Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere

  • rojane
  • 09:39 5 Hezîran 2021
  • |
img

RIHA - Di ser kuştina zarokên Emîne Şenyaşar Celal Şenyaşar û Adil Şenyaşar û hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar re 3 sal derbas bûn. Li gel ku ji malbata Şenyaşar 3 kes li pêş çavê Walî, Qeymeqam û Wezîr hatin kuştin jî hêj kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê, 3 sal in têkoşîna edaletê dide û 3 men in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. 

 
3 sal berê di 14'ê Hezirana 2018'an de xizmên wekîlên AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn. Beriya hilbijartina 18'ê Hezîrana 2018'an dema wekîlê AKP'ê û koma pêre li nava esnafan digeriyan, bi zarokên Haci  Esfet Şenyaşar re niqaş kiribûn û êrîş kiribûn. Di êrîşa AKP'iyan de, Celal Şenyaşar û Adîl Şenyaşar û piştre bav Haci Esvet Şenyaşar bi îşkenceyê kuştibûn. Li gel ku Walî, Qeymeqam û Wezîr şahidê vê yekê ne ji heta niha doz bi encam nebûye û kujer nehatine darizandin û cezakirin. Dema koma AKP'îyan êrîşî dikana esnaf Celal, Ferit, Mehmet û Adil Şenyaşar kirin, Adîl, Ferit, Mehmet û Celal Şenyaşar bi dar û kêran birîndar bûn. Piştî Fadil Şenyaşar,  dît ku AKP'îyan êrîşi birayê wan dikin, ket parastinê û bersîv da AKP'iyan. Di êrîşa bi çek de ji malbata Şenyaşar 5 bira birîndar bûn. Ji malbata wekîle AKP'î Îbrahîm Halil Yildiz ji Mehmet Şah Yildiz û 7 kes birîndar bûn. 
 
 
AKP'IYAN BAV Û 2 BIRA LI NEXWEŞXANEYÊ KUŞTIN
 
Piştî bûyerê Mehmet Şah Yildiz li nexweşxaneya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da. Piştî ji malbata Şenyaşar birayên birîndar rakirin nexweşxaneyê, Xizmên Wekîlê AKP'ê li nexweşxaneyê di nava personelan de êrîş kirin. AKP'îyan li nexweşxaneyê bi şûşe û caman situyê Celal Şenyaşar jêkirin û qetilkirin. Disa dema Adil Şenyaşar, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê jî, AKP'îyan li nexweşxaneyê gule berdan serê Adil û kuştin. Bav Hacs Esvet Şenyaşar û dayika wan Emine Şenyaşar jî piştî bûyer bihîstin hatin nexweşxaneyê. Dema Haci Esvet hat nexweşxaneyê, AKP'iyan li pêş çavê Emîne Şenyaşar li beşa Lezgîn a nexweşxaneyê êrîşî Esvet kirin û bi îşkenceyê kuştin. Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê birîndar bû. Piştî AKP'îyan Haci Esvet û Ferit Şenyaşar bi girani birindar kirin, yekineyên tenduristiyê xwest Bav û Kur bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dîlokê bikin. Lê AKP'iyan êrîşî ambulansê kirin û teker teqandin, cam şikandin. 
 
LI PÊŞ ÇAVÊ WEZÎR WALÎ Û QEYMEQAM ÊRÎŞÎ MALBATÊ KIRIN
 
AKP'iyan li pêş çavê Waliyê Rihayê Abdullah Erin, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û Wezirê Çandiniyê û Zexîreyan Ahmet Eşref Fakibaba êrîşî ambulansê kirin. Dîsa kamerayên nexweşxaneyê şikandin.  Xwîna xwe Esvet Şenyaşar li dîwarê nexweşxaneyê belav bû. 
 
23 GULE LI SER 2 KESAN REŞANDIN
 
Di rapora otopsiyê de hat dîtin ku AKP'iyan bi 6 guleyên çekên cuda Celal Şenyaşar kuştine. Disa AKP'îyan  Adil Şenyaşar bi 14 cihan bi kêr û caman birîndar kirin û piştre bi 17 guleyên çekên cuda kuştin. AKP'iyan bav Haci Esvet Şenyaşar jî bi cam û kêran ji 7 cihê jiyanî ve birîndar kirin û kuştin. Bi giştî li ser bedena 23 şopên kêr û caman hatin dîtin. 
 
3 SAL IN DI YEK HUCREYÊ DE TÊ GIRTIN
 
Fadil Şenyaşar ê ku AKP'îyan 2 birayê wî û bavê wî kuştin û ew jî birîndar kirin, piştî bûyerê rakiribûn nexweşxaneyê. Dema li nexweşxaneya Amedê dihat dermankirin ew sewqî edliyê kirin. Heyeta dadgehê jî der barê wî de biryara girtinê da. Fatil Şenyayar ewili şandin Girtîgeha Rihayê û piştre şandin Girtîgeha Xarpêtê. Fatil Şenyaşar 3 sal in bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Dozger têkildarî buyerê 2 dosyayên cuda vekir. 15 meh pişti bûyerê di 17'ê Îlona 2019'an de yek ji kujeran Enver Yildiz, li gel parazvanê xwe hat Edliyeya Rihayê û teslîm bû. Pişti 18 mehan şûnde îdeaname amade kirin. Di dozê de 2 jê girtî 13 kes serbest dihatin darizandin. Doz li 3'emin Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Dadgehê di danişîna 7'em a di 2'ê Nîsana 2021'an de pêk hat biryar da. 
 
Dadgehê der barê Fadil Şenyaşar de bi îdeaya Mehmet Şah Yildiz kuştiye û hewl daye Abdurrahman, Mustafa, Nihat, Suleyman û Kenan Yildiz, Engin Şimşek û Ahmet Çetin birindar bike, bi giştî 37 sal û 9 meh cezayê hepsê birî. Dadgehê der barê Enver Yildiz de cezayê muebetê da û piştre ceza daxist 18 salan. 
 
Dadgehê li bersûc Suleyman Yildiz 4 sal û 3 meh û 22 roj, li Abdurrahman Yildiz 11 meh û 23 roj, li Kenan Yildiz 4 sal û 8 meh û 18 roj, li Mustafa Yildiz 1 sal û 1 meh û 14  roj li Mehmet Yildiz 6 meh û 22 roj, li Nihat Yildiz 1 sal û 11 meh û 18 roj, li Halil Îbrahim Şimşek 3 sal û 9 meh, li Mehmet Şimşek 2 sal û 6 meh û 10 roj, li Mehmet Yildiz 2 sal û 6 meh û 10 roj ceza birî. Bersûc İbrahim Yildiz jî ji dosyayê derxistin. 
 
3 SELIN TÊKOŞÎNA EDALETÊ DIDE
 
Emînei Şenyaşar ku AKP'îyan hevjîn û 2 kurê wê kuştin û kurekî wê 3 sal in di yek hucreyê de girtîye, ji bo edalet pêk bê, 3 salin têkoşîna edaletê dide. 89 rojin li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. Emîne Şenyaşar ji bo doza kurê wê Ferit Şenyaşar, bi encam bibe, di 10'ê Îlona 2019'an de li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kir. Pişti Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, doza 'Wê di mehekê de îdeaname bê amarekirin' ji dozger girt, Emîne Şenyaşar nobeta xwe bi dawî kir. 
 
LI ENQEREYÊ PARTÎ ZIYARET KIRIN
 
Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê, di 15'ê Îlona 2020'an de berê xwe da Enqereyê û li Enqereyê bi Navenda Gişti ya ÎHD'ê, ÇHD, THÎV, OHD, TİHK, CHP, Partiya Gelecek, Partiya Saadet, Wekîlê Koma meclisê yê CHP'ê Engin Altay, Rayedarên CHP'ê re di nava 9 rojan de 12 hevditin kirin. 
 
Emine Şenyaşar û Kurê xwe Ferit Şenyaşar di 16'ê Kanûna 2020'a de dema li pêş avahiya AKP'ê ya Rihayê runişttin, polîsan ew binçav kirin û serbest berdan. Dozgeriyê di 8'ê sibatê de biryara neşopandinê da. 
 
Emine Şenyaşar û kurê xwe Ferit Şenyaşar, bi gotina "Edî sebra me nema" di 9'ê Adara 2021'an de li pêş Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroyê Şenyaşar ziyaret kir û piştgiri da wan. 
 
