'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'

  • rojane
  • 09:00 4 Hezîran 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Cenazeyên endamên PKK'ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li nexweşxaneyên Mêrdîn û Şirnexê tên sekinandin. Dayîka Bîşeng Hezer diyar kir ku di dîmenê hêzên dewletê li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirine de, li ser cenaze keça wê  muameleya li dijî mirovahiyê hatiye kirin û got:" Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirin' 

Endamên HPG'ê û YJA-Starê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan li morgên nexweşxaneyan tên sekinandin. Malbatên ku ji bo wergirtina cenazeyan serlêdan dikin, bi hinceta "Testa DNA'yê derneketiye" cenazeyan nadin malbatan. Yek ji cenazeyên ku di nexweşxaneyên cuda tên sekinandin jî endamê HPG'ê Musa Anter Çatak e. Çatak di 8'ê gulanê de li Çiyayê Bagoka Mêrdînê jiyana xwe ji dest da û cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê ragirtin. Endama YJA-Starê Bîşeng Hezer jî li herêma Avaşînê di 3'yê gulanê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê jî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin. 
 
Malbatan têkîldarî nedayîna cenazeyan diyar kirin ku heta cenazeyên xwe nestînin dê nesekinin. 
 
'EM NEHÊLIN KU CENAZE LI GORISTANÊN BÊKESAN WERIN VEŞARTIN' 
 
Dayîka Bîşeng Hezer, Ayşe Hezer anî ziman ku wê di televîzyonê de ditiye ku keça wê jiyana xwe ji dest daye û got ku li tevî hemû hewledanan cenazeyê keça wê radestî wê nekirine û wiha behs kir: "Min bi rêya televîzyonê dît ku keça min şehîd ketiye. Li gel vê agahiyê ez pir êşiyam. Bangawaziya min ji hemû dayikên ku benda cenazeyên zarokên xwe re heye, bila bên em bi hevre cenazeyên xwe bistînin. Bila nehêlin ku cenazeyên zarokên me di goristanên bêkesan de bên definkirin." 
 
'CENAZEYÊ KEÇA MIN TAZÎ KIRIN E Û LI ERDÊ KAŞ KIRIN E' 
 
Hezer da zanîn ku piştî ku keça wê di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dide, leşker têlek bi stûyê ve girêdane û û bi erdê re kaş kirine û wiha domand: "Erê we kuşt, ma hûn çima cenazeyan xera dikin? Piştî ku keça min dikujin, tazî dikin û bi erdê re kaş dikin, wan bi xwe li  ser hesabên xwe yên civakî parve kiribûn. Hemû heval û hogiran ev dîmen temaşekiri bûn, lê nîşanî min nedan. Min çawa dîmenê wê dît,min keça xwe nas kir. Dîmen nîşanî min nedan. Min tenê stûyê wê dît. Stûyê wê reş û şîn bûbû. Cihê têlekê bû. Pişt re min berê xwe da Nexweşxaneya Şirnexê. Ez çûm, min li wir pirs kir. Lê ji min re gotin, tu cenaze tune ne. Min got ez xwîn bidim, lê nehiştin ku ez xwîn jî bidim. Parêzerê me yê malbatê ji dozgeriyê re jî got, 'Heger cenaze tune be jî pêwîste hûn xwîna dayîkê bigirin'. Me daxwazname da û xwîn girt. Wan ji me re got di nexweşxaneyê de cenaze tune ye, lê xebatkarên morgê gotin di nexweşxaneyê de tije cenaze hene. Min kir û nekir nîşanî min nedan. Bi şîn, girî û qehra xwe ez vegeriyam mala xwe. Bila her dayîk cenazeyê zarokê xwe bipirse. Herkes dizane ku keça min û hevalên wê piştî ku bi kîmyasalê hatine kuştin bi şelîte erdê kaşkirine. Weke ku di dîmen de jî xuyaye di cenazeyan de gule tune ye. Ma wîjdana we, exleqê we tune ye?  Hûn çima cenazeyê me nadin me? Cenazeyên me bidin me." 
 
XWÎN DANE LÊ ENCAM NEGIRTINE 
 
Bavê Musa Anter Çatak, Saît Çatak jî diyar kir ku ev meheke cenazeyê kurê wî radestî wî nekirine û wiha axivî: "Lawê min di 8'ê gulanê de li herêma Bagokê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Leşker li min geriyan û gotin 'cenazeyê lawê te li Mêrdînê ye were xwîn bide'. Ez û dayîka wî çûn Mêrdînê û me xwîn da."
 
'CENAZE NAYÊN NASKIRIN' 
 
