MUGLA - Li Mugla karkerê înşaetê yê ciwan Muhammet Karanci ku ji înşaetê ket xwar, jiyana xwe ji dest da.
Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİGM), diyar kir ku karkerê înşaetê yê ciwan Muhammet Karanci dema li Navçeya Marmarîsê ya Muglayê karê înşaetê dikir, ji înşaetê ket xwar û jiyanaxwe ji dest dane. Karanci ji bo kar hatibû Muglayê û xelkê Navçeya Patnos a Agiriyê bû.