3 MEH IN NOBETA EDALETÊ DIGIRE
 
Şenyayar ji bo edalet pêk bê 89 rojin li pêş avahiya Edaletê ya Rihayê nobeta "edaletê" digire. Heta niha Nûnerên KCD, HDP, HDK, DBP, ESP, EMEP, Partiya Saadetê, Partiya DEVA, Partiya Gelecek, DİSK, KESK, SES, Egitim Sen, Tüm Bel-Sen, Odeyên Tabîban ên Amed û Rihayê, Baroyên Riha, Mêrsî û Amedê, SKM, SGDF, Pira Gelan, Platforma Jinan a Şahmaran Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amede, ESHİD, ÎHD, TÎHV, TJA, MEBYA-DER, Endamên HDP'ê, Meclisa Ciwanên HDP'ê, BASK-DER, Dayiken Aştiyê, Dîlan Îzol û gelek welatiyan ziyaret kirin. 
 
Emîne Şenyaşar 89 rojin bi biryar û israr Nobeta Edaletê li pêş Edliyeya Rihayê berdewam dike. 
 
MA / Emrullah Acar
 
 

Sernavên din

07/06/2021
13:47 Rengîn Ş. a tê gotin bi çekê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
13:13 Fermandarekî pêşmergeyan: Pêşmerge ji jor ve hatin bombebarankirin
13:04 Di xebata DÎSKÎ’yê de ava qenazlîzasyonê herikî dikanan
13:03 Ji rojnamevanên ku dewleta kûr wan kuşt: Hafiz Akdemîr
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
12:11 Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
12:11 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê banga ‘edaletê’ kirin
12:02 Malbata Şenyaşar: Em bi biryarin, em ê edaletê bînin
11:37 Tirkiye li cihên ku bi awayekî eskerî dikeviyê îstîsmar dike
10:42 Kûrtûlan: Heke Ozkan bimire wê dewlet jê berpirsiyar be
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 193'yemîn de berdewam dike
09:11 Îsal li zozanên Feraşînê kon dereng hatin vedan
09:11 ‘Divê ev rêxistina gayrî nîzamî were deşîfrekirin’
09:10 Maçîn: Divê kurd dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê teşhîr bikin
09:00 Bêrîvan li ser rêya zozanan in
09:00 Welatiya ji Iraqê: Dixwazim emeliyat bibim
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2021'AN
06/06/2021
23:30 Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
21:40 MSB: Li Iraqê leşkerek mir
21:27 Li gundên Amed û Xarpêtê şewata daristanan derket
21:19 96 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
17:20 Di 4 salan de 6 caran êrîşî Wargeha Mexmûrê kirin
15:49 Pasdarên Îranê yek jê zarok 2 kolber birîndar kirin
15:23 Şêniyên Qoser û Artûklûyê 3 roj in bê av in
14:34 50 rêxistinên sivîl giliyê Tirkiyeyê kirin
14:22 Komîsyona HDP'ê ya Ekolojiyê: Em bi qeyrana xurekê re rû bi rû ne
13:56 Amed ji bo mîtînga ziman amade ye
13:49 Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
13:21 PYD: Tirkiye armanc dike şerê nava Kurdan kûr bike
12:57 Baroya Amedê: Pedagojiya Înce pedagojiya faşîzmê ye
12:43 Malbata Şenyaşar xwest dosyeya nexweşxanê bê vekirin
12:14 Zarokê ji serê xwe hat gulebarankirin 10 rojin di lênêrîna awarte de ye
11:58 Hêzên paramîlîter piştî 7'ê Hezîranê xwe nû kirin
11:17 Amediyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin: Em xwedî zimanê xwe derkevin
10:35 Parlementerê Iraqê Mihemed: Tirkiye axa Kurdistanê dagir dike
10:32 Ji Peker bo Soylû: Şirketa te 57 qat mezin bû, îro roja te ya dawiye
09:56 Bi xwarina ser sergo zikê xwe têr dike
09:26 Medya Kibrisê jî bi guhertina siyaseta Tirkiyeyê re reng guherî
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 192'yemîn de berdewam dike
09:02 Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin
09:01 Ferît Şenyaşar: Zilma ku 3 sal berê dest pê kir, niha bi destê darazê didome
09:01 Mamosteyê hatiye îxrackirin: Îxrackirin nîşaneya şerpezebûna îqtidarê ye
09:00 Danişîna doza 33 jinên xwedî li Peymana Stenbolê derketin sibê ye
09:00 Ozturk: Heger ziman bê tunekirin, dê dîrok jî tune bibe
09:00 Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelên Behrareş hêvî bû
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
08:57 Ji bo qedexeya 30 rojan Ethem Serisuluk weke hincet hat nîşandan
00:16 Linda Thomas-Greenfield: Êrîşa li dijî Mexmûrê li dijî hiqûqa navdewletî ye
05/06/2021
23:57 Gelê Mexmûrê: Heya em dijmin têk bibim em ê têbikoşin
20:38 Îro 6 hezar û 169 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:43 Şêniyên Kurdistana Federe: PDK li pê provakasyona ye
18:13 SÎHA yên Mexmûr bombe kir ji Hewlerê rabûn
17:55 10 partî û rêxistin li dijî Tirkiyeyê meşiyan
17:22 HDP'ê kesên di komkujiyê 5'ê hezîranê de hatin kuştin bibîr anî
17:11 Ûysal: Bêhiqûqiya li Îmraliyê 22 sal in didome
16:50 Li Amedê banga mitînga ziman
16:23 'Ji bo çareseriyê divê tecrid rabe'
16:21 ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
16:06 Eskeran hawîrdorparêzên ku xwestin li Çemê Zîlan lêkolînê bikin asteng kirin
15:39 Xizmên windayan ji Êlihê bang kirin: Faîlan bidarizînin
15:30 ÎHD’ê xwest Naîf Îşçî yê tedawiya wî tê astengkirin were berdan
15:17 Li 12 gundên Hîzanê qedexe hat ragihandin
14:58 Bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Mexmûrê kirin
14:48 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên ku li Şirnexê winda bûbûn pirsî
14:31 Ji bo Ozkan û Kose banga berdana lezgîn
14:15 HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin
13:51 Dayikên Şemiyê bersûcên karsazên Kurd pirsîn
13:51 Li Tetwanê embargoya xurek: Leşkeran tûrikê arvan desteser kirin
13:07 Çîroka Windabûnê ya Yenîsoy ê bi Torosa Spî birin
12:45 Li qada ku helîkopterê gulebaran kir şewat derket
12:38 Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêçareseriyê ye
12:11 MED-DER: Bîla Înce li karê xwe binêre
12:11 Di şewata wargeha êzidiyan de 400 kon şewitîn
12:00 Ji Baroya Amedê, ÎHD, OHD û Rosayê rapor: Îşkence li girtiya jin kirin
11:44 Kesên tevlî veguhertina bajarî nehatin kirin bi bariyeran ceza dikin
11:28 Tirkiyeyê li Efrînê zarokeke 14 salî qetil kir
11:28 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
10:12 Du jin yek daxwaz: Edalet
10:10 PDK’ê leşker sewqî Metînayê kir
10:02 ‘8 sal in nikarim îspat bikim ku bombeya gazê li min ketiye’
09:39 Dayika Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere
09:38 Leşkeran destûr nedan ji bo Atmeca yê HPG’î vecîbeyên olî pêk bên
09:15 Koma 39'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:15 Prof. Dr. Guney: AKP bûye mafya, tekane rê li kuçeyan rêxistinkirina muxalefetê ye
09:15 Bi projeya ku nehat qebûlkirin bi dehan xanî xera kirin
09:15 Wezareta Karên Navxweyi destûr neda avakirina PÎA'yê
09:15 Telefon û înternet li Gundê Şêxan tune
09:15 Nexweşa pençeşêrê ji ber pere tune nikare derman bibe
09:02 Hevseroka DAD'ê Topçû: Ên Peker didin xeberdan li Qesrê dimînin
09:01 Rewşa girtiyê nexweş xirab dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:06 Penaberê kurd Serbest Derîn di Girtîgeha Metrîsê de ye
04/06/2021
23:06 Nehiştin cenazeyê Asan bê şûştin
21:49 Li Çewligê li dijî tecrîdê civîna gel
20:32 Li Sêrtê heya 15 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan
19:58 Di 24 saetên dawî de 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:06 Di civîna Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê de gefa kuştinê li HDP'iyan xwarin
17:09 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Ê min bikujin
16:51 Li Wargeha êzidiyan şewat derket