Çatak anî ziman ku ew dixwazin ku demildest cenazeyê kurê xwe bistînin û got: "Rojek berî rojekî em dixwazin cenazeyê xwe bistînin. Qet dibe ku em xwe ker bikin û cenazeyê xwe nestînin? Bi riya parezeran me xwest ku em cenazeyî bibînin, lê dozgeriyê got cenaze nayên naskirin û ji ber wê jî ev daxwaziya me hat red kirin. Li tevî kurê min niha 3 cenaze di nexweşxaneya Mêrdînê de tên sekinandin. Em dixwazin ku cenazeyên me radestî me bikin. Salek jî li ser derbas bibe, heta ku em cenazeyê kurê xwe nestînin, em ê nesekînin." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2021
16:45 Rexmî qedexeyê jî li Wanê qêriyan: Bê ziman jiyan nabe
16:39 Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê hat girtin
16:26 Polîsan li Êlihê bi çekê li ciwanekê dan
16:13 ‘Di şaredariyên qeyûman de jin tên tacîzkirin’
15:40 Rêxistinên mafan: Girtî tazî kirin û av nedan wan
15:36 KKP’ê starta kampanya kedê da
15:14 Jina êzidî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:57 Ewilî darên wan birîn û firotin dûre malên wan talan kirin
14:57 Li Amed û Mereşê 19 kes hatin binçavkirin
14:17 Emîne Şenyaşar bingeha avahiya edliyeyê kola û li edaletê geriya
14:12 3 kesên ku li Êlihê hatin binçavkirin hatin berdan
14:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
14:07 Trafoyan rakirin û li cotkaran dan
13:40 Ji DFG'ê rapora meha gulanê: 7 nûçe û 11 malper hatin astengkirin
13:28 Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
13:04 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:58 6 sal berê li Îstasyonê komkujî pêk hat: Têkiliyên dewlet-siyaset-mafya nehat pirsîn
12:35 Bendava Zernekê bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye
11:49 Rojnameya Welat: Hikûmeta Başûr axa kurdan difiroşe dagirkeran
11:42 Piştî operasyona eskeran şewat derket
11:27 Yenî Yaşam bi manşeta ‘Axa kurdan difiroşin’ derket
11:10 Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
10:51 Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê
10:33 Ji bo zarokan dibistana gerok
10:02 Girtiyan dixin hucreyê
09:53 Welatiyên Silêmanî: Divê hemû sazî li dijî talankirinê rabin
09:48 Serokkmarê Iraqê Salîh: Birîna daristanên Kurdistanê suc e
09:16 Tiryakî: Pakêta darazê xapînok e
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 190'an de berdewam dike
09:00 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
09:00 Dayika Doganê ku li dijî komployê agir berda bedena xwe: Tecrîdê rakin
09:00 Qeyûm navê projeya ku bûbû sergo guherand û cardin da îhaleyê
09:00 'Ji ber em hemal in, em nayên hesibandin'
09:00 Korkût Eken: Ez ji bo fealiyetên PKK'ê vekolim çûm Qibrisê
Parêzer Raynar: Welatê ferxik bûye koncala ferxik
09:00 Li girtîgehê her du çavên wî kor bûn
09:00 Bîrdal: Pêkanînên Teşkîlat-i Mahsûsayê dewrî Komarê hatine kirin
09:00 'Cenazeyê keça min tazî kirine û bi erdê re kaş kirine'
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
00:20 Şandeya Zimanê Kurdî esnafên Cizîrê ziyaret kir
03/06/2021
23:59 Ji Cizîrê bang kirin: Bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
22:59 Wê li Amedê Mîhrîcana Feqiyê Teyran bê lidarxistin
20:02 114 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:02 Ciwanên HDP’ê seredana Gundê Şêxan kirin
17:01 TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
16:50 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dema şikandina tecrîdê ye
16:43 Di lêpirsîna MEBYA-DER’ê de hejmara girtiyan derket 11’an
16:42 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
16:40 Ji HDP’ê serdana piştgiriya elewiyan
16:15 Li Siwêregê qezaya trafîqê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:39 Rêvebera Komeleya Rosayê: Tenê ne ez, komele jî tê darizandin
15:35 Karsazên kurd li ser gora xwe hatin bibîranîn: Kujer diyar in bila hesap bê pirsîn
14:24 Beştaş pirsgirêkên girtiyên nexweş bir rojeva meclisê
14:02 HDP’ê Yenî Şafakê derewand
13:32 Pitik Elîf a nexweşa SMA’yê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
13:16 ÎSÎG: Di meha gulanê 232 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:00 Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin
12:45 Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da
12:41 Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
12:36 Li Sêwazê 9 kesan di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da
11:50 TUÎK’ê enflasyonê daxist
11:42 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêkanîne bidarizînin
11:21 Li Herêma Federe ya Kurdistanê modela Îsraîlê: Tirkiye erdê herêmê dikire
10:23 Di belavkirina kartol û pîvazan de jî nelirêtî kirine
10:08 Rojnamevan Gumuş qala binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bafrayê kir
09:22 Hasan Saltik jiyana xwe ji dest da
09:14 Hevseroka MED-DER'ê: Ji bo parastina ziman em tev li mîtîngê bibin
09:03 Banga ji bo mîtînga ziman a Wanê
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 189'an de berdewam dike
09:03 Serdana gel û esnafan bû mijara fezlekeyê
09:03 25 sal in bi tûzik û pirpara Hewselê debara xwe dike
09:03 Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine
09:03 Penaberê ku cihekî wî yê mayînê tune ye, li parkan radizê
09:03 Piştî 20 salan li herêma Bilbilê çandînî hat kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
02/06/2021
23:12 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:56 112 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:50 Li Wanê welatiyek li mala xwe mirî hat dîtin
16:43 Zarokê 12 salî ku wêneyê avahiya HDP’ê girt, hat binçavkirin
16:34 Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
16:33 Beştaş: Hûn îradeya ku wê welat ji pergala mafyatîk rizgar bike tecrîd dikin
16:05 Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin
15:49 Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo tevlîbûna mîtîngên ziman bang kir
15:49 Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
15:30 Ji 3 bajaran çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:12 Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn
14:12 Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin
14:12 128 milyar nikare bê pirsîn
13:53 Li Wanê kuştina biguman a jinekê
13:13 Di doza “Birêz Ocalan” de ji Leyla Guven re ceza hat xwestin
12:58 Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me
12:51 Li Bedlîsê leşkerek û cerdevanek hatin kuştin
12:47 Ew çû lê helbestên wî man
12:27 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
11:57 Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan!
11:57 Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
11:32 Ji KNK’ê serdana partiyên siyasî: Divê parlamento li dijî êrişan li hev bicive
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin
10:51 Kamaç: Astengkirina partiya me têkildarî statûya kurdan e