Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin

  • rojane
  • 09:00 23 Gulan 2021
  • |
img
RIHA - Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberîya Xweser Selman Barodo, anî ziman ku ji bo kêmbarîna baranê û kêmkirina ava çemê Firatê 300 hezer hektar zevî nehatiye çandin. Barodo, got ku Tirkiye zeviyên herêmê dişewitîne û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî Tirkiyê derkevin. 
 
Ji ber ku Tirkiyê ava çemê Feratê ya ber bi Rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ve diherike kêm dike li herêmê nexweşîn, krîza di warê çandinî û endustriyê de her roj zêdetir dibin. Li herêmê ji bo kêmkirina avê 30 îstasyonên avê betal bûne. Ji ber kêmkirina avê herî zêde cotkar zirarên mezin dibînin. Li herêmê pirsgirêka cotkaran ne tenê kêmkirina avê ye. Demsala çandiniyê ye lê kêmbarîna baranê bandoreke neyînî li cotkaran kir. Par li herêmê bi hezara hiktar zeviyên genim û ceh bi ji aliyê Tirkiyê û grûpên ku Tirkiye alîkarî dide wan ve hatibûn şewitandin. Îsal dîsa li herêmê bi zanebûn gelek zevî tên şewitandin. 
 
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barodo, kêmkirina ava Feratê, hişkesaliyê û şewitandina zeviyan ji ajansa me re nirxand. 
 
‘BARAN NE BARÎ Û ZIWAYÎ ÇÊBÛ’
 
Barodo, bal kişand ser rewşa herêmê ku bi milyonan kes debara xwe bi çandiniyê dikin û wiha got: “Em dikarin bêjin ji sedî 70 xelkê herêmê bi cotkarî ango çandiniyê debara jiyana xwe dike. Çandinî aboriya me jî baş dike. Di krîza Sûrîyê de 10 sal e me bi rêya ziraat e alîkariyê da şêniyên herêmê. Lê îsal em ketine nav krîzek pir mezin. Nebarîna baranê bandoreke neyînî kir. Piraniyê zeviyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yên çandiniyê ye û pêdiviya van zeviyan bi baranê çê dibe. Îsal baran ne barî û ziwayi çêbû. Bi hezara hektar xisiri. Ji bo gelê me demsala çandiniyê û kar e. Nebarîna baranê karê xelkê me zehmet kir û barek mezin ket ser milê rêveberiyê, derfeta kar jî nema.”
 
KÊMKIRINA AVÊ BANDOREK NEYÎNÎ DIKE 
 
Barodo anî ziman ku pirsgirêk ne tenê nebarîna baranê ye û wiha got: "Hikûmeta Tirkiyê ava Çemê Feratê kêm kiriye. Ev kêmkirin ji gelek zirarek pir mezin gihand cotkarên me yên ku nêzî çem in. Kanalê avê zuwa bûn, li bendava av heya 5 metroyan kêm bûye. Me ji wekî Rêveberîya Xweser agahî da cotkarên xwe û got; Ji bo av kêm bûye hûn ji zede çandiniyê nekin. Yê ku karibana 200 donim çandibana 150 donim çandin. Bi hezara hektar donim nehatin çandin. Kêmkirina avê bandorek gelek mezin kir. Kîjan welat bikeve şer di destpêkê de bandorê li ser aboriya wê dike. Ji sedî 90 aboriya xelkê zirar dît. Li gelek deveran çete zadên me didizin. Îmkanên ku em ê rewşa cotkarên xwe baş bikin nîne, lê dîsa jî çi dikeve ser milê me em alîkarî didin wan." 
 
‘NAHÊLIN COTKARÊN ME BIÇIN SER ERDÊN XWE’
 
Barodo diyar kir ku Tirkiyeyê şerekî dijwar li ser herêmê dimeşîne û wiha berdewam kir: “Naxwazin ev projeya demokratîk ava bibe. Li gorî peymana di navbera Tirkiye, Iraq û Sûrîyê de di sala 1987'an da hat îmzekirin divê Tirkiye di saniyeyê de 500 metrekûp avê berde. Lê di saniyeyê de 200 metrekûp av tê berdan. Me wekî Rêveberiya Xweser dengê xwe gihand hemû dewletên navnetewî ku karibin dengê xwe li hikumeta AKP bikin. Ne tenê ava Feratê, ava vexwarinê jî ku bi milyona şênî av jê vedixwin qût dikin. Li Serêkaniyê milyonek û hezer û 40 donim zevî ji destê me derket, ket destê çeteyan. Nahêlin cotkarên me biçin ser erdên xwe çandiniyê bikin. Gelek cotkar penaber bûn. Dîsa li Serêkaniyê embare me hebû, zadên me têde bûn lê dest danîn û Tirkiyê ew zad dizî." 
 
‘EM LI DIJÎ HEMÛ POLÎTÎKAYAN LI BER XWE DIDIN' 
 
Barodo da zanîn ku wextê çandiniyê dest pê kiriye û ji ber av nebû û hişkesaliyê rewşa cotkaran perîşan bûye. Barodo destnîşan kir ku li xeta sînor gelek cotkar dema diçûn ser zeviyên xwe bi gulebaran leşkerên Tirkiyê re rûbirû dimînin û gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin. Barodo anî ziman ku wan salên berê li dijî şewitandinê komên agirkujiyê ava kiribûn û îsal jî amade kirine lê têr nakin û wan hêzên leşkerî jî xistine nobeta gengaziya şewatê. Barodo diyar kir ku ew tahdeyek mezin ji xeta sînor dibînin û Tirkiye dermanekî berdide sînor û ji bo ku kêzik bi ser wan de biçin û li zeviyan bixin. Barodo got ew xwe li dijî hemû polîtîkayan amade dikin û li ber xwe didin. 
 
‘ME ALÎKARÎ DU QAT ZÊDE KIR' 
 
Barodo destnîşan kir ku wê gelek genim û ceh bikirin û got: "Me gelek genim kirî zêdeyî qewata xwe me kirî. Me par 600 hezar ton kirî îsal dîsa em ê bikirin. Me wekî Reweberiya Xweser biryarek da ku genimê Bakûr û Rojhilatê Sûriyêye bi destê bazirganan derkeve derve. Me gelek komcivîn kirin û me biryar da ku isal buhayê her kîloyek genim wek hezar û 150 lirêyen Sûrîyê, her kîloyeke ceh jî 850 lîrayên Sûrîyê bê firotin. Teklîfa ji me re hat, kîloya genim 600 lîreyê Sûrîyê bû lê me dû qat zêde kir û me kir hezer û 150 lîre."
 
‘DIVÊ GEL DESTÊ XWE BIDE DESTÊ ME' 
 
Barodo di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal bi ser milyonek û 700 hezer hektar zevî hatiye çandin. Me sala par ji 2 milyonî zêdetir çandibû. 300 hezer hektar ji bo neyînîya me neçand. Me dengê xwe gihand dewletê navnetewî. Me ji ber ziwayî, kêmkirina avê û şewatê gelek xesar dît. Hêzên Amerîkî gotin ku wê dengê me ragihînin ku dewleta Tirkiyê avê qût û kêm neke. Iraq û Sûrîye dewlet in dikarin dengê xwe li Tirkiyê bikin û civînêki navdewletî çêkin. Tişta ji destê me tê bang in. Saziyê mirovî yên navdewletî ji li hemberî dewleta Tirkîyê bêdeng in. Em vê bêdengiya wan jî rexne dikin. Banga me yek ji gelê me re ev e; dema em van zadên we dikirin ne bi çavê bazirganiyê dikirin, em ji bo we dikirin. Em di rewşek awarte de derbas dibin. Divê gelê me destê xwe bide destê me û da ku em vê rewşa awarte ji ser xwe biavêjin." 
 
MA/ Emrûllah Acar 

Sernavên din

25/05/2021
11:06 Nûçegihanê me Tekay hat binçavkirin
10:45 Li Meletiyê li kêleka rê kesek mirî hat dîtin
10:24 ‘Operasyona derveyî sînor pirsgirêka kurd kûrtir dike’
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 180'emîn de berdewam dike
09:11 Ji ber ku ferzkirina tekmîlê qebûl nekir, mafê wî yê telefonê tê binpêkirin
09:11 8 sal in li benda ceryanê ne
09:10 Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye
09:10 Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin
09:01 Cotkar û karker tev de nerazî ne
09:01 Darên fisteqan hişk dibin
09:01 Fadil Şenyaşar ê 37 sal ceza lê hat birîn: Ez bi berxwedana dayika xwe li ser linga me
09:01 Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'AN
08:53 Li dijî SES'ê operasyon: Gelek endam û rêveber hatin binçavkirin
24/05/2021
20:19 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446
16:45 Kesê ji ber parvekirina êrîşa hewayî li Amedê hatibû binçavirin hat berdan
16:22 Girtiyê nexweş Ozkan cardin rakirin nexweşxanê
15:42 Parêzeran di Doza Somayê de daxwaza reda dadgerî kirin
15:40 Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
15:17 Cenazeyek di Çemê Dîcle de hat dîtin
15:17 Rêveberiya Xweser deriyên xwe yên bi Hikûmeta Şamê re girt
14:49 Kesên hatin binçavkirin bila bên berdan
14:28 Ozturk: Bi kûrkirina tecrîdê re Tirkiye radestî mafyayan bû
14:07 Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye
14:01 Gardiyanan li jina di hucreyê de dan
13:51 Başaran: Em ê destûrê nedin ku jin bên xizankirin
13:36 Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin
13:15 Ji Turkdogan hişyariya Agar: Divê bi lezgînî were girtin, dibe ku bireve
13:14 Di behrê de cenazeyê jinekê hat dîtin
13:13 HSD’ê li Dêrazorê 24 endamên DAIŞ’ê binçav kirin
12:46 Jina 81 salî kirin qadro
12:29 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:07 MSD: Em beşdarî hilbijartina Sûriyê nabin
11:45 Li çend bajaran bi ser gelek malan de girtin: 49 binçav kirin
11:29 Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin
11:29 Şewata bi operayonê re dest pê kir belav dibe
10:57 Malbata Şenyaşar: Kujer diyar in lê dozger tuneye
10:39 Pîroglû: AKP weke dewleteke mafya dixebite
10:38 Piştî sozdayîna parastinê ya dozger hat kuştin
10:24 Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin
10:20 Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan
10:02 Li Kozanê 2 jin kuştî hatin dîtin
10:01 Ciwanê li pêş ofîsa NY'ê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
09:28 Li Edeneyê serdegirtinên malan: 20 kes binçav kirin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 179'emîn de berdewam dike
09:00 ‘Ev pergal dijminê mirov û Kurdan e’
09:00 Hiqûqnas Yildiz: Tenduristiya çalakvanan di talûkê de ye
09:00 Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
09:00 ‘Pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne’
09:00 Jin li dijî zilmê, îsyanê mezin dikin
09:00 2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova
09:00 Doz li strana ‘Mizgîna leheng’ vekirin: Bêtehemûliya li dijî Kurdiye
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN
23/05/2021
20:47 Li Îdirê îşkenceya polîs û nobedaran
20:11 Di 24 saetan de 197 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:13 Di bin çavan de 13 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin
14:07 Dadgeha Herêmê biryar da ku Agar û bersûcên din ji nûve bên darizandin
12:51 Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin
10:51 Malbata Şenyaşar: Werin em li dijî zilmê bibin yek
10:13 ‘Kîngê bûm a din wê demê terorîst hatim îlankirin’
10:12 Rojnameger Snell: Tirkiye aşkere li dijî Kurdan şer dike
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 178'emîn de berdewam dike
09:04 Li Elkê sûlav û çem ziwa bûn
09:04 25 sal in ji bo aştiyê têdikoşe: Divê têkoşîn tim bidome
09:03 Dayika zaroka hat îstismarkirin: Ku hûn nebin alîkar ez ê welat terk bikim
09:02 Nifûsa bajêr 608 hezar e, heya niha tenê 70 hezar kes hatine aşîkirin
09:02 Dersimiyan bertek nîşanî tahdeya eskeran dan: Dixwazin gel çavtirsandî bikin
09:02 EGE TUHAY-DER: Tecrîd, israra ji bo şer e
09:01 ‘Ne tekparêz, em dixwazin bibin baroyeke piralî û demokratîk'
09:01 Serî li weqfa alîkariyê da, lîreyek xistin hesabê wî
09:00 Hevserokê Desteya Çandiniyê: Ji ber zilma Tirkiyê 300 hezar zevî nehat çandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2021'Ê
22/05/2021
21:47 Li Robarokê eskeran welatiyek birîndar kir
20:59 Li quntarên Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
20:56 231 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:12 Li Kercewsê cenazeyê zilamekî hat dîtin
15:58 Hejmara pêketiyan zêde bûn: 2 girtî rakirin nexweşxanê
15:27 ÎHD’ê li aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên pismamên hev pirsî
15:27 ÎHD: Xwîn daweriviye mîda nexweş
15:16 Şewata li Cûdî vemirî
14:53 Mazlûm Abdî bi fermandarên koalisyon û CENTCOM re hevdîtin kir
14:52 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yûsûfoglû were berdan
14:29 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê li firînê tê girtin
14:29 Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin
14:28 Dayikên Şemiyê: Em ê xwedî li mîrasa têkoşîna Dayika Berfo derkevin
14:28 Gunay rewşa girtiyên bi şewbê ketin ji Wezîr Gul pirsî
13:33 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de xeniqî
12:49 Li Siwêregê şerê biçek: 3 mirî, 5 birîndar
12:03 Xizmên Windayan li aqûbeta Zubeyîr Kurt pirsîn
11:15 Malbata Şenyaşar: Di şer de jî êrişî ambûlansan nayê kirin
10:56 Zilamê tecawîzî zarokekî 8 salî kir, hat girtin
10:56 Lêpirsina eskeran a li Dersîmê bi sînor kirin
10:42 Parêzera Doza Kobanê: Pêvajo ji parêzeran veşartî tê birêvebirin
10:29 Hejmara 35’emîn a Moderniteya Demokratîk derket
10:20 Jina ku hat îdîakirin ji serban ket, jiyana xwe ji dest da
09:46 Dadgehê malpera JINNEWS’ê asteng kir
09:39 Eskeran 10 kes li Mêrsînê binçav kirin
09:30 Sewalkaran: Em herî zêde dikarin salekê li ber xwe dibin
09:14 Siyasetmedar Mehmûd Osman bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir
09:13 Qada Galatasarayê 3 sal in di dorpêça polîsan de ye