Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn

  • rojane
  • 10:07 1 Hezîran 2021
  • |
img
RIHA - Bi ser qetilkirina siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz re 27 sal derbas bûn. Hevjîna Melîk Senay Melîk, got: “Bi nirxên ku di dilê xwe yê wêrek û xweşik de digirtin, her tim di jiyan û hafizeya me de cih girt.”  
 
Siyasetmedarê Kurd Muhsûn Melîk û rê hevalê wî Mehmet Ayyidiz, li Rihayê di 2’yê Hezîrana 1994’an de, di encama êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da bûn. Bi ser qetilkirina Melîk û hevalê wî Ayyildiz re 27 sal derbas bûn. Melîk ê di êrişê de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê got ku “Kesên gule berdan me, di nava polîsên sivîl ên berê em şopandibûn de, cih digirtin.” Her çiqasî ev peyva Melîk derbasî girtekan bû jî, di nava 27 salên derbasbûyî de, tu pêşketin çênebûne û lêpirsîna derbarê bûyerê de hatibû vekirin jî bi hinceta “kiryar ne diyar” kirin refên bi toz de.
 
Hevjîna Melîk Senay Melîk, di salvegera qetilkirina hevjîna xwe de axivî û behsa serpêhatiya xwe kir.
 
‘DI XIZMETA DU GELAN DE BÛ’
 
Senay Melîk, diyar kir ku hevjînê wê her tim ligel rastiyê bû û wiha axivî: “Bi taybetî pirsgirên herêma xwe ji nêz ve dişopandin. Tevahiya jiyana xwe, xizmeta dostantiya gelên Kurd û Tirk, wekheviya du gelan kir. Xelkê bawerî pê dianî û dihat heskirin. Mirovekî hevsengiya siyaseta demokratîk dikir. Di biryarên xwe de zalal bû. Tu carî dû dilî nêz ne dibû. Di şertên zor de jî, biryarên tam digirtin.”
 
JI BER ÎFADEYEKÊ BI TENÊ HAT GIRTIN
 
Melîk, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di dema ku di Endezyarê Sereke yê Miduriyeta Herêm a Kooperatîfan a Amedê de, dixebitî ji ber îfadeya kesekê di sala 1984’an de hat binçavkirin û 40 rojin di girtîgehê girtin. Melîk piştî 40 rojan hat berdan û wî sîrgûnê Çankiriyê klirin. Hevjînê min li vê derê îstîfa kir û cardin vegeriya Amedê. Li vê derê şirketek taybet vekir. Piştî demekê dîsa vegeriya Rihayê. Li aliyekê xebatên xwe yên pîşeyî dikir û li aliyê din xebatên xwe yên bi avakirinên civakên sivîl re dewam dikirin.”
 
‘PIŞTÎ HAT QETILKIRIN, CEZA LÊ BIRÎN’
 
Melîk, da zanîn ku ji ber axaftineke di Kongreya Giştî ya HEP’ê de kiribû doz lê hatibû vekirin û wiha pê de çû: “Piştî ku Muhsîn jiyana xwe ji dest da, 2 sal şûnde ceza lê birîn. Beşdarî merasîma cenazayê Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin bibû. Li wê derê hat binçavkirin. Wî derxistin dadgehê û kirin girtîgehê. Li vê derê 3 mehan di girtîgehê de ma. Bêguman dibin çavan de îşkenceyên giran lê kiribûn. Piştî ji girtîgehê derket, ji tifaqa HEP-SHP’ê li Rihayê ji bo parlamenteriyê bû namzet. Ligel ku dengek mezin girtî, bi 130 dengan nekarî benda herêmê derbas bike û bibe parlamenter. Dûre dîsa fikir û ramana xwe ya siyasî bi Serokatiya HEP’ê ya Rihayê dewam kir. Piştî avakirina HADEP’ê, demek kurt hat qetilkirin.” 
 
