Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê

  • rojane
  • 10:51 4 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Nivîskar Tayîp Temel, di quncikê xwe yê îro yê Rojnameya Welat de bi sernavê "Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê" nivîsî û bal kişand ser talankirin û dagirkirina axa Kurdistanê. Temel, di guncikê xwe de got: "

"Li cihekî zilm û zordarî hebe, li wê derê berxwedan û têkoşîn jî heye." 
 
Nivîskarê Rojnameya Welat û siyasetmedar Tayip Temel, di guncikê xwe yê vê hefteyê de cih da talankirin û wêrankirina xwezayê. Temel, vê hefteyê bi sernavê "Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê" li ser talankirin û wêrankirinê rawestiya. Temel, di nivîsê de bal kişand ser talankirin û wêrankirina xwezayê û têkoşîna li dijî wê. 
 
Nivîsa Temel wiha ye:  
 
"Dîroka mêtingeriyê her wekî din dîroka desteserkirin, kontrol û talana çavkaniyên aboriyê yên koloniyan e. Ji bo wê jî avakirin, birêvebirin û berdewamkirina wê, nemaze xwe dispêre tanzîmkirina wê pergala aboriyê.
 
Di 27’ê gulanê de leşker û cerdevanan li gundê Şêxan ê girêdayî Payîzava ya Wanê, bi makîneyan nêzî 30 xanî û govên gundiyan xirab kirin. Gundiyên ku nedixwestin gov û xaniyên wan bên hilweşandin û li şûna wê kana mermerê bê vekirin, rastî êrîşa leşker û cerdevanan hatin û bi awayekî aşkera gule bi ser wan de hatin reşandin. Di encama êrîşê de xanî û govên gundiyan hatin xirabkirin, gundî hatin binçavkirin û gefên girtin û kuştinê li wan hatin xwarin.
 
Helbet tiştên li Wanê, li Payîzavayê, li Şêxanê diqewimin, ne tiştên seyr û sosret in. Dema em li dîroka kurdan û dewletê dinihêrin, ev tiştên li Şêxanê qewimîn, wek panorameyeke biçûk e ku têkiliya kurdan û dewletê radixe ber çavan û ne tenê li wir, heta niha li gelek deran jî qewimiye û diqewime. Û îro ne tenê li Şêxanê û li Bakur, li Rojava û Başûr jî ev polîtîka bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Tiştê li Şêxanê jî qewimî, bi taybetî berdewama siyaseta sedsalan e û wek projeksiyonekê nêzikatiya li hemberî kurdan radixe ber çavan.
 
Ji Wanê bigire heta Dêrsimê, ji Amedê bigire heta Mêrdînê, ji Sêrtê bigire heta Şirnex û Colemêrgê, ji Efrînê bigire heta Serêkaniyê û xaka Başûr, xweza, ax, cih û warên kurdan bûye cihên şer, pevçûn, operasyon, qedexekirin, talan û dagirkirinê û şêniyên kurd rastî her celeb êrîşên rayedarên dewletê tên. Çemên Kurdistanê tên miçiqandin û HES, JES û bendav tên avakirin, xaka kurdan tê kolandin û kanên mermer û keviran tên vekirin, dar û berên Kurdistanê tên şewitandin, birîn û talankirin. Kurd ji cih û warên xwe tên koçberkirin û dixwazin ajalvanî, rêncberî û cotkariyê biqedînin.
 
Tiştên ku li Şêxanê diqewimin rûyê reş ê desthilatdaran cardin nîşanî me dide. Ji Çiyayê Kaz bigire heta Îkîzdereyê, ji Cerattepeyê bigire heta gelek der û deverên Tirkiyeyê jî xwezayê talan dikin, HES û JES’an ava dikin, kanên mermerê vedikin, hemû dewlemendî û çavkaniyên gel pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Li dijî vê talanê jî heta niha gelek çalakî û xwepêşandan hatine lidarxistin, lê tu carî gule bi ser çalakvanan de nehate reşandin.
 
