Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike

  • rojane
  • 09:02 18 Gulan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dewrgirtina koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan destpêkirin, ket roja 173'an. Çalakiya li Mexmûrê di roja 152’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 135’emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 35'emîn di roja 173'yemîn de berdewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 152’YEMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 152’yemîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 135'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 135'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 1’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

20/05/2021
09:00 Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bê şikandin dê operasyonan jî bi dawî bibin
09:00 Di 11 salan de tenê qurîşek li prîma piştgiriya çayê zêde kirin
09:00 Bendav nahêle masîpank zêde bibin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2021'Ê
19/05/2021
21:40 233 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 OHD û ÎHD'ê têkildarî malbata hewlêrî raporek parve kir
15:46 Karakoç û Ocak li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:26 HPG’ê êrişa li Balafirgeha Leşkerî ya Amedê girt ser xwe
14:54 Polisan xwest bi ser mala Demîrbaş de bigirin
14:46 Mudaxaleyî şewata li Cûdî nakin
14:31 Serdana malbata Ocalan kirin
14:31 Soylû giliyê Hadî û Suleyman Ozişik kir
14:08 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:46 Gotina “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” bi bîra Soylû xist
13:43 Şandeyek ji Dêrik û Şemrexê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:42 EMEP’ê ji ber ‘Doza Kobanê’ seredana HDP’ê kir
12:47 Soylû got ‘Min di Hezîranê de hevdîtin kir’, wêneyên wan di Îlonê de derket
12:34 Walitiyê li Wanê qedexeya çalakiyan dîsa dirêj kir
11:58 Malbata Şenyaşar: Dema edaletê tuneye
11:58 Piştî teqîna li Amedê dengê balafirên şer qût bû
11:17 Ji meclîsên jinan xebata têkoşîna nû: Dê li her derî me pêşberî xwe bibînin
10:34 Balafirgeha Leşkerî ya Amedê dîsa bû hedefa êrişê: 5 sal berê jî F-16 hatibû xistin
10:33 Ji ber hişkesaliyê ne xêr û bêr ne jî qalîte heye
09:57 Li Stenbolê herî kêm 7 endamên Partîzanê hatin binçavkirin
09:47 Di doznameya Hevseroka MEBYA-DER’ê de her tiştî kirine sûc
09:02 Esnafên li Wanê bertek nîşanî ‘helalbûnê’ dan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 174'emîn de berdewam dike
09:01 Civaknas Bariş: Armanca operasyonê Şengal û Rojava ne
09:01 Alcan: Heya tecrîd neyê çareserkirin dê welat demokratîk nebe
09:01 Nesrîn Nas: Xizaniya jinê xizaniya welêt e
09:00 Kurtanker sinheta xwe bi çêkirina tiştên xeml û xişirî didomînin
09:00 Nivîskarê rûm Çîlîngîr: Ên ji qirkirinê xelas bûn 'tirkîtî' li wan hat ferzkirin
09:00 Cotkar ji bazirgan û komîsyonvanan nerazî ne
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2021'AN
08:56 Polîsan Hevseroka MEBYA-DER a Wanê binçav kirin
01:05 Li Fermandariya Jetê ya 8'an a Amedê teqîneke mezin
18/05/2021
20:13 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin, 11 hezar û 937 kesên din jî pê ketin
19:08 Dadgehê danişîna Doza Kobaniyê taloqî 20'ê Gulanê kir
17:12 Ji Demîrtaş daxwaza reda dadgerî: Şandeya dadgehê bi taybet hatiye wezîfedarkirin
16:52 DÎSK’ê seredana malbata Şenyaşar kir
16:15 Turkdogan: Divê şandeya dadgehê bikeve Pirtûka Rekoran a Guinessê
16:14 Ji HPG’ê daxuyaniya ji bo Nuredîn Sofî
15:41 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê 10 qat zêde bûne
15:29 Li Rezanê cenazeyê kesekî hat dîtin
14:53 Sancar: Înkarkirina kurdan wê rûxandina wan bîne
14:50 Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser qoltixê dadger rûniştine
14:28 Jinan careke din banga ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ kirin
14:11 ‘Doza Kobanê êrişa li dijî jinan e’
13:52 Li Mereşê jinek hat kuştin
13:48 Ji ÎHD’ê rapora Herêma Egeyê: 5 hezar û 304 binpêkirinên mafan qewimîne
13:39 Ûsta ya AKP’î serkeftin ji dadgerê Doza Kobanê re xwest
13:36 Bersûcê tundî, tecawiz û gefê Oktay G. hat girtin
13:27 Tiryakî yê ku Doza Kobanê dişopîne: Em bi şandeyek taybet re rûbirû ne
13:04 Li Mêrdînê jina 72 salî jî binçav kirine
12:36 Malbata Şenyaşar: Em ê hêviya xwe qût nekin
12:35 Danişîna duyemîn a Doza Kobanê dest pê kir
12:13 HDP’ê şoreşgerên meha gulanê bi bîr anî
12:08 Ebdî: Me bi heyeta Amerîkayê re hevdîtineke çêker kir
12:07 Koklu: Tirkiye bi siyaseta tecrîdê tê birêvebirin
11:34 Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê yê berê hat binçavkirin
11:33 Kujerên şivan li mala serokê MHP’ê hatin binçavkirin
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serî li dozgeriyê dan
11:17 Li Girtîgeha Silîvriyê 3 girtî bi koronayê ketine
11:04 Polîsan destûr neda ku rojnameger doza Kobanê bişopînin
10:31 Li Mersînê mirina bi guman a jinekê
10:23 Polîsan li Amedê welatiyek binçav kir
10:22 Komeleya Rosa ji bo betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê doz vekir
10:02 Esker û polîsan di 6 salên dawî de li Dersîmê 11 welatî kuştin
09:51 Nivîskar Dengizî û du siyasetmedar hatin binçavkirin
09:50 Rêveberê berê yê MÎT’ê Eymur: Di salên 1990’î de ewqas qeşmertî tunebû
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 173'yemîn de berdewam dike
09:02 Derûnnas Aslan: Piştevaniya civakê dê karibe pêşî li xwekuştinê bigire
09:02 Li Mêrsînê daristan tên talankirin
09:02 Desteyên çavdêriyê wekî dadgeran hereket dikin!
09:02 Abeer Abû Khadîr: Têkoşîna rizgariyê ya filistîniyan ji nû ve zîndewer bû
09:02 Kûrtûlan: Berî ku xeberên bi êş bên divê tecrîd bê rakirin
09:01 Îsal berhemên çandiniyê ji sedî 60-70 ket
09:00 ROJAVA 18'Ê GULANA 2021'AN
08:29 2'emîn danişîna doza Kobanê îro dest pê dike
17/05/2021
21:24 223 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:35 Polîsan di 14 salan de 93 zarok kuştin
16:10 Ji bo Enes Cengîz serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan da
15:45 KNK'ê encamnameya konferansa ‘Helwesta Neteweyî' aşkera kir
15:11 Baroya Amedê: Malbat ji ber kurd bû bi êrişê re rûbirû maye
15:02 Êrişên li dijî Fîlîstînê şermezar kirin
14:48 Li navçeya xwedî 400 hezar gelheyî tenê şaxeke PTT’ê xizmet dide
14:35 ÎHD: Divê dewlet têkildarî windayan arşîvên xwe hemûyan veke
14:31 ESHÎD’ê seredana malbata Şenyaşar kir
13:39 ÎHD’ê bernameya Hefteya Windayan aşkera kir
13:23 Gelek esker sewqî Îkîzdereyê hatin kirin
12:02 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:21 Malbata Şenyaşar carek din hat ber edliyeyê
11:19 'Bi bombeyên tên avêtin zarokekê nexweşê SMA’yê dikare bê xelaskirin’
11:04 AKP’iyên qedexeya derve binpêkirin bi hevre wêneyên bîranînê kişandin
10:47 Rojnameya Îngîlîstanê: TSK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye’
10:19 Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 172'yemîn de berdewam dike
09:06 Tevî ku dîmenê tundiyê heye jî, nexweşxaneyê rapora lêdanê neda
09:05 Siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin: Wê dîsa berxwedan û piştevanî bi ser bikeve