Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin

  • rojane
  • 09:06 16 Gulan 2021
  • |
img

WAN - Dayikên 4 zarokan ên beriya cejnê li Wanê hatin girtin bang li rayedaran kirin û gotin: “Hêj ew zarok in, dawî li vê zilmê bînin. Şûna wan ne hefs e, kêleka dayikan e.” 

Yek ji êş û kula herî giran a li Tirkiyê zindanîkirina zarokan e. Zarok li pişt hesinên zengargirtî û ji dayikên xwe dûr in. Bi sedan zarok li zindanan tên ragirtin  û cejnek din jî bê dayik û malbatên xwe derbas kirin. Li gorî daneyên Midûriyeta Girtîgehan a Giştî ji 5’ê çileya 2021’an ve hezar û 170 zarokên temenê wan di navbera 12-18’an de girtî ne û 426 zarokên hikumxwar hene. Di cejna Remezanê de 4 zarokên din jî li van zarokan zindanan zêde bûn. 
 
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zarokên bi navê B. Oklu (17), D. Suer (16), Î. Oklu (16) ve B. Atsiz (16) bi îdiaya ku kevir û fişekên hewayî avêtine polîsan hatin girtin. Dadgehê van zarokan şand Girtîgeha Wanê y Tîpa T. Dayikên van zarokan destnîşan kirin ku cihê zarokan ne zindan in.  
 
‘WÊ ÇAWA DERKEVIN PÊŞBERÎ HIZÛRA XWEDÊ?’
 
Dayika B. Oklu, Saadet Oklu, êşa ku pê re rûbirû maye wih vegot: “Bi lawê min girtin birin. Heke ew dozger û dadger alîgirê edaletê bûna, divê zarokên me negirtina. Wê ev dozger û dadger çawa derkevin pêşberî hizûra Xwedê? Di vê cejnê de kezeba dayikan şewitandin.”
 
Oklu anî ziman ku di roja cejnê de li şûna ew bi zarokên xwe bextewar bûna kula wan kişandine û got: “Zarokên me birin û êdî em wan nabînin. Wan xistine karîntînayê. Ew hêj zarok in, çi dikin li wir? Kezeba me dişewite. Bila dawî li vê zilmê bînin.” 
 
CILÊN XWE YÊ CEJNÊ LI XWE NEKIR
 
Dayika D. Suer, Guler Suer jî destnîşan kir ku kurê wê bi awayek neheq û bêhiqûq hatiye girtin û wiha got: “Lawê min li ser peyarêyê li gel hevalên xwe rûniştîbû, wî binçav kirin e. Em li benda cejnê bûn ku em ê bi kêfxweş cejnê pêşwazî bikin, lê li me veguherî xemgîniyê. Cilên xwe yên cejnê jî li xwe nekir.”
 
‘ÊDÎ BILA CERGÊ DAYIKAN NEŞEWITIN’
 
Dayika Î. Oklu, Zeynep Oklu jî destnîşan kir ku serê sibehê zû polîsan bi ser mala wan de girtiye û polîsan berê çekê xwe dane ser wan û wiha got: “Bi çekan ketin odeya lawê min û berê çeke xwe dane ser. Pişt re lawê min birin derve û li malê geriyan û belawela kirin. Ev zilm e. Êdî bes e. Bila van rojên cejnan cergê dayikan neşewitînin. Ew hêj zarok in. Bila êdî çareserî pêk were. Bila êdî cergê dayikan û bavan neşewitin.”
 
EW KARKER BÛ 
 
Dayika B. Atsiz, Şadiye Atsiz jî da zanîn ku nexweşîna şekir bi lawê wê re heye û hatiye girtin û got: “Wextê polîsan bi ser malê de girt zarokên min tirsiyan. Lawê min xwendekar bû. Ji ber dibistan nîne diçû kar. Serê sibehê li heftan diçe û êvarê li heftan dihat malê. Hatin wî birin û girtin. Bila Xwedê vê qebûl neke. Di cejnê de jî kezeba me şewitandin.” 
 

Sernavên din

17/05/2021
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’