Li Şêxanê me dît ku leşker û cerdevan bi awayekî organîze ji bo berjewendiyên sermayeyê seferber bûne. Anku bi awayekî aşkera em dibînin ku li Kurdistanê sermaye êdî bi xwe bûye wek hêzeke mîlîter û berjewendiyên wê ji aliyê leşker, cendirme û cerdevanan ve tê parastin. Kanên mermerê, çavkaniyên binerdê yên ku tên desteserkirin û talankirin ji aliyê cendirme, leşker û cerdevanan ve tên parastin. Ev nimûne neynika serboriya mêtingeriyê ye ku îro li Şêxanê cardin derketiye meydanê.
 
Ji avakirina komarê heta niha, em dibînin ku welatê kurdan çawa hatibe dagirkirin, zimanê kurdan çawa hatibe qedexekirin, kurd çawa hatibin koçberkirin, axa wan, dewlemendiyên wan jî bi heman rengî hatine talankirin. Polîtîkayeke yekpare ya dewletê heye ku li ser talankirin, desteserkirin û şêlandina dewlemendiyên kurdan hatiye avakirin. Mekanîzmaya berdewamkirina vê pergalê li ser vî esasî hatiye avakirin.
 
Ji ber ku şêniyên gundê Şêxan kurd in, lewma jî bi bombeyên gazê, bi guleyan êrîşî wan dikin. Ji ber ku ew der axa kurdan e, lewma wek gurên devbixwîn êrîş dikin û tu pîvan û nirxên mirovahiyê nas nakin. Dijminahiya li dijî kurdan, ew ji hemû nirxên hiqûq û mirovahiyê mehrûm hiştine.
 
Li Şêxanê dixwazin çi bikin? Tiştê ku li wir diqewime helbet ne tenê vekirina kaneke mermerê û parastina berjewendiyên sermayedaran e. Ji serê sedsalê heta niha em ji raporên veşartî yên serokwezîr, wezîr, walî, mifetişên taybet dibînin ku tiştê tê armanckirin hem talan û desteserkirina dewlemendiyên kurdan, hem jî miqabilî wê koçberkirin û bêmirov-bêkurdkirina deverê û tehkîmkirina pergala mêtingeriyê ye. Ji bo wê jî hem sermaye û hem jî rayedarên dewletê, hem jî leşker bi hevahengî êrîşî gel dikin, gundiyan serkut dikin. Ew guleyên ku aşkera bi ser gundiyan de hatin reşandin, dîmenên kolonîzekirin û dagirkirinê û bi taybetî jî nijadperestiya ekolojîk e ku hem dijminahiya gelê kurd hem jî dijminahiya axa kurdan dihewîne.
 
Li cihekî zilm û zordarî hebe, li wê derê berxwedan û têkoşîn jî heye. Îro bi hemû hêza xwe êrîşî hemû nirxên kurdan; êrîşî ziman, çand, dewlemendî, ax û xwezaya kurdan dikin. Lê çawa ku berî niha li hemberî van êrîşan berxwedan û têkoşînek hatibe dayîn, ji îro şûnde jî ev berxwedan wê bidome. Gelê kurd wê hem li axa xwe hem jî li hemû dewlemendiyên xwe xwedî derkeve, biparêze." 
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2021
16:45 Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe
16:39 Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin
16:26 Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan
16:13 ‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’
15:40 Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan
15:36 KKP’ê starta kampanya kedê da
15:14 Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:57 Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin
14:57 Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin
14:17 Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya
14:12 3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan
14:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
14:07 Trafoyan rakirin û li cotkaran dan
13:40 Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin
13:28 Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
13:04 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn
12:35 Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye
11:49 Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran
11:42 Piştî operasyona eskeran şewat derket
11:27 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket
11:10 Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
10:51 Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê
10:33 Ji bo zarokan dibistana gerok
10:02 Girtiyan dixin hucreyê
09:53 Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin
09:48 Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e
09:16 Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190'an de berdewam dike
09:00 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e