ŞIRNEX- Cenazeyên endamê HPG'î Tahsîn Asan ku di şerê li Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin. Polîsan nehişt ku malbat cenaze bişo û li ser nimêj bike.
Tahsîn Asanê HPG'î li bejahiya gundê Ûranîs ê Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbat duh çû Bedlîsê û cenazeyê Asan teşxîs kir. Lê polîsan nehişt malbat cenazeyê Asan bişo û li ser nimêj bike.
Cenazeyê Asan di bin dorpêça polîsan de li Goristana Şêx Hesen a Hezexê hat definkirin.