ŞIRNEX – Li bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê agir bi zeviyan ket û 300 donim erd şewitî.
Li taxa Nasirhan a girêdayî bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê, di seatên nîvro de agir bi zeviyan ket. Agir hê jî nehatiye vemirandin û didome. Ji hêla xebatkarên agirkujê û welatiyan ve xebatên vemirandina agir tên meşandin.
Hat ragihandin ku zêdetirî 300 donim zeviyên ceh û genim ji ber şewata ku derketiye şewitîne.