JI WALIYÊ RE RADIGIHÎNE KU TÊ TEHDÎTKIRIN
 
Melîk, dest nîşan kir ku berî bê qetilkirin 3 salan, hertim dihat şopandin û wiha bilêv kir: “Her tim wî dişopandin û gef lê dixwarin. Êdî ev bibû awayekê jiyana me. Digot telefona wî tê guhdarkirin. Rojekê wesayîtek Torosa spî hewl dide, wî rawestîne. Lê ew qet wesayîta xwe na rawestîne û berê xwe dide baxçeyê xwe yê Xizmeta Gund. Li walî digere û radigihîne ku tê tehdîtkirin û ewlekariya canê wî tuneye. Bi vî awayî gelek caran hewl dan wî bi revînin. Muhsîn di ferqa her tiştî de bû. Lê tu carî dest ji xizmeta gel berneda. Ajokarê wesayîtê Mehmet Ayildiz ê bi hevjînê min re hat qetilkirin, pir ji hevjînê min hes dikir. Mirovek pir baş bû. Ji Muhsûn qet dûr ne diket. Wî jî dizanîbû ku her tim hevjînê min tê tehdîtkirin. Ligel vê jî bi wî re dixebitî. Hevaltiya wan pir baş bû. Rêhevalên hev bûn.” 
 
‘YÊN KU GULE BERDAN MIN POLÎS BÛN’
 
Melîk, derbarê roja qetilkirina hevjînê xwe de, wiha axivî: “Buroya wî li navenda bajêr bû. Di navbera mal û buroya wî de 3 avahî hebûn. Ji ber ku dihat şopandin her tim bi wesayîta xwe diçû buroyê. Serê sibê saet 9.00’an ji bo biçe buroya xwe dikeve rê. Li ber buroyê, bi awayekê çep rast guleyan berdidinê. Mehmet li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Muhsîn jî bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxanê. Li nexweşxaneyê ji kesên derdora xwe re dibêje, ‘Kesên gule berdan min, di nava polîsên sîvîl ên ez demek dirêj şopandim de cih digirin. Vê axaftina wî derbasî girtekan jî dikin. Ez wê demê li dibistanê bûm. Hevala min ji min re got ku hevjînê te qezaya trafîqê derbas kiriye. Lê min jê re got, ‘na wî qeza nekiriye, lêxistine.’ Heya ku ez gehiştim nexweşxanê jiyana xwe ji dest da bû.”
 
27 SALIN FAÎLÊN WÎ NAYIN DÎTIN
 
Hevjîna Melîk Senay Melîk, bi bîr xist ku 27 salan têkoşîna edaletê dide û wiha bi dawî kir: “Me serî li hemû rêyên darazê da. Herî dawî min serî li Dadgeha Bilind da. Piştî 4 salan biryara ‘nayê qebûlkirin’ hat dayîn. Binpêkirina mafê jiyanê, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ez ê heya dawiyê şopdarê vê dozê bim. Hevjînê min di ronahiya rojê de, li nava bajêr hat qetilkirin. 27 salin faîlên wî nayin dîtin. Roje zû ne yek dereng wê berpirsiyar bên dîtin û faîlên wî bên darizandin. Ger em îro hin nirxan diparêzin, ev di saya Muhsîn Melîk û têkoşîna wî ya demokrasiyê bû. Bi nirxên ku di dilê xwe yê wêrek û xweşik de digirtin, her tim di jiyan û hafizeya me de cih girt.” 
 
 
 
 

