Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike

  • rojane
  • 10:12 23 Gulan 2021
  • |
img
RIHA - Rojnamegera Amarîkayî Lindsey Snell, ku demek dirêj e li Sûriyeyê rojnamegiryê dike, diyar kir ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de ye "Paqijiya nîjadî tê kirin" û got: “Tirkiye li dijî Kurdan aşkere şer dike. Dixwaze împaratoriya Osmanî ji nûve ava bike."  
 
Şerê li Sûriyeyê 10 salin didome. Piştî şerê navxweyî yê bi destê DYA û Rûsyayê li Sûriyeyê dest pê kir, kuştin, talankirin, wêrankirin, koçberî kêm nebû. Piştî şer heta niha bi milyonan mirov ji cih û warên xwe koç kirin. Piştî bahara ereban û serhildanên li dijî rejîma Baas dest pê kir, hêzên navdewletî komên çeteyan li herêmê bi cih kirin. Di serî de El Nusra, DAIŞ û gelek komên çeteyan xwe li Sûriye bi rêxistin kirin û li dijî Kurd û gelên herêmê şer kirin. Gelê Kurd jî li dijî komên çeteyan ên şerût û li dijî rejîma baas ji bo aştî, azadî û demokrasiyê têkoşiyan. Kurdan xeta 3'yemîn a aştî û demokrasiyê parast. Gelê Kurd di çarçoveya Projeya Neteweya Demokratîk de hewl da bi gelê herêmê re bijîn. Piştî têkoşînê salan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin. Gelên herêmê ji bo parastina xwe Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ava kirin. Lê piştî Rêveberiya xweser û QSD hat avakirin êrîşên li dijî Xweseriyê û QSD'ê bê navber berdewam kir. Têkildarî êrîşên Tirkiye û hêzên navdewletî ya li dijî Kurdan, Xweseriya Demokratîk û QSD'ê Rojnamegera Amarîkayî Lindsey Snell ku demek dirêj li herêmê rojnamegeriyê dike ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
Rojnamegera jin a Amarîkayî Linsey Snell, anî ziman ku ewilî çû Tunusê û êrîşên DAIŞ'ê dişopand û wiha got: "Tunus welatekî biçûk e. Lê herî zêde ji vî welatî endam derxistin. Min li Tunusê dest bi şopandina DAIŞ'ê kir û ji wir hatim Sûriyeyê. Ez di 2014'an de çûm çoltara Helebê. Piştî şerê Kobanê dest pê kir çûm Kobanê. Min şerê YPG û YPJ'ê şopand. Di sala 2016’an de çûm Efrînê. Di sala 2019'an de li gelek bajarên Rojava geriyam. Min bi gelek YPG-YPJ’iyan re roportaj kir. 
 
'JINÊN YPJ'Ê DI ENIŞA PÊŞ DE ŞER DIKIRIN Û BÊ TIRS BÛN' 
 
Rojnameger Snell, diyar kir ku di sala 2014'an de li Kobanê şer şopand û wiha got: "Di şerê li Kobanê de jin di eniya pêş de bûn. Dema peşmerge hatin li ser wan êlekên çelîk û kask hebûn. Lê di eniya pêş de jinên YPJ'î ku tenê uniformayên wan û çekên wan hebûn. Dîsa jî pir rehet bûn. Bê tirs bûn. Di navbera herêmên ku di kontrola YPG û YPJ'ê û herêma di kontrola Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayî Tirkiyeyê de cudakariyek mezin heye. Li herêmên ku Tirkiye û SMO dagir kiriye. jin ji aliyê mêr ve tên çewisandin. Mafê jinan tê binpêkirin. Li wê herêmê jin neçar in çarşafê li xwe bikin. Bêyî destûra mêr nikarin derkevin derve. Lê li herêma ku Kurd lê serwer in, jin xwedî vîn û erk in. 
 
'HEMÛ DERÊN KU TIRKIYE Û SMO DAKIR DIKIN WEKÎ DOJEHÊ NIN' 
 
Rojnameger Lindsey Snell, da zanîn ku di sala 2016'an de çû Efrînê û wiha got: "Wê demê ketin û derketina bajar qedexe bû. Ez ji Ezazê derbasî Efrînê bûm. Wê demê rê di kontrola Cephe El Şemiye de bû. Ev komek Îslamparêz bû. Li cem wan mafê jinê tune ye. Piştî ez gihiştim Efrînê ez bê tirs tev geriyam. Tevî şerê dijwar ez pir bi aram û rehet bûm. Piştî Tirkiyeyê Efrîn dagir kir û şûnde carek din neçûm Efrînê. Lê hêj di nava SMO de çavkaniyên min ên nûçeyan hene. Ji min re video, wêne dişînin. Piştî Tirkiye Efrîn dagir kir, min vîdeoyên mîlîsên SMO yên tacîz, tecawiz, cînayet, talankirin, wêrankirin û diziya li dijî Kurdan temaşe kir. Malên Kurdan desteser dikin û difiroşin. Ev tiştekî pir tirsnak e. Wekî hemû warên ku Tirkiye û SMO dagir kiriye Efrîn jî niha bûye dojeh." 
 
'MIN DÎT KU FERMANDARÊ TUGAYA SULTAN MURAT ARAQÊ VEDIXWE' 
 
Rojnameger Snell, destnîşan kir ku bi kesên ewil tev li SMO bûn û piştre qetiyan re roportaj kiriye û wiha lê zêde kir: "Kesên tev li SMO bûn û qetiyan anîn ziman ku ew bi xeyala "Şoreşê" tevlê bûn. Di roportajên xwe de anîn ziman ku Tirkiye gotiye 'Li dijî DAIŞ û PKK'ê şer dike. Lê wan bi YPG û YPJ'ê re şer kirin. Tişta wan kir dagirkerî bû.' Ez bi eskerekî 13 salî yê tev li MSO bû re axivîm. Tiştên pir tirsnak û balkêş vegot. Eskerê 13 salî got dema di ber avahiya Fermandarê Tugaya Sultan Murat re derbas dibû, dît ku fermandar araqê vedixwe û kurekî cilê jinan li xwe kiriye û li pêş wî dansê dike." 
 
Snell, bibîr xist ku gelek çavkaniyên wê yên nûçeyan di nava fraksiyonên cuda yên eskeran de hene û wiha berdewam kir: "Beriya ku Efrînê dagir bikin, ev hêz di bin sîwana SMO ya Tirkiyeyê de bûn. Di şerê dagirkirina Efrînê de cih girtin. Piştre bi deh hezaran mêrên di vê eniyê de cih digirtin şandin şerê Libya û Karadagê." 
 
'NÊZÎKATIYA TIRKIYEYÊ JI YA EL NUSRA XERABTIR BÛ' 
 
Snell, diyar kir ku dema ket destê El Nusra û hat berdan, hat Tirkiyeyê û wiha got: "Dema ez hatim Tirkiyeyê polîsan gotin ''Dê rayedarên DYA'yî îfadeya te bigirin. Lê piştre ez şandim girtîgehê. Ji ber ku navbera Tirkiye û El Nusra gelek baş bû. Dema ez hatim girtin, nêzîkatiya rayedarên Tirkiyeyê ji ya El Nusra pir xerabtir bû. Min wê demê bi Tirkî nizanibû. Lê dîsa bi Tirkî bi min re di axivîn. Tu carî ji bo min wergêr neanîn. Di hucreya min de endamên jin ên El Nusra û DAIŞ'e hebûn. Ez ji ber vê yekê pir tirsiyam. 
 
Snell, bibîr xist ku dema çû Rojava, bi endamekî DAIŞ'ê yê 16 salî re roportaj kir û wiha got: "Zarokekî Tunusî yê 16 salî tev li DAÎŞ'ê bûbû. Beriya zarok têkeve destê QSD'ê min bi zarok û malbata wî re hevdîtin kir. Piştî hat binçavkirin jî min bi wî re hevdîtin kir. Min bi gelek endamên DAIŞ'ê re hevdîtin kir. Min bi endamên DAIŞ'ê yên Tirk re jî hevdîtin kir. Mînak Îlyas Aydin hebû. Di sala 2011'an de li Tirkiyeyê bi El Kaide re ketibû nava têkiliyê. Dema hatibû berdan tev li DAIŞ'ê bûbû. Îlyas Aydin têkiliyên di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de yek bi yek vegot. 
 
'ENDAMÊ DAIŞ'Ê JI DOZA DHKP-C'Ê GIRTIN' 
 
Dîsa endamê DAIŞ'ê Savaş Yildiz hebû. Her tişt aşkere ji min re vegot. Çawa çû Tirkiyeyê û bi endamekî din ê DAIŞ'ê re hevdîtin kiriye. Çawa ew kes fêrî bombeyan kiriye, Piştre Tirkiyeyê ew wekî endamê DHKP-C girtin û şandin girtîgehê. Tirkiye ji bo DAÎŞ'ê reş neke wî ji doza DHKP-C'ê girt. 
 
Dîsa ji Tugaya Hamza fermandarek hebû. Bi zarokên endamên DAIŞ'ê re wêne kişandiye. Li ser wêne logoya DAIŞ'ê heye. Em dikarin bêjin Tirkiye ji bermahiyên DAÎŞ’ê SMO ava kiriye. Endamên DAIŞ'ê yên berê kom kirine û MSO ava kiriye. Ez çend caran çûm Kampa Holê. Kampek pir mezin e. Ez niha nizanim çend militan lê hene. Lê herî dawî nêzî 80 hezar kes hebûn. Li vê kampê mîlîtanên DAIŞ'ê û xizmên wan hene. Li wir pirsgirêka ewlehiyê pir zêde ye. Parastina wir pir zahmet e. Her tim ji kampê direvin. Jinên ji kampê direvin, dîsa diçin Idlibê. Li wir bi endamên DAIŞ'ê yên berê re dizewicin. Gelek ji wan ne poşman in. " 
 
'TIRKIYE DIXWAZE DÎSA ÎMPARATORIYA OSMANÎ AVA BIKE' 
 
Rojnameger Snell, herî dawî destnîşan kir ku Tirkiye aşkere dîsa dixwaze împaratoriya Osmanî ava bike û wiha axivî: "Pir aşkere ye ku Tirkiye dixwaze ji nûve împaratoriya Osmanî ava bike. Dixwaze Misak- i Mîllî dîsa têxe meriyetê. Tirkiye li dijî Kurdan aşkere şer dike. Ne tenê li dijî Kurdan, li dijî ermeniyan, û hemû kemaran bi rêk û pêk şer dike. Dema ez li Tirkiyeyê hatim girtin ez pir tirsiyam. Carek din naxwazim bêm Tirkiyeyê." 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose - Lezgin Tekay
 
 
 
 

Sernavên din

25/05/2021
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî
12:49 Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn
11:15 Malbata Şenyaşar: Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin
10:56 Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin
10:56 Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin
10:42 Parêzera Doza Kobanê: Pêvajo ji parêzeran veşartî tê birêvebirin
10:29 Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket
10:20 Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da
09:46 Dadgehê malpera JINNEWS’ê asteng kir
09:39 Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin
09:30 Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin
09:14 Siyasetmedar Mehmûd Osman bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir
09:13 Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye