WAN - Welatiyê bi navê Bayram Guldag ê rûniştvanê taxa Şerefiye ya Wanê, li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin.
Welatiyê bi navê Bayram Guldag (50) ê rûniştvanê taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin. Li gorî îdiayan peywîrdarê avahiyê yê ji bêhnê aciz bû, polîs û tîmên AFAD’ê agahdar kirin. Polîs û tîmên AFAD’ê yên hatin malê û cenazeyê Guldag ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herema Wanê. Hat zanîn ku Guldag şifêriyê dike. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.