* Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku tecrîd di Pirsgirêka Kurd de wergeriyaye qodên şer ên berê û ev tişt got: “Divê ji bo lîderê ku dikare rûyê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê biguherîne şertên azad bên çêkirin. Divê Ocalan rol û misyona xwe bilîze.”
* Ji ber ku Deriye Sînor ê Kapıkoyê 14 meh in girtî ye sûka Îranê li ber girtinê ye. Serokê Herêmê yê TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe, diyar kir ku wezaret alîkarî nade wan û ji bo qedandina sektora turîzmê di nav hewldanan de ye.
* Ji Rêveberiya Aboriya Jinan a Giştî Armanc Mihemed, diyar kir ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê jinan bi şoreşê re aboriya serbixwe ava kirine û ev ji cîhanê re bûye mînak.
* Li Şirnexê, welatiyên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin, ji ber bûhabûna ceh û kayê bi zorê sewalkariyê dikin û dibêjin ku ji bo ceh û kayê bikirin neçar in ku hinek pezê xwe bifiroşin.
* Bi hinceta afîşên 1’ê Gulanê 427 TL cezayê pere li şaxên SES û Egîtim Sen’ê yên Êlihê hat birîn.
* Gundiyên ku ji bo kana mermer a tê xwestin bê avakirin axurên wan hatin hilweşandin, fikara dikin ku sewalên wan mirar bibin. Gundiyan, da zanîn ku çavkaniya wan a debarê sewalkarî ye û ev pirs “Em biçin kur?” kirin.
* Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş, diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re Pirsgirêka Kurd jî kûr dibe û ev tişt got: “Heke Ocalan azad bibe, wê Pirsgirêka Kurd û gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Ji bilî azadiya Ocalan çareyeke din tune ye.”
* Di doza ku di sala 2011’an de derbarê wî de hatibû vekirin de ji ber ku M.Ç. ê weke şahid hat guhdarkirin îfadeyên xwe guhert Endamê PM’a HDP’ê Firat Keser hat girtin.
* Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 84'emîn de li ber Edliya Rihayê berdewam bike.
* Ji bo Ekîn Ceren Dogrûak a ku li Herêma Federe ya Kurdistanê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû wê di salvegera 16'emîn de li ser gora xwe ya li Karşikaya ya Îzmîrê were bibîranîn. (12.00)
* Rêxistinên tenduristiyê yên li Enqereyê têkidlarî binçavkirina endam û rêveberên SES'ê wê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanyaya "Ji xizaniya jinan re na" wê li taxên Kaplan û Celev ên Rihayê serdana karkerên çandiniyê bike. (12.00-17.00)