Sernavên din

02/06/2021
10:33 Gola Buyere ku baweriya elewîtiyê ronî dike
09:32 ‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’
09:31 51 parlamenterên Iraqê dijî operasyona Tirkiye derketin
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 188'an de berdewam dike
09:06 Amed li benda mitînga ziman e
09:06 Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye
09:06 Kargoyên girtiyan nadin wan, nameyên wan tên sansûrkirin
09:06 Li Rihayê ji sedî 30'yê zad kêm bûye
09:06 Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in
09:06 Hinceta girtina Keserê HDP'î: Bajarê wî nêzî sînor e, dibe ku bireve!
09:05 Eleqeyeke mezin ji bo Gulçîçeka Dilan: Çapa 3'yan di rê de ye
09:05 'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be'
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2021'AN
08:37 Di şerê li Bedlisê de 5 leşker birîndar bûn
01/06/2021
20:45 Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn
20:40 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:07 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir
17:04 Li Newala Qoriyê liv û tevgera eskerî
16:59 Ciwanên HDP’î seredana malbata Şenyaşar kirin
16:23 Welatiyek li ber Meclîsê hewl da întîhar bike
16:17 EGEÇEP: Kesên ku li Wanê gule li gel reşandin divê ji peywirê bên girtin
16:16 Hat îdiakirin ku li Rihayê ciwanekî xwe kuştiye
15:59 Li Farqînê 500 donim erdê neçinandî şewitî
15:55 Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
15:44 'Tirkiye îslamîstên radîkal li Efrînê bi cih dike’
15:33 Dozger xwest rojnamevan Karakaş were cezakirin
14:56 CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
14:42 Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin
14:38 Sancar: Di serdema Soylû de kiryar diyar in lê nayên darizandin
14:32 Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin
13:43 Daxwaza girtina tecawizkar Mûsa Orhan hat redkirin
13:16 Eskerek bi awayekê biguman mir
13:04 Hunermend Yilmaz Çelîk hat beraetkirin
12:52 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne
12:51 Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
12:09 Îpekyuz qedexeya silava kurdî ji Wezîrê Edaletê pirsî
12:03 Polîsan daxuyaniya SES’ê ya li ber edliyeyê asteng kirin
11:53 Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
11:47 Malbata Şenyaşar: Dinyayê bihîst lê dozger ker û kor e
11:43 DBP’ê bertek nîşanî ‘lîsteya sor’ da
11:36 Li Hesekê teqîn pêk hat
11:29 Hewlêr û Bexdayê bertek nîşanî birîna daran dan
11:25 Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
11:10 Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
10:59 Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir
10:42 Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
10:07 Melîk ê berî 27 salan hat qetilkirin: Kesên gule berdanê polîs bûn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 187'an de berdewam dike
09:00 Turkdogan: Herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatin kuştin
09:00 Bi sedan karker tuwaletekê û serşokekê bikar tînin
09:00 Nelirêtiya şaredariyên AKP'ê ketin raporan
09:00 Ertan: Rêya çareseriyê Ocalan e
09:00 Ronî: Divê gelê Botanê ji bo ziman dakevin qada mitîngê
09:00 Dadgehê nûçeya der heqê kartolan de li dijî parastina cemaweriyê dît
09:00 Dayika Aştiyê 20 sal in têkoşîna aştiyê dide
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'AN
01:22 Karkerê li Muglayê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
01:15 Eskeran li Semsûrê 5 welatî binçav kirin
31/05/2021
22:25 Buldan: Eger li vî welatî dozgerên bi wîcdan hebin divê cînayetan ronî bikin
22:04 Polîsan 13 kes binçav kirin
21:27 Li Tirkiyeyê 47 hezar û 527 însan bi Covît-19 mirin
21:19 Hêzên paramîliter ên girêdayî Tirkiyeyê li Girtîgeha Efrînê 2 kes kuştin
17:01 Li Silopiyayê 110 donim zevî şewitî
16:10 Mirinên biguman: 2 jin jiyana xwe ji dest dan
15:57 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
15:39 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxaneyê
15:24 Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane
14:51 Bertek nîşanî binçavkirina endamên SES'ê dan
14:15 Girtiyê nexweş Ozkan: Destên min tim kelemçekirî ne, qet nayên derxistin
13:41 Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
12:45 Qeyûm di 2 salan de 3 caran heqê avê biha kir
11:32 Li Mêrsînê erdhej çêbû
11:21 Malbata Şenyaşar: Ê ku 3 kes ji me kuştin kî ne?
11:05 Antrenorê karateyê dest dirêjî xwendekara xwe kir
10:36 Ciwanê winda hat dîtin
09:35 Karkerê înşeatê Ertem xwe kuşt
09:07 Koma 38'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Ozturk: Di Pirsgirêka Kurd de tecrîd wergeriyaye qodên şer
09:07 Piştî 11 salan bi guhertina îfadeya ‘şahid’ hat girtin
09:07 Ozguneş: Ji bilî azadiya Ocalan çareseriyeke din tune ye
09:07 Gundiyên ku axurên wan hatin hilweşandin pirsa ‘Em biçin kur’ kirin
09:07 Cezayê 'qebehetê' li afîşa 1’ê Gulanê birîn
09:07 Bazara Îranê li ber girtinê ye
09:07 Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
09:07 Ji bo kirîna ceh û kayê sewalên xwe difiroşin
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'AN
30/05/2021
22:01 Zarokê ku bi ava Çemê Dîcle re çû jiyana xwe ji dest da
21:51 Ji ber Kovîd-19’ê 134 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:41 Li Edenê faîlê êrişa zayendî hat girtin
19:18 ‘Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a 2021’an’ dan Gultan Kişanak
15:43 PDK'ê meşa 'mertalên zindî' asteng kir
15:34 Li Enqerê, kuştina jinekê ya biguman
15:10 Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike
14:28 Welatiyên taxê li dijî girtina rê bi bertek in
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir