* M.A. ku ji ber rejîma Îranê reviyaye û hatiye Wanê, ji ber ku cihekî lê bimîne tune ye, bi rojan e li parkan radizê.
* Li Qilebanê ji ber qedexeyan û operasyonên eskerî qada jiyanê ya mêşan hatiye dagirkirin û sewalvanî jî hema bibêje nemaye.
* Fatma Ozdemîr, 25 sal in li Baxçeyê Hewselê pirpar, tûzik û şênayiyên din datîne û pê debara xwe dike.
* Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan, ji bo tevlêbûna mîtînga zimanê Kurdî ku di pêşengiya Tora Çand û Ziman de li Amedê bê li darxistin bang li hemû kesan kir û xwest her kes ji bo parastina ziman tev li mîtîngê bibin. Elmas Kan got; Ziman, çand û dîroka kurd tê tunekirin. Ji bo parastina çand û ziman divê em dakevin qadên mîtingê"
* Welatiyê bi navê Îbrahîm Acar ku piştî 20 salan cara yekemîn li herêma Bilbil a Şirnexê dest bi çandiniyê kiriye, got ku gelek kêfxweşe li ser xaka xwe çandiniyê dike.
* Derbarê 10 parlementerên HDP'î de bi hinceta serdana esnafan kirine û xwestine bi girseyê re bimeşin, fezleke hatin amadekirin.
* Dê Tora Ziman û Çanda Kurdî li Wanê mîtîngekê li dar bixe. Komîteya Amadekar a Mîtîngê, bang li gel kir ku tevli mîtîngê bibe.
* Malbata Şenyaşar dê bi daxwaza Edaletê çalakiya Nobetê di roja 87'an de li pêş Edliyeya Rihayê bidomîne.
* Danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" kiriye lê hat vekirin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.30-17.00)
* Danişîna doza kuştina Fatma Altinmakas a ji aliyê hevjînê xwe Kazım Altınmakas ve hat kuştin dê li Dadgeha Cezayên Giran a Panosa Agirî bê dîtin. (11.00)
* Karsazên Kurd Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay, dê bi tevlêbûna Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar li Goristana Avcilar a Stenbolê bêne bibîranîn. (13.00)
* Tora Çand û Ziman, bi boneya Kurdî bibe zimanê fermî dê li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê mîtîngê li dar bixe. (16.00)