Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin

  • rojane
  • 11:03 28 Gulan 2021
  • |
img

WAN - Li Gundê Şêxan ê Navçeya Payizava ya Wanê ji ber gundî Kana Mermerê naxwazin, esker zorê li wan dike ku gund vala bikin. Duh esker û cerdevanan li ser gundiyan gule reşandin îşkence kirin û gotin: "Em ê we ji vî gundî derxin. Em destûr nadin hûn li vî gundî bijin." 

Li Gundê Şêxan ê Navçeya Payizava ya Wanê Kana Mermer a di sala 2006'an de hatiye avakirin, xwezayê talan û wêran dike. Gundiyên Şêxan li dijî kana mermerê bi bertek in û nerazibûnên xwe tînin ziman. Ji ber çalakiya gundiyan, bi sedan esker û cerdevan di 27'ê Gulanê de bi ser gund de girtin û li ser gundiyan gule reşandin. Esker û cerdevanan ji gundiyan xwestin ku gund vala bikin û gotin "Em destûrê nadin hûn li vî gundî bijîn." Eskeran li gundiyan xistin û nêzî 40 gom (gov/axur) ê welatiyan xera kirin. Gundiyan diyar kirin ku bi sedan esker û cerdevan ketin gund û li wan dane. 
 
'ESKER Û CERDEVANAN GOVÊ ME XERA KIRIN' 
 
Şêniya Gundê Şêxan Hîlal Batug, anî ziman ku di sala 2006'an de Kana Mermer hatiye avakirin û wiha got: "Kana Mermer di sala 2006'an de xistin meriyetê. Lê ji ber gundî li dijî vê yekê derketin, kana mermer dîsa girtin. Salek e dîsa kan vekirine. Ji ber kan zerarê dide xwezayê gundî dê ji neçarî koç bikin. Kan xwezayê û mirovan jahrînî dike. Em naxwazin jahrînî bibin. Esker û cerdevan hatin gundê me û govên (gom/axur) me xera kirin. Gundiyên li dijî vê yekê derketin gule li ser ran reşandin û bombeyên gazê avêtin wan." 
 
'ESKERAN BI HEZARAN GULE LI ME REŞANDIN' 
 
Şêniyê Gundê Şêxan ê 75 salî Sidik Bilek jî anî ziman ku hemû temenê xwe li vî gundî derbas kiriye û wiha got: "Kana mermerê xwezayê wêran dike. Hemû dar û ber hişk kiriye. Ji ber em li dijî ve yekê derketin eskeran bi hezaran gule li ser me reşandin. Eskeran hatin govên me xera kirin. Em binçav kirin. Di maşîna zirxî de li me xistin. Em kana marmerê naxwazin. " 
 
'BI DESTÛRA WALÎ GOMÊ ME XERA KIRIN' 
 
Şêniyê gund Cevdet Yucel jî anî ziman ku eskeran gef li wan xwariye û wiha got: "Dema me got; Hûn çima vê yekê li me  dikin? Gotin 'Em ê we ji vî gundî derxin. Em we li vî gundî nadin jiyandin. Bi destûra walî û qeymeqam govên me xera kirin. Rapora ÇED'ê jî sexte ye. Ku şîrket li vir kar bike em nikarin li vir bijîn. Hatin serê zarokên me şikandin. Ev zulm e. Ev der warê me û welatê me ye. Bila vê zulmê li me nekin." 
 
GOV BI SER PEZ DE XERA KIRIN
 
Şeniyê Gund Umît Yucel  jî anî ziman ku bêyî wan agahdar bikin û dema pezê wan di govê de bû, gov xera kirin û wiha got: "Gule li ser me reşandin. Bombeyên gazê avêtin me. Zulm li me kirin. Gotin 'Em ê we ji vî gundî derxin' Em naxwazin bên gundê me." 
 
ÎŞKENCE LI GUNDIYAN KIRIN
 
Welatî Rojbin Yucel  jî anî ziman ku eskeran jinbira wî xistine xwar û wiha got: "Ji ber jinbira min a du canî xistin xwar jiyana wê û zarokê wê ket talûkeyê. Sewalên me kuştin. Ez ji ser hişê xwe çûm. Eskeran li pêş çavê min destê ap û pismamê min kelepçe kirin. Çek xist serê wan. Bi qundarê çekan li wan xist. Em gundê xwe terk nakin." 
 
Welatî Sevda Yucel jî anî ziman ku esker û cerdevan hatin bêyî wan agahdar bikin govên wan xera kirin û wiha got: "Dema em li dijî xerakirinê derketin li me xistin. Bi şîşa li me xistin. Li me dan. Gelek kes birîndar bûn. Ev zulm û neheqî ye. Fermandar got 'Em destûr nadin hûn li vî gundî bijîn.' Em destûrê nadin vê yekê û em ê heta dawî li ber xwe bidin." 
 
Welatî Ergîn Bilek ê gova pezê wî xera kirin jî anî ziman ku eskeran îşkence li wî kiriye û şopa îşkenceyê li bedena wî heye.
 
MA / Dîndar Karataş 

Sernavên din

30/05/2021
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir
10:53 Gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî yê lîstik dilîst birîndar kir
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê