MÊRDÎN – Li navçeya Şemrexê zarokên gundê Dêrgûzê Cejna Zimanê Kurdî bî dîmeke pîroz kirin.
Li gundê Dêrgûzê ya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, gundî hatine gel hev û bi dîmenekî ku amade kiribûn 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Zarok, ciwan û jinên gund strana Aram Tîgran “Bi xeml û rewşe” gotin û hestên xwe yên derbarê kurdî de anîn ziman.