Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin

  • rojane
  • 14:10 25 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş got: “Îro serokê mafyayê derketiye, dewletê dîl girtiye. Ev zilam niha hemû qirêjiyên pergalê radixe holê, lê em girtî ne. Suleyman Soylû Wezîrê Karên Navxweyî ye, lê mafya dersê didê.” 
 
Danişîna doza sereke ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku derbarê wî de biryara berdanê hatibû dayîn û negirtî jê tê darizandin, li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F ku lê girtî ye, bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Demîrtaş û parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Huda Kaya û Zeynel Ozen dozê şopandin. 
 
Serokê dadgehê bi xwendina nasnameyê û ewraqên li dosyeyê hatibûn barkirin dest pê kir. Serokê Dadgehê diyar kir ku ew dixwazin biryara dosyeya Doza Kobanê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin û dosyeya 19’emîn Dadgeha Cezayê giran bibe yek were dayîn. 
 
Pişt re mutalaya dozger hat wergirtin. Dozger xwest ev dosye bi dosyeya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran re bibe yek. 
 
‘DOZGER LI PEY DI NAVA FEN Û FÛTAN DE YE’
 
Demîrtaş li dijî mutalaya dozger mafê axaftinê wergirt. Demîrtaş diyar kir ku ew vê mutalayê red dike û xwest dosyeyên nebin yek û her yek li wê dadgehê bimîne. Demîrtaş da zanîn ku dema ew li biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan  Ewropayê (DMME) dinêrin dozger û şandeya dadgehê eşkere di nava fen û fûtê de ne. 
 
 ‘BIRYARA DMME’YÊ BISEPÎNIN’ 
 
Demîrtaş biryara DMME’yê bi bîr xist û wiha got: “Ev biryar dibêje hûnê her tiştî bînin halê berê. Lewma hûnê biryarê bisekinînin. Biryar dibêje we mafê wî siyasetê i destê wî girtiye û tu axaftina wî nabe astengkirina siyasetê. Hûn nikarin bêjin ‘ev biryar me eleqedar nake’. Heke we eleqedar jî bike, beriya hûn biryara dosyeyan bikin yek, divê hûn hewcehiyên biryarê hemû bicih bînin û ev deynê stûyê we ye. Di celseya îro de li gorî di biryara DMME’yê de tê gotin a rast ew e ku beraeta min were dayîn. Îro darazek ku vê biryarê bisepîne nîne. Îro roj dewra Suleyman Soylûyan e. Van rojan boriya wan wîtwît dike. Tişta kut ê dîtin, derarê Soylû de hin tişt tên gotin. Deng ji Dadgeha Enqereyê dernakeve. Lê heman Suleyman Soylû xwe dispêre beyanên şahidên veşarî yên ji aliyê miduriyeta polîsan ve hatine guhdarkirin, ez jî di nav de siyasetmedarên HDP’yî tên darizandin.” 
 
‘TE PARÊZVAN DAYE VÎ ZILAMÎ’ 
 
Demîrtaş destnîşan kir ku 5 sal in aliyê hiqûqî yên nebaş ên şandeya dadgehê dibîne û wiha got: “We wek kes, malbat û partiya min mexdûr kir. Ez yek endamên organa qanûnçêkirinê bûm. Tevî ku destnedayîna me hebû jî lê me ji malên me revandin. Nuqteya em gihîştinê we dît. We Tirkiyeyê bi girtina me radestî van kesan kir. Îro serokên mafyayê derketine û dewletê dîl girtine. Bandora biryara dadgeha we jî li van tiştên diqewimin heye. Divê hûn bêjin ‘êdî bes e we welat xistiye çiravê û hûn hêj zextan li ser darazê dikin’. Lê belê hûnê niha viya dewrî Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn bikin. Zilam li xwe mikûr tê û dibêje ez serokê mafyayê me. Wezîrê Karên Navxweyî derdikeve bernameyê û dibêje ‘ev zilam tecawizkar e, nivîsên wî yên Bylockê hene, bi ser koftevan de girt, mafyavanek rezîl e’. Kes jî dernakeve û nabêje ‘te parêzvan dane vî zilamî, te destûra mitîngên wî daye, pasaport dayê’.” 
 
‘DERSÊ DIDE SOYLÛ’ 
 
Demîrtaş bal kişand ser axaftinên Sedat Peker ku têkiliya wî bi dewletê re heye û wiha got: “Îro serokê mafyayê derketiye, dewletê dîl girtiye. Ev zilam niha hemû qirêjiyên pergalê radixe holê, lê em girtî ne. Suleyman Soylû Wezîrê Karên Navxweyî ye, lê mafya dersê didê. Lê heman Suleyman Soylû xwe dispêre beyanên du şahidên veşarî û televîzyon bi televîzyon geriya û me sûcdar kir. Ji me re got ‘terorîst’. Ey Soylû beyanên du şahidên veşartî ku didin têr dike ku tu ji me re dibêjî ‘terorîst’ lê dema ev zilamê ku te wî parastiye, destûr daye mitînga wî, derdikeve tiştên te eşkere dike dibin karên vala. Wisa nekin. Heta ev li pêşberî darazê hesab bidin, ez ê li ber xwe bidim. Yên vî welatî kirine bin kontrola xwe, me divêjin zindanan, dem abi milyar dolar jî dihatin revandin zilmê li me dikirin.” 
 
‘HÛN HEMÛ SEROKAN JÎ BIGIRIN, LÊ WE WINDA KIRIYE’ 
 
Demîrtaş anî ziman ku girtina wî êdî kêrî AKP’ê nayê û got: “Êdî tenê ne min, hûn tevahiya lîderên muxalefetê jî biavêjin zindanan lê we winda kiriye.” 
 
Demîrtaş da zanîn ku rojek dereng an rojek zû wê darizandina wî bi beraetê encam bide û êdî civak îlelahê ji we dike û însan ji birçîna xwe dişewitînin lê îqtidar bi milyar dolaran pere dizî ye. 
 
‘DADGEH ZILMÊ LI ME DIKE’ 
 
Demîrtaş anî ziman ku du daxwazên wî hene û got: “Di çarçoveya biryara DMME’yê de biryara beraetê bidin. Êdî parastinên min ên li dadgeha we gihîştine ber qedandinê. Dosya wê derkeve mutalayê. Dosyeya li Dadeha Cezayê Giran a 22’yemîn bixwazin. Bila tefrik bikin û bi vê re bikin yek ku parastina xwe bikim û du hundirê çend mehan de biryar derkeve. Lê Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn çend sal wê berdewam bike.” 
 
Demîrtaş destnîşan kir ku şandeya dadgehê zilmê li wan dike û got: “Hûn hiqûqzan in, dadger in, lewma ez heqê xwe li we helal nakim. Ez ê pêşiya viya jî bernedim.” 
 
Piştî axaftina Demîrtaş, parêzerên wî parastina miwekîlên xwe kirin.
 

