir, heta muzîkê û hwd. gelek berhem hatine nivîsandin û bı vi zımanî ders têne dayîn.  
 
HEMÛ ZIMAN PÎROZ IN
 
Mexseda me ne ew e ku em zimanekî di ser zimanekî din re bigirin an jî zimanekî ji zimanê din kêmtir bibînin. Hemû zimanên cîhanê pîroz, hêja û payedar in.  Ji ber ku hemû zimanên zikmakî ber û berhemên  dayikan in, her ziman şayanî rûmet, geşedanî, parastin û bikaranînê ye.    
 
Zimanê kurdî jî yek ji van zimanan e. Ji hêla nirx û hêjahiyên mirovahiyê de, ne ji tu zimanan zêdetir û ne jî ji wan kêmtir e. Ew jî wekî her zimanî nirxdar, peyebilind û bedew e. Her wekî din jî, di nava malbata zimanên cîhanê yên herî dewlemend û qedîm de cih digire. Nêrîn û nêzikayîtêdana Mûharrem Înce,  feraseta wî ya der barê gelê kurd de jî aşkera dike. Mirovê ku zimanê gelekî kêm û tune bihesibîne teqez dê wî gelî jî kêm û tune bihesibîne.   
 
ME ŞAŞ FÊM NEKIRIYE
 
Em baş dizanin ku Mûharrem Înce dê sibehê rabe lêborîna xwe bixwaze û bibêje: “We gotina min şaş fehm kiriye, min nexwest ku ez vî tiştî bibêjim”, belê me gotina vî camêrî qet şaş fehm nekiriye. Lêborîna wî jî dê neyê pejirandin. Lewre li gorî rêzik û qaydeyên derûnnasıyê hişê Mûharrem Înce li serê wî ye û baş dizane ku çi gotiye. Belê tiştê ku ev gotin aniye hişê wî, binhişîna wî ye. Rastiya her mirovî ji binhişîna wî der dibe. Binhişîna  Înce bi fikr û hizra xwe re li hev e. Di navbera derûnî û bizavên wî de jî tu nelihevî nîn e.  Belê di navbera gotina wî ya îro û gotinên wî yên sê sal û deh sal berê de neliheviyeke berbuêçav heye. Înce di sala 2010’an de gotibû: “Tu xisara perwerdehiya bi zimanê zikmakî nîn e.” Û dema ku ji bo serokkomariyê bûbû namzet jî wisa gotibû: “Heke ez bême ser kar, ez ê perwerdeya bi zimanê zikmakî serbest bikim.”   
 
Heke serbestiya Mûharrem Înce ev be, qet ne lazim e. Qenciya herî mezin ew e ku Înce xerabiyê neke û tiştên xerab nebêje. Belê mixabin ew jî ji destê nayê. 
 
 Pêdiviya gelê kurd û zimanê kurdî bi sedeqe û alîkariya biminet û ya kesên wekî Mûharrem Ince tune ye.     
 
  Zimanê kurdî têra xwe dike û têra xwe jî heye. 
 
      Zimanê me rûmeta me ye! 
 
      Zimanê me hebûna me ye! 
 
      Zimanê me xwebûna me ye! 
 
      Zimanê me şabûna me ye!”
 

Sernavên din

07/06/2021
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin
09:01 Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome
09:01 Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye
09:00 Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye
09:00 Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe
09:00 Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:57 Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan
00:16 Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye
05/06/2021
23:57 Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin
20:38 Îro 6 hezar û 169 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:43 Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye
18:13 SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn
17:55 10 partî û rêxistin li dijî Tirkiyeyê meşiyan
17:22 HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî
17:11 Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome
16:50 Li Amedê banga mitînga ziman
16:23 'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe'
16:21 ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
16:06 Eskeran hawîrdorparêzên ku xwestin li Çemê Zîlan lêkolînê bikin asteng kirin
15:39 Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin
15:30 ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan
15:17 Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin
14:58 Bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Mexmûrê kirin
14:48 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî
14:31 Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn
14:15 HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
13:51 Dayikên Şemiyê bersûcên karsazên Kurd pirsîn
13:51 Li Tetwanê embargoya xurek: Leşkeran tûrikê arvan desteser kirin
13:07 Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin
12:45 Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket
12:38 Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
12:11 MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre
12:11 Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn
12:00 Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin
11:44 Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin
11:28 Tirkiyeyê li Efrînê zarokeke 14 salî qetil kir
11:28 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
10:12 Du jin yek daxwaz: Edalet
10:10 PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir
10:02 ‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’
09:39 Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere
09:38 Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên
09:15 Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:15 Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye
09:15 Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin
09:15 Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê
09:15 Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune
09:15 Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe
09:02 Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin
09:01 Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:06 Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye
04/06/2021
23:06 Nehiştin cenazeyê Asan bê şûştin
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket