ŞIRNEX- Şandeya Zimanê Kurdî bi awayekî girseyî serdana esnafên Cizîrê kirin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Komîsyona 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî piştî daxuyaniya zimanê kurdî bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û parlementerên HDP'ê yên Şirnexê û gelek kesan bi dirûşmeya "Bila Kurdî bibe zimanê fermî yê Tirkiyeyê" esnafên Cizîrê ziyaret kirin.
Piştî serdanê, şandeyê çû Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek.
Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, diyar kir ku ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê ew ê heta dawiyê têbikoşin.