Sernavên din

27/05/2021
15:18 Temel: Kesên tînin li pêş partiya me provokator in
15:15 Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn
14:37 Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî: Heta pergal neguhere em nikarin bêhn bigirin
14:25 Kesê ji bo parvekirina mîrateyê hatibû Amedê, mirî hat dîtin
14:14 ESP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:08 Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin
13:50 Ji bersûcê Doza Pirsûsê re 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin
13:50 Derbarê HDP’iyan de 10 fezleke pêşkêşî Meclîsê kirin
13:37 Di şermezarkirina kana mermer de leşkeran gule berî gundiyan dan
13:05 Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin
12:58 KCD û DBP: Divê li tavilê tecrîd rabe û Birêz Ocalan azad bibe
12:34 Li Bazara Semtê ya Jiyanê, jinan qezenc kir
12:25 Doza rojnameger Karataş hat dîtin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:48 Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’
11:36 Malbatên Pirsûsê serdana malbata Şenyaşar kirin
10:59 Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve
10:24 Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite
10:23 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Tecrîdkirina Ocalan sûc e
09:18 4 kes tayînî HSK'ê hatin kirin
09:02 Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 182'yemîn de dewam dike
09:02 Strana 'Dort Meşale' ya Grûp Îsyan Ateşî
09:02 Bi salan e li kiryarên bavê xwe digere
09:02 Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire
09:02 Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2021'Ê
26/05/2021
23:40 Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye
21:22 Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin
19:37 Waliyên Îzmir û Edeneyê çalakî qedexe kirin
19:24 Nûçegîhanê me Aslan ji girtîgehê derket: Em ê dest ji pîşeya xwe bernedin
19:12 7 sal ceza dan Hevşaredarê Îdirê
19:06 Li Amedê 9 kes hatin girtin
18:58 Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir
16:09 Oluç: Berpirsiyarê tundî û lincê Îtîfaqa Cumhurê ye
15:39 Yildiz di bin dorpêça eskeran de hat veşartin
15:18 Dadgehê binçavkirina 16 kesên li Wanê 4 rojên din dirêj kir
15:04 Dadgehê 10 meh ceza li Dayika Aştiyê Tûran birî
14:56 Demîrtaş: Gelo qîmeta zarokên kurd tune ye?
14:42 Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
14:40 Mihricana Fîlman a Kurt û Kurmancî tê lidarxistin
14:17 Nûçegihanê me Aslan di danişîna ewil de hat berdan
14:08 Emîne Şenyaşar: Kulîlkên me hişk kirin
12:56 Rexmî 8 giliyan kirarî nehatin kirin: Qê divê ez bimirim?
12:45 Girtiyê nexweş Ozkan ê 83 salî kelemçekirî birin nexweşxaneyê
12:37 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
12:15 2 sivîl di topbarana TSK'ê de birîndar bûn
11:58 Li Hezoyê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
11:45 Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan
11:21 Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn
11:04 Ji Miduriyeta Polisan daxuyaniya tundiyê: Firîqet bin
10:58 Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan
10:52 Davûtoglû: Soylû, Yildirim û Albayrak komplo li min kirin
10:48 Qeyûm Karaloglû Şaredariya Amedê kir endamê sendîkaya xwe
10:37 Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin
09:53 Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan
09:53 Dikandarên jin ber têkçûnê ne
09:03 Bendava Devegeçîdiyê li ber çikandinê ye
09:01 Koma 37'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 8 sal in li korîdorên edliyeyê ye: Bila cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn
09:01 Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê: Em ê têkoşîneke hevpar ava bikin
09:00 Li Colemêrgê di 6 salan de 11 kes hatin kuştin, kiryar nehatin cezakirin
09:00 Dayika Şemiyê Elmas Eren: Bêhêvî nebin!
09:00 Ayşîn 27 sal in winda ye: Dê rojekê derî lê bikeve û bavê min bê
09:00 Di daxuyaniyê de navê Pirsûsê heye, lê di zabitnameyê de tune ye
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN
08:59 768 parêzeran dest bi kampanyayê kir: Divê Ocalan dikaribe parêzerên xwe bibîne
25/05/2021
21:58 Cenazeyê Mûrat Yildiz dan malbatê
20:05 Îro 175 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 HDPê hilbijartinên HSK’ê şermezar kir û Lijneya Giştî terk kir
16:10 Binçavkirin protesto kirin: Em ê paş ve gav neavêjin
15:43 3 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
15:20 Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin
15:08 Duh torosên spî îro pîqab: Nûçegîhanê me Tekay ku îstixbaratê wî binçav kir hat berdan
14:46 5 kesên têkiliya dewlet-mafyayê şermezar kirin hatin binçavkirin
14:41 Bûldan: Têkiliya dewlet-mafya-siyasetê îro jî di nava îqtidara AKP-MHP’ê de ye
14:31 Doza Demîrtaş bi Doza Kobanê re kirin yek
14:10 Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin
14:05 Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn
13:46 Ji 7 partiyan daxuyaniya hevpar: Li dijî tifaqa sûcdaran têkoşîna hevpar
13:17 Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin
13:11 Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 25 parêzeran de biryara dozvenekirinê
12:28 DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir
12:13 Karkerê ku hewl da întihar bike bi Kod 29’ê ji kar derxistin
12:03 Emîne Şenyaşar: Ez ê ji bo Fadil têbikoşim
11:38 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11:34 Îşkenceyên ku Soylû got tune ne
11:16 Yenî Yaşam sê salî ye
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin