NAVENDA NÛÇEYAN - Wezaretên Çandiniyê yên Herema Federal a Kurdistanê û Hikumeta Iraqê bertek nîşanî birîna daran a ji aliyê komên OSO û cerdevanên girêdayî TSK’ê ve li Herema Behdînan tên kirin dan.
Li herêma operasyonê ya ku Hêzên Biçek ên Tirk (TSK) di 23’yê Nîsanê de li heremên Metîna, Zap û Avaşînê dan destpêkirin dar tên birîn. Darên ku ji aliyê komên OSO û cerdevanên girêdayî TSK’ê ve tên birîn, pişt re li ser hin şîrketan tînin Tirkiyeyê û tên firotin.
Wezaretên Çandiniyê yên Hikumeta Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku birîna daran a ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, ne tenê dijminatiya hemberî xweza, jîngeha Iraq û Herêma Kurdistanê ye, di heman demê dijminahiya hemberî hemû mirovahiyê ye. Wezaretan, diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê êdî li rex dagirkirina axa Kurdistan û Iraqê dest bi talankirina xwezayê jî kiriye û li cihên ku bicih bûye dest bi şewitandina xwezayê û dar birînê kiriye.
‘VÎ KARÊ XWE RAWESTÎNE’
Wezaretên Çandiniyê yên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê, di dewama daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em bang li Hikumeta Tirkiyeyê dikin, vî karê xwe rawestîne û di heman demê em bang li Hikumeta Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê jî dikin. Divê ji bo çareseriya vê mijarê xwedî bersiv û çareseriyek cidî bin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, nûnerên welatan û rêxistinên navnetewî jî dikin, ji bo çareserkirina vê rewşê ku ne mirovane ya dijî jîngehê, alîkariya me bikin.”