'Operasyona derveyî sînor xewna neo-osmanîtiyê ye'

  • rojane
  • 09:01 20 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Muhsîn Osman, anî ziman ku operasyonên derveyî sînor bi xewna neo-osmanîtiyê tên kirin û got: "Ev operasyon, dubarekirina nexweşîna Tirkiyeyê ye. Zirarê dide tirkan, kurdan û gelan." 
 
Li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 23'yê nîsanê ve didome. Siyasetmedar û nivîskar-lêkolîner Muhsîn Osman ku ji Herêma Kurdistana Federe ye, Farmanca operasyona derveyî sînor û encamên wê yên muhtemel nirxandin.
 
Osman, diyar kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, bi xeyalên osmanî operasyon daye destpêkirin. Osman, bilêv kir ku pêwendiya Erdogan a bi rastiyê re qut bûye û ev yek veguheriye nexweşîneke derûnî. Osman got: "Kesên xwedî feraseteke wisa hem zirarê didin gelên xwe hem jî gelên din. Ji lew re em dizanin ku Tirkiye di 18 salên serweriiya Erdogan de pir paş ve çûye." 
 
LÊGERÎNA JI BO DOMANDINA ÎQTIDARÊ 
 
Osman, pêngavên Erdogan ên li hemberî Sûriye, Lîbya, Yûnanîstan û Kurdistana Fedee wekî "polîtîkaya parastina îqtidara xwe ya ku bi afirandina dijminan re qels bûye" nirxand û destnîşan kir ku operasyona derveyî sînor jî perçeyeke vê polîtîkayê ye. Osman, diyar kir ku Erdogan bi "siyaseta operasyonan" dixwaze berpirsiyariya krîza Tirkiyeyê ji ser xwe bavêje û got: "Bi vî awaî propagandaya 'Berpirsiyarê vê rewşa xirab a Tirkiyeyê ne ez im, sûcê dijminên li derdora me ye, pêşketina me asteng dikin.' Ev fikrekî nexweşokî ye. Gelek kesên wekî Benîto Mûssolînî û Hîtler bi vê nexweşînê ketin û axirê xwe kirin qurban. Her wiha general û rayedarên eskerî yên tirk jî ji vê operasyonê qezencekê bi dest dixin û bazirganiyê dikin. Lê em dizanin ku di hemû operasyonan de pir xisirîn. Artêşa tirk di warê eskerî û aborî de derb xwar." 
 
NEXWEŞÎN Û TRAJEDΠ
 
Osman, destnîşan kir ku armanceke din a operasyonê jî "hewldana ji bo domandina îqtidarê" ye û got: "Ev operasyon dubarekirina nexweşîn û trajediya îqtidarê ye. Hem zirarê dide tirkan hem kurdan û hem jî gelên din. Dixwazin bi vê operasyonê gelê xwe bixapînin." 
 
XEWNA OSMANÎTIYÊ 
 
Osman ku got "Erdogan bi xewna neo-osmanîtiyê zirareke mezin dide Tirkiyeyê" got: "Ev, xewnên di serê kesên nexweş de ne. Bi salan e operasyonan dikin. Di salên dawî de berê xwe dan Şengalê jî. Lê gavek jî pêş neçûn. Li Rojhilata Navîn veguherîneke mezin çêdibe. Di vê veguherînê de Tirkiye biçûk dibe. Êdî mezin nabe. Bi vê tirsê propagandaya neo-osmanîtiyê dikin. Ev xewnek e û ev xewn gelê tirk paş de dibe. Tirkan li ber çavê cîhanê teşhîr dike. Em dibînin bê li cîhanê dîplomasiya tirk ketiye çi halî. Sedema vê jî ev cîhana xeyalî ye." 
 
DI DENKLEMA NÛ DE KURD
 
Osman, destnîşan kir ku Herêma Kurdistana Federe, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû deverên kurd lê ne, ji bo hêzên navneteweyî deverine pir stratejîk in û DYA jî di vê denklemê de ji bo ber dilê Tirkiyeyê xweş bike derfetên wekî operasyonan dane ber wê. Osman got: "Kesên Qendîlê nas dikin baş dizanin, ew der bi tena serê xwe cîhanek e. DYA û Rûsya ne tê de, ji xeynî PKK'ê tu kes nikare Qendîlê kontrol bike. Her wiha PKK, tenê ne gerîlayên çiyê ye. PKK; bûye perçeyek gelê kurd. PKK, li her çar perçayn, li derveyî welêt daxilî ruhê kurdan bûye. Nikarin wî ruhî ji nava kurdan derînin. Behsa cîhaneke global tê kirin. Rastiyek heye; kurd şiyar bûne. Nifşên nû hene. Rastiyeke kurdan heye; xwe, dîroka xwe û dijminên xwe nas dikin." 
 
PDK Û ZIRAR 
 
Osman, bibîr xist ku PDK'ê berê tevî îqtidara Humeynî li hemberî PDK-Î operasyon li dar xistine û niha jî li dijî PKK'ê û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel Tirkiyeyê tev digere. Osman, destnîşan kir ku kesên raya xwe didin PDK'ê jî ji ber vê rewşê nerihet in û tişta tê kirin zirareke mezin dide têkoşîna azadiyê ya kurdan. 
 
MIFTEYA AZADIYÊ 
 
Osman, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê kurd şaşiyên xwe bibînin û ji heq vê pêvajoyê derkevin û ji bo têkoşîna kurdan bi ser bikeve îşaret bi gîrîngiya yekîtiya neteweyî kir. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

22/05/2021
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 177'emîn de berdewam dike
09:00 Li zozanên Serhedê rengên biharê
09:00 Ajovanên TIR'an: Bila bac bên kêmkirin, hejmara seferan bên zêdekirin
09:00 Xeraca navçeyê 2 sal berê temam bû, lê hê jî nehatiye şixulandin
09:00 Girtiya ku ji Covîd-19'ê xelas bû: Ez nebirim nexweşxaneyê
09:00 Tesîsên seridandina komirê derdorê jehrî dikin
09:00 Li ber destê dêya xwe hîn bû, niha hînî yên derdora xwe dike
09:00 Warê qulingan bi texrîbata mirovan û ziwabûnê re rû bi rû maye
09:00 Ragip Dûran: Îfşayên Peker sinyalên îflaskirina rejîma yekzilamî ne
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'AN
21/05/2021
20:18 214 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:51 Li Semsûrê bertek nîşanî tecrît û operasyonên leşkerî dan
16:41 Li Farqînê agir bi zeviyê ket: 30 donim genim û 20 ton ka şewitî
16:37 Doza Kobanê: Wê rastiya Doza Kobanê derkeve holê
16:36 Şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîr anîn
16:26 Doza Tuncel û Kişanak cara 11’an hat taloqkirin
16:18 Kavala nehat berdan: Serokê dadgehê şerh danî ser biryarê
16:03 HPG’ê êrişên li Şirnex û Êlihê girt ser xwe
15:53 Li Balikesîrê jinek hat kuştin
15:44 Li Bazara Jinan 400 zilam bi cîh kirin
15:18 Di lêpirsîna MEBYA-DER'ê de kesek hat berdan
15:16 Rêxistinên Ciwanan: Bîranîna şehîdên şoreşê ne sûc e
14:39 Kilîmayên nexweşxaneya dewletê naxebitin
14:35 Danişîna Kobanê: Em di bin çekan de parastina xwe dikin
14:24 Li Wan û Colemêrgê 3 binçav kirin
14:13 Ji ber qûtkirina avê rê girtin
14:02 Kavala: Hewl didin ku senaryoya têkçûyî zindî bikin
13:42 Gunay: Li Sîncanê dadgeha engîzîsyonê hatiye avakirin
13:32 Karsazê ji Cizîrê dawî li jiyana xwe anî
13:30 Girtiyê nexweş Ozkan di nava 4 rojan de 4 caran rakirin nexweşxanê
13:25 Di Doza Kobanê de bêyî parêzer amade bin îfadeyên şahidan hatiye wergirtin
12:33 Sara Kaya di girtîgehê de bi vîrûsa koronayê ket
12:18 500 rojin ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin
12:15 ‘Doza Kobanê û Doza Geziyê dozên fen û fûtê ne’
12:00 Hevserokê SES'ê yê berê hat binçavkirin
11:56 Doza Kobanê berdewam dike: Bila şandeya dadgehê ji dozê vekişe
11:39 Parêzera Nevîn Yildirim: Me nediyariya hiqûqî bir AYM’ê
11:27 Li Farqînê mirina biguman a jinekê
11:15 Polîsan li Stenbolê 2 kes kirin binçavan
10:52 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nebin û li ber xwe bidin
10:52 Polîsan bi ser malên kesên di bin çavan de girtin
10:45 Mor Çatiyê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
10:39 Dede: Kurd li ku derê dibin bila bibin tên lêxistin
09:45 Li Nisêbînê kundê şaxdar ku baskê wî şikestîbû hat dîtin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 36'emîn dewr girt
