Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin

  • rojane
  • 09:00 19 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Nivîskar Tamer Çîlîngîr, diyar kir ku di Qirkirina Rûmên Pontûsê de 353 hezar rûm hatine kuştin û ji bo mibadeleya bi Yûnanîstanê re jî got: "Ên çûn dewletê û çeteyên girêdayî dewletê dest danîn ser mal û milkên wan. Ên mayî jî bi litfa 'misilman' û 'tirk'bûyînê hatin efûkirin." 
 
Li gel ermenî û suryaniyan, gelek rûm jî hatine qirkirin. Lê belê kes pir behsa wan nake. Li gor dîrokzan Konstantînos Fotîatîs, di navbera 1914-1921'ê de li Amasya, Samsûn û Gîresûnê 134 hezar, li Nîksarê 27 hezar û 2016, li Trabzonê 38 hezar û 434, li Tokatê 64 hezar û 582, li Maçkayê 17 hezar û 479, li Şebînkarahîsarê 21 hezar û 448 rûm hatine kuştin. Tevî 50 hezar rûmên di rêya mibadeleyê de jiyana xwe ji dest dane, bi giştî 353 hezar pontûsî hatine qirkirin. Li gor Fotîadîs, derbeya herî giran a qirkirina di 1914'an de dest pê kiriye, di 19'ê Gulana 1919'an de pêk hatiye. 
 
ÇÎROKA ŞERÊ RIZGARIYÊ
 
Nivîskarê rûm Tamer Çîlîngîr, anî ziman ku çîroka "Şerê Rizgariyê" ya bi salan e li dibistanan tê xwendin, di Nûtûka Mûstafa Kemal de baş hatiye vegotin. Tamer gotina Mûstafa Kemal a di Nûtûkê de bibîr xist ku dibêje "Tepisandina îsyanên dahilî, helbet ji tewqîfkirina taarûza yewnanan muhîmtir " û got: "Dibêje, ji rawestandina taarûza yewnanan girîngtir e. Di heman demê de eskerên îngilîz li Stenbolê, eskerên îtaliyan li Antalyayê, eskerên fransiyan li Riha û Mereşê ne û artêşa yewnanan jî hatiye Afyonê. Bi biryarên Mutarekeya Mondrosê, artêşa osmanî hatiye belavkirin. Lê belê bi Qolordûya 3'yan ku çekên xwe radest nekirine û bi çeteyan rêxistinbûyîneke eskerî tê kirin. Aliyên serketî yên şer ne li ber Qolorûduya 3'yan û ne jî li ber artêşa nû radibin." 
 
QADA XEBATÊ YA ARTÊŞÊ 
 
Çîlîngîr, destnîşan kir ku li dika dîrokê etaba ewil a lîstikê, bi Qirkirina Ermeniyan a 1915'an de dest pê kiriye û etaba duyem jî "Qirkirina Rûmên Pontûsê" û "ragihandina Komara Tirkiyeyê" ye. Çîlîngîr got: "Armanca eskerên îngilîz, îtalî û fransiyan ên li axa osmaniyan, ne ku bi temamî bimînin. Armanca wan piştgiriyê bidin dewleta nû, Tirkiyeyê." 
 
Çîlîngîr, diyar kir ku qada xebatê û qerergeha Artêşa Navendî ya di 9'ê Kanûna 1920'î de hatiye avakirin, ne Antalya, ne Afyon e, qada wê ya xebatê Pontûs e." 
 
Çîlîngîr, bilêv kir ku Nûrettîn Paşa tayinî serê Artêşa Navendî hatiye kirin û erka di dest wî de jî "selahiyeta fermandariya artêşê ye di dema seferê de." Çîlîngîr got: "Selahiyeta fermandariya artêşê, tê wateya erkeke bêdawî. Qanûn jî, dadgeh jî, dozger jî, dadger jî ew bi xwe ye. Lê divê bê fêmkirin tiştên li Pontûsê kiriye, bi fermana kesên ku ev erk dane wî kiriye." 
 
ÊRÎŞ ZÊDE BÛN
 
Çîlîngîr, anî ziman ku piştî Mustafa Kemal û hevalên xwe çûne Samsûnê û hevdîtin bi reîsên çeteyan re kirine êrîşên li ser Rûman zêde bûne û ev çete piştî Şerê Balkanê, li Behra Reş jî heman tişt kirine. Çîlîngîr got: "Êrîş birin gundên rûman. Rûm, bêparastin bûn. Talan, xerakirin û şewitandin, tahdeya li jin û zarokên rûman..." 
 
ÇETE HATIN XELATKIRIN 
 
Çîlîngîr, anî ziman ku çete bi her awayî bûne xwedî îmtiyaz û çi sûc bikirina jî ji dêvla cezakirinê, dihatin xelatkirin. Çîlîngîr got: "Ev çeteyên li dijî rûman hatin avakirin, tenê ne gundên rûman, dilê wan ku bixwesta êrîş dibirin wir. Êrîş dibirin ser gundên misilmanan jî. Dest datanîn ser mal û milkên gundiyan, dest dirêjî keçên ciwan dikirin, dikuştin." 
 
353 HEZAR PONTÛSΠ
 
Çîlîngîr ku got "Artêşa Navendî û çeteyên bi fermana Mûstafa Kemal hatine organîzekirin, 353 hezar rûmên pontûsî kuştine" û got: "Li gundên partîzanênn ku berê xwe dan çiyê candarek jî sax nehiştin. Berxwedêr, di şikeftan de, di dêr û qazanên keştiyan de bi saxî hatin şewitandin. Gundek jî nehiştin. Tu robarek nema bi xwîna rûmmên pontûsî sor nebû. Robarên Behra Reş hemû bi salan sor herikîn. Di sala 1923'yan de bi Yûnanîstanê re peymana mibadeleyê hat îmzekirin. Bi vê peymanê re rûmên xirîstiyan sirgûnî Yûnanîstanê hatin kirin. Ev hejmar bi giştî milyon û 250 hezar bû. Ji vana nêzî 200 hezar jê ji Pontûsê bûn. Ên çûn dewletê û çeteyên girêdayî dewletê dest danîn ser mal û milkên wan. Ên mayî jî bi litfa 'misilman' û 'tirk'bûyînê hatin efûkirin." 
 
MA / Kadîr Guney  

Sernavên din

20/05/2021
09:00 Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bê şikandin dê operasyonan jî bi dawî bibin
09:00 Di 11 salan de tenê qurîşek li prîma piştgiriya çayê zêde kirin
09:00 Bendav nahêle masîpank zêde bibin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê
19/05/2021
21:40 233 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 OHD û ÎHD'ê têkildarî malbata hewlêrî raporek parve kir
15:46 Karakoç û Ocak li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:26 HPG’ê êrişa li Balafirgeha Leşkerî ya Amedê girt ser xwe
14:54 Polisan xwest bi ser mala Demîrbaş de bigirin
14:46 Mudaxaleyî şewata li Cûdî nakin
14:31 Serdana malbata Ocalan kirin
14:31 Soylû giliyê Hadî û Suleyman Ozişik kir
14:08 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:46 Gotina “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” bi bîra Soylû xist
13:43 Şandeyek ji Dêrik û Şemrexê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:42 EMEP’ê ji ber ‘Doza Kobanê’ seredana HDP’ê kir
12:47 Soylû got ‘Min di Hezîranê de hevdîtin kir’, wêneyên wan di Îlonê de derket
12:34 Walitiyê li Wanê qedexeya çalakiyan dîsa dirêj kir
11:58 Malbata Şenyaşar: Dema edaletê tuneye
11:58 Piştî teqîna li Amedê dengê balafirên şer qût bû
11:17 Ji meclîsên jinan xebata têkoşîna nû: Dê li her derî me pêşberî xwe bibînin
10:34 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê dîsa bû hedefa êrişê: 5 sal berê jî F-16 hatibû xistin
10:33 Ji ber hişkesaliyê ne xêr û bêr ne jî qalîte heye
09:57 Li Stenbolê herî kêm 7 endamên Partîzanê hatin binçavkirin
09:47 Di doznameya Hevseroka MEBYA-DER’ê de her tiştî kirine sûc
09:02 Esnafên li Wanê bertek nîşanî ‘helalbûnê’ dan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 174'emîn de berdewam dike
09:01 Civaknas Bariş: Armanca operasyonê Şengal û Rojava ne
09:01 Alcan: Heya tecrîd neyê çareserkirin dê welat demokratîk nebe
09:01 Nesrîn Nas: Xizaniya jinê xizaniya welêt e
09:00 Kurtanker sinheta xwe bi çêkirina tiştên xeml û xişirî didomînin
09:00 Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin
09:00 Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'AN
08:56 Polîsan Hevseroka MEBYA-DER a Wanê binçav kirin
01:05 Li Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê teqîneke mezin
18/05/2021
20:13 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin, 11 hezar û 937 kesên din jî pê ketin
19:08 Dadgehê danişîna Doza Kobaniyê taloqî 20'ê Gulanê kir
17:12 Ji Demîrtaş daxwaza reda dadgerî: Şandeya dadgehê bi taybet hatiye wezîfedarkirin
16:52 DÎSK’ê seredana malbata Şenyaşar kir
16:15 Turkdogan: Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê
16:14 Ji HPG’ê daxuyaniya ji bo Nuredîn Sofî
15:41 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne
15:29 Li Rezanê cenazeyê kesekî hat dîtin
14:53 Sancar: Înkarkirina kurdan wê rûxandina wan bîne
14:50 Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixê dadger rûniştine
14:28 Jinan careke din banga ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ kirin
14:11 ‘Doza Kobanê êrişa li dijî jinan e’
13:52 Li Mereşê jinek hat kuştin
13:48 Ji ÎHD’ê rapora Herêma Egeyê: 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne
13:39 Ûsta ya AKP’î serkeftin ji dadgerê Doza Kobanê re xwest
13:36 Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve