ENQERE - Komîsyona Lêkolînên Karên OHAL'ê, ji 126 hezar û 674 serlêdanên têkildarî binpêkirina mafan hatibûn kirin, jê tenê der barê 115 hezar û 130 serlêdan de biryar girt. Komîsyonê serlêdanên der barê 101 hezar û 58 serlêdan red kirin.
Komîsyona Lêkolînên Karên OHAL'ê, ji 126 hezar û 674 serlêdanên têkildarî binpêkirina mafan hatibûn kirin, jê tenê der barê 115 hezar û 130 serlêdan de biryar girt. Komîsyonê serlêdanên der barê 101 hezar û 58 serlêdan red kirin. Komîsyona OHAL'ê di sala 2017'an de serlêdan qebûl kirin û têkildarî encama serlêdanan encam aşkere kir. komîsyonê anî ziman ku 126 hezar û 674 hezar kesan têkildarî binpêkirinên mafên mirovan serlêdan kirin û der barê
115 hezar û 130 serlêdanan de biryar girtin. Komîsyonê anî ziman ku serlêdanên 101 hezar û 58 kesan ji red kiriye. Serlêdana 14 hezar û 72 kesan jî qebûl kirine.
11 HEZAR Û 544 SERLÊDAN JÎ LI BENDA BERSÎVÊ NE
Komîsyonê da zanîn ku ji der barê serlêdanan de ji sedî 91'an de biryar dane û der barê 3 hezar û 550 dosyayan de biyara pêş lêkolînê dane. Der barê 11 hezar û 544 serlêdanan de jî lêkolî didome.
Komisyonê anî ziman ku der barê 2 hezar û 776 dosyayan de jî biryar dane.