09:00 Malbatên girtiyan: Heger deriyê Îmraliyê bê vekirin, dê zarokên vî gelî nemirin
09:00 Pîlotê şer Altan: Ên dîlan înfaz dikin, qey nikarin çekên kîmyewî bi kar bînin?
09:00 Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in
09:00 Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2021'AN
08:50 Li Farqînê jinekê hewl da întîhar bike
00:50 Li Êlihê teqîn li ser teqînê
00:43 Li Şirnexê bera Fermandariya Tumenê dan
20/05/2021
23:33 Li Qilebanê zilamekî dest dirêjî zarokek 8 salî kiriye!
20:32 Îro 9 hezar û 385 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:30 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Filistinê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:02 Buldan dayika Ayşe Gokkan ziyaret kir
15:55 Di bin dorpêça polîsan de Doza Kobanê şermezar kirin
15:42 DEDAŞ’ê li Mêrdînê dest bi birîna ceryana cotkaran kir
15:36 Parlamenterên HDP’ê daxwaz kirin ku binpêkirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:59 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna MEBYA-DER’ê hat dayîn
14:58 Sancar: Doza Kobanê dozek komployê ye
14:51 Li Qayseriyê jinekê ji aliyê zilamekê ve hat qetilkirin
14:42 Li Bestayê operasyon
14:42 Dozgerê ku qedexeya derketina derve rexne kir ji peywirê hat dûrxistin
14:41 Di Doza Kobanê de wergervanê kurdî tune ye!
14:21 Li Cizîrê karkerekî mirî hat dîtin
14:15 Gotin ‘kargoya te heye’ û sîxurtî teklîf kirin
14:01 Ata: Em ê di vê dosyayê de tariyê ronî bikin
13:49 Kişanak: Ez Kurdim û jinek Kurdim
12:23 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:10 Bûldan: Em ê bibin dengê qêrîna Malbata Şenyaşar
12:10 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike
12:02 Zilamê xwest tecawîzî zarokekê bike, hat girtin
11:32 Polîsan malbata Şenyaşar bi lêdanê binçav kirin
11:19 Serokê Basin-Îşê Eren: Di têkiliyên dewlet-mafya-medyayê de hedef kurd in
11:05 Peker: Parlamenter xwest, min jî bi ser Hurriyetê de girt
10:59 Malbata Şenyaşar banga îstîfakirinê li Wezîrê Dadê kir
10:16 Guldexwînan li Dersimê xwezayê xweşik kiriye
10:15 Li herêmê kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bû: Kuştina jinan encamên polîtîkayên şer in
10:14 Li Robarokê eskeran du kes birîndar kirin
10:14 Ronahiya Keleha Mêrdînê bi hêceta ewlehiyê reş kirin
09:02 Li Mêrdînê cîhaza plazmaferez a dermankirina Covît-19 tune
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 175'emîn de berdewam dike
09:02 Di bûyera lêdanê de derbarê polîs û notirvan û bijîşk de lêpirsîn
09:02 Piştî 20 salan daxwaza ji bo perwerdehiya bi kurdî kirin hincet û ew îxrac kirin
09:01 'Operasyona derveyî sînor xewna neo-osmanîtiyê ye'
09:00 Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bê şikandin dê operasyonan jî bi dawî bibin
09:00 Di 11 salan de tenê qurîşek li prîma piştgiriya çayê zêde kirin
09:00 Bendav nahêle masîpank zêde bibin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê
19/05/2021
21:40 233 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 OHD û ÎHD'ê têkildarî malbata hewlêrî raporek parve kir
15:46 Karakoç û Ocak li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:26 HPG’ê êrişa li Balafirgeha Leşkerî ya Amedê girt ser xwe
14:54 Polisan xwest bi ser mala Demîrbaş de bigirin
14:46 Mudaxaleyî şewata li Cûdî nakin
14:31 Serdana malbata Ocalan kirin
14:31 Soylû giliyê Hadî û Suleyman Ozişik kir