HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî

  • rojane
  • 12:13 18 Gulan 2021
  • |
img
ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar kir ku şoreşgerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane ji şoreşgeran re mîrateyeke xûrt hiştine û wiha got: “Rihê wan yê şoreşger bangkirina bilindkirina têkoşînê dike.”
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî yek ji qadroyê pêşeng ê PKK’ê Hakî Karer, yek ji rêberê nifşê 68’an û damezrînerê Partiya Komînîst a Tirkiyeyê -Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya ku HDP’ê ya ji bo kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
 
“Pêşengên şoreş û demokrasiyê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karker, lehengên çalakiya agirê çaran û berxwederên Nûrhaqê ji bo ev xaka ku pêşengiya şaristaniyê kiriye azad bibe û ji bo biharê ji gelan re bînin têdikoşiyan û di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan.
 
HIŞMENDIYA TARÎ JI PÊŞEROJEKE AZAD DITIRSE
 
Îbrahîm Kaypakkaya ji ber ku ser dida lê qet sir nedida û tu car ji mengiya azadiyê paş ve gav nediavêt di 18’ê Gulana 1973’an de bi îşkenceyên giran hate qetilkirin. Lê ew bi helwest û berxwedana xwe ya bêhempa îro jî riya  têkoşerên azadî û wekheviyê ronî dike. Peyhatiyên zîhniyeta ku li Kaypakkaya îşkence kir û wî qetil kir îro jî şer û xizaniyê wekî qederekî dispêre gelan û li ser kedxwarî û xwinxwariyê desthilatiya xwe didomînin.
Ev hişmendiya reştarî herî pir ji têkoşîna hevpar a gelan a di riya avakirina pêşerojeke wekhev û azad ditirsin. Di 18’ê Gulana 1977’an de, bi qetilkirina Hakî Karer ya di encama komployekî de, xwestin ku tevgera şoreşê ya Tirkiyeyê û tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji hev veqetînin û hevkarî û hevgirtina wan bişikênin.
 
MÎRATEYA TÊKOŞÎNA BÊHEMPA
 
Agirê ku Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner li dijî hovitiya 12’ê Îlonê li zindana Amedê pêxistin wekî çalakiya çaran kete dîrokê û di têkoşîna azadiyê de bûn meşaleyên nevemirî. Herwiha bi sedan cangoriyên azadiyê di meha Gulanê de ji nav me koç kirin û wê axa ku ji bo biharê jê re bînin têdikoşiyan hembêz kirin. Di meha Gulanê de me gelek kesên ku tu car cîhên wan tije nabin winda kirin, lê meha Gulanê di heman demê de mîrateya têkoşîna bê hempa ya hatiye hiştine û xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Li dijî êrîşên faşizan kevneşopiya berxwedanê jî didome. Ev zext û zordarî îro bi destê AKP’ê bi awayekî bênavberî tê meşandin. Lê ew kesên ku ji dîlgirtina siyasetmedaran, ji tayînkirina qeyûman û ji polîtikayên tasfiyeyê serkeftinekî hêvî dikin duh jî têk çûn niha jî têk diçin û wê tu carî bi ser nekevin.
 
EM Ê ARMANC Û XEYALÊN WAN PÊK BÎNIN
 
Ruhê Kaypakkaya, Hakî Karer, Sînan Cemgîl, Denîz û ruhên lehengên çalakiya agirê çaran bang li me dike da ku em xeta têkoşînê bilindtir bikin û dawî li vê pergala faşizan bînin. Xwedî lêderketina mîrate û armancên wan cangoriyan, mezinkirina têkoşînê û bi dest xistina azadî , wekhevî û demokrasîyê ye. Em, di serî de têkoşerên ku di meha Gulanê de jiyanên xwe ji dest dane, hemû congoriyên azadî û wekheviyê bi rêzdarî û bi minnet bi bîr tînin. Em ji wan pêşengên şoreşê re soza xwe dubare dikin; em ê armanc û xeyalên wan pêk bînin.”
 

Sernavên din

20/05/2021
09:00 Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bê şikandin dê operasyonan jî bi dawî bibin
09:00 Di 11 salan de tenê qurîşek li prîma piştgiriya çayê zêde kirin
09:00 Bendav nahêle masîpank zêde bibin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê
19/05/2021
21:40 233 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 OHD û ÎHD'ê têkildarî malbata hewlêrî raporek parve kir
15:46 Karakoç û Ocak li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:26 HPG’ê êrişa li Balafirgeha Leşkerî ya Amedê girt ser xwe
14:54 Polisan xwest bi ser mala Demîrbaş de bigirin
14:46 Mudaxaleyî şewata li Cûdî nakin
14:31 Serdana malbata Ocalan kirin
14:31 Soylû giliyê Hadî û Suleyman Ozişik kir
14:08 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:46 Gotina “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” bi bîra Soylû xist
13:43 Şandeyek ji Dêrik û Şemrexê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:42 EMEP’ê ji ber ‘Doza Kobanê’ seredana HDP’ê kir
12:47 Soylû got ‘Min di Hezîranê de hevdîtin kir’, wêneyên wan di Îlonê de derket
12:34 Walitiyê li Wanê qedexeya çalakiyan dîsa dirêj kir
11:58 Malbata Şenyaşar: Dema edaletê tuneye
11:58 Piştî teqîna li Amedê dengê balafirên şer qût bû
11:17 Ji meclîsên jinan xebata têkoşîna nû: Dê li her derî me pêşberî xwe bibînin
10:34 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê dîsa bû hedefa êrişê: 5 sal berê jî F-16 hatibû xistin
10:33 Ji ber hişkesaliyê ne xêr û bêr ne jî qalîte heye
09:57 Li Stenbolê herî kêm 7 endamên Partîzanê hatin binçavkirin
09:47 Di doznameya Hevseroka MEBYA-DER’ê de her tiştî kirine sûc
09:02 Esnafên li Wanê bertek nîşanî ‘helalbûnê’ dan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 174'emîn de berdewam dike
09:01 Civaknas Bariş: Armanca operasyonê Şengal û Rojava ne
09:01 Alcan: Heya tecrîd neyê çareserkirin dê welat demokratîk nebe
09:01 Nesrîn Nas: Xizaniya jinê xizaniya welêt e
09:00 Kurtanker sinheta xwe bi çêkirina tiştên xeml û xişirî didomînin
09:00 Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin
09:00 Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'AN
08:56 Polîsan Hevseroka MEBYA-DER a Wanê binçav kirin
01:05 Li Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê teqîneke mezin
18/05/2021
20:13 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin, 11 hezar û 937 kesên din jî pê ketin
19:08 Dadgehê danişîna Doza Kobaniyê taloqî 20'ê Gulanê kir
17:12 Ji Demîrtaş daxwaza reda dadgerî: Şandeya dadgehê bi taybet hatiye wezîfedarkirin
16:52 DÎSK’ê seredana malbata Şenyaşar kir
16:15 Turkdogan: Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê
16:14 Ji HPG’ê daxuyaniya ji bo Nuredîn Sofî
15:41 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne
15:29 Li Rezanê cenazeyê kesekî hat dîtin
14:53 Sancar: Înkarkirina kurdan wê rûxandina wan bîne
14:50 Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixê dadger rûniştine
14:28 Jinan careke din banga ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ kirin
14:11 ‘Doza Kobanê êrişa li dijî jinan e’
13:52 Li Mereşê jinek hat kuştin
13:48 Ji ÎHD’ê rapora Herêma Egeyê: 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne
13:39 Ûsta ya AKP’î serkeftin ji dadgerê Doza Kobanê re xwest
13:36 Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve