Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît

  • rojane
  • 09:42 28 Gulan 2021
  • |
img

ANTALYA - Rojnameger Mehmet Aslan ê duh hat berdan, bal kişand ser rastiya nûçeyên çêkiribûn û wiha got: “Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît. Min dît ku em nûçeyan rast dinivîsin. Ez ê binpêkirinên mafan ji, raya giştî ragihînim û vî karê xwe dewam bikim.” 

 
Nûçegihanê ajansa me Mehmet Aslan ê ji ber xebatên rojnamegertiyê, di 9’ê Çileyê de hatibû girtin, di danişîna xwe ya yekemîn a di 26’ê Gulanê duh hat dîtin de, serbest hat berdan. Aslan ê nêzî 6 mehan di Girtîgeha Tîpa L a Antalayê de ma, tiştên jiyan vegotin. 
 
Aslanê Beşa Rojnamegertiyê ya Zanîngeha Akdenîzê qedan, dûre di Ajansa Mezopotamya (MA) de, dest bi karê rojnamegertiyê kir. Aslan ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê hatibû girtin. Aslan, bal kişand ser girtina xwe û wiha axivî: “Ez ji ber hevdîtinên telefonê yên min bi malbat, girtî û çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kiribûn hatim girtin. Naveroka nûçeyên min sûc dîtin û hewl dan bi vê min sûcdar bikin.” 
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Aslan, diyar kir ku di îdînameya wî de, nûçeyên têkildarî lêgerîna tazî ya ku yek ji rojevên sereke ya Tirkiyeyê, kirine nûçe sûcdar hatiye dîtin û wiha got: “Xwestin min bi vê rojevê sûcdar bikin. Piştî ez hatim girtin û şûnde, min baş zanî ku nûçeyên min çêkirine çiqas rastin. Ji ber ku min bi xwe ev rewş jiya. Berî ez bêm girtin, min zextên derûnî, îşkenceya fîzîkî û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de kiribûn nûçe. Di girtîgehê de ez carek din bûm şahidê vê yekê û min bi çavê xwe dît. Roja ku ez ketim girtîgehê, lêgerîna tazî li ser min ferz kirin. Vê yekê hişt ku ez girtiyan hîn baştir fêm bikim. Mafên girtiyan ên dermankirin, ragihandin û agahî girtinê tên astengkirin. Derbarê xwarin, paqijî û hewadarkirina girtiyan de gelek binpêkirinên mafan hene. Min gelek nûçe derbarê van binpêkirinên mafan de nivîsandibûn. Dema ku ez ketim girtîgehê, min dît ku ev pirsgirêk hîna jî dewam dikin.”
 
AVA GERIM
 
Aslan, derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîtgehê tên jiyîn de, ev agahî dan: “Girtiyekê ku em bi hev re bûn, ji bo diranê xwe bikişîne berî 7 mehan serlêdan kiribû, lê tu bersiv negirt. Ji bo qawîşê, rojê tenê saet û nîvê ava gerim didan. 20 girtî li qawîşa ez lêbûm diman. Gelo di nava saet û nîvê de, 20 kes wê çawan karibûn serê xwe bişûn? Wê çawan cilên xwe bişûn û paqijiyê bikin? Li hin qawîşan 40 kes diman. Ji ber vê gelek girtiyan bi rojan nedikarin serê xwe bişûn. Di pêvajoya pandemiyê de jî ev rewş dewam kir. Dîsa amûrên paqijiyê ne didina girtiyan. Berî ez bêm girtin, nexweşiyek çerim bi min re rû da bû. Ez derxistim revîrê, lê 15 rojan dermanên min nedan min. Ji ber xemsariya rêveberiya girtîgehê ev nexweşiya min belav bû. Ji ber vê 53 rojna ez bi tena serê xwe di hucreyek 5 metrî de hatim girtin.”
 
YÊN  KU BI KURDÎ ZANIBÎN TUNEYE !
 
Aslan, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê nameyên ji bo wî diçûn ne didan wî û wiha pê de çû: “Nameyên gelek girtiyan ne didan wan. Nameyên me dihatin asteng kirin. Piştî ez ji girtîgehê derketim gelek hevalên min gotin name ji min re şandine, lê yek ji wan jî nedane min. Hin name bi hincetên pir ji rêzê ne didan min. Di heman demê de nameyên me yên bi Kurdî yan ne didan me, yan jî piştî demek dirêj didan me. Hinceta wan jî kesekê bi Kurdî zanibe tuneye bû. Li vî welatî bi milyonan mirov bi Kurdî diaxivin, lê kesekê ku nameyan werger bike ji bo girtîgehan eyar nakin.”
 
‘EZ XEBARA XWE DEWAM BIKIM’
 
Rojnameger Mehmet Aslan, dest nîşan kir ku ji ber nûçeyên binpêkirinên mafan hatibû girtin û ev peyam da: “Min binpêkirinên mafan ji nêz ve dîtin. Li gorî nûçeyên em çêdikin, bêmafî pir zêdetire. Bi girtina rojnamegeran, dixwazin ku binpêkirinên mafan ji raya giştî veşêrin. Ji bo ku binpêkirinên mafan zêdetir nebin, em rojnameger em ê kameraya xwe, wênekêşa xwe û pênûsa xwe her tim biparêzin. Dixwazin em têk bibin û teslîm bigirin. Lê em di vê yekê de bi israrin; Emê tu carî dev ji ragihandina binpêkirinên mafan bernedin. Emê her tim vê rastiyê ji raya giştî re ragihînin. Em ê li dijî bêmafiyan, bêdeng nemînin.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

30/05/2021
14:17 Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan
13:22 Parêzerê girtiyê 83 salî Ozkan: Girtîgeh bûye îşkencexane
12:46 Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin
11:41 Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan dest bi meşa ‘Mertalên Zindî’ kirin
11:37 Edhem Barzanî: Dem hatiye ku em helwest nîşan bidin
11:19 Eskerê di şer de birîndar bibû mir
10:53 Gardiyanekî bi çekê zarokê 16 salî yê lîstik dilîst birîndar kir
10:32 Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin
10:15 Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
09:23 RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 185'emîn de dewam dike
09:03 Şener: Di dewleta mafyayî ya nû de hesabdayîn tune ye
09:02 Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
09:02 Hejmara windayan derûniya esker û cerdevanan xera kiriye
09:02 Ciwanekî li dû şopa Egîdê Cimo
09:01 Got, 'tu çawa yî, baş î?' 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê birîn
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê
08:07 Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket
29/05/2021
21:37 Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:41 47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirin
Komên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin
17:14 Bi daxwaza walitiyê biryara beraeta hevşaredar hat xerakirin
16:03 ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan
14:44 'Ji bo mafê jiyanê Mehmet Emîn Ozkan berdin'
14:44 Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê
14:28 Dayikên Şemiyê li ser daxuyaniyên Peker bang li dozgeran kirin
14:02 Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin
13:52 Rapora kana mermeran: Ji bo mirov û sewalan xetere
13:44 Xizmên windayan aqûbeta Zubeyir, Kemal, Abdulbakî û Zekî pirsîn
13:38 Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
11:30 Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
11:27 Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in
11:15 Baroya Amedê giliyê stasyona bazê kir
10:37 Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin
10:36 Li Cûdî dar tên talankirin
10:23 Ji bo cezayê girtiyê nexweş Ozkan bê taloqkirin serî li dozgeriyê dan
10:09 Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve
09:52 Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan
09:11 10 sal in kurê xwe nedîtiye: Ji hesreta azadiya wî xwîn çû ser mêjiyê min
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 184'emîn de dewam dike
09:10 Ocalan: Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe, hiqûq veguhere metayê
09:09 ‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e'
09:09 Girtiyên dikevin greva birçîbûnê dixin hucreyan
09:01 Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir
09:00 Taciz û mobbîng aşkere kir: Piştevanî ji min re bû hêz
09:00 ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN
00:43 Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê
28/05/2021
20:20 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134
20:19 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Firat Keser hat girtin
16:36 Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî
16:17 Wê ji kanên komirê yên Nêrdûşê qirêj dikin re hawizan çêbikin
16:08 Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin
15:58 Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir
15:45 ‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’
15:37 Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin
15:26 Aktîvîsta TJA’yê Batûray hat beraetkirin
15:22 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
15:05 Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın
14:57 Wê ji bo kurdî li 3 navendan mitîng bên lidarxistin
14:50 BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne
14:44 Endamên îstîxbaratê gef li aktîvîsta TJA’yê xwarin
14:29 Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê li Demîrtaş birî
14:21 Di doza Leyla Aydemîr de qeyda dengê nû derket holê
14:13 Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e
14:12 Gunay: Ocalan berê hişyarî kiribû
14:11 KESK: Em serê xwe natewînin
13:52 'Em li rex dayika Emîne ne'
13:39 AYM’ê serlêdana Balûken red kir
13:26 Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn
12:45 Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin
12:31 Qeraxê Gola Wanê kirin qada fêrkirina bombeyên gazê!
12:30 Malbata Şenyaşar: Soza me heye em dest jê bernadin
11:34 Dolar firiya!
11:03 Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin
10:59 Kevser Demîr a 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: Polîs derewan dike
10:47 Ozkanê bi kelepçê anîbûn nexweşxanê, bi kelepçeyê jî paşve birîn girtîgehê
10:47 Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe
10:20 Dozgerê Wanê 14 kes sewqî dadgehê kirin
09:42 Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît
09:22 Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 183'yemîn de dewam dike
09:07 Rapora pêzaniyê ya derbarê kuştina Şahîn Oner de
09:07 CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin
09:07 Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin
09:07 Hevserokê DAD'ê Kûlû: Di vê pêvajoyê de sûcê me yê herî mezin, bêdengî ye
09:07 Derî vekirin, lê turîst tune ne
09:07 Ji ber hişkesaliyê giyayê dixin nav penêr jî biha bû
09:07 Xweparastin bi qasî nan û avê hewce ye
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2021'AN
08:14 Dadgehê 4 kes li Edeneyê girtin
07:52 Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir
27/05/2021
21:19 Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:05 Sancar: Di vê pergalê de hiqûq ji bo kurdan nayê şixulandin
17:07 Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin
17:05 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin derket 16’an
17:03 KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin
16:39 Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê
16:30 Di 4 mehan de 57 sal ceza li 20 rojnamegeran hat birîn
16:29 Doza Hemdan ê hat kuştin taloq bû
15:55 Agir bi daristana Tesîsên Şefîtiya Daristanê ket
15:33 Li Rihayê mirina biguman a jinekê