7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin

  • rojane
  • 10:52 15 Gulan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – 7 komeleyên ku xebatên kurdî dikin, bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û xwestin ku ne tenê di rojekê de her rojên salê ziman û çanda kurdî bê pêşxistin. 
 
DEMDER, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesteyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MEDDER), Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (FERATDER), bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Komeleyan, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û pişaftinê yên bi salan e li ser kurdan tên meşandin û daxwaz kirin ku herkes di texma xwe de bi derfetên xwe pêşî li qirkirin û pişaftina çanda kurdî bigire. 
 
DÎROKA 15’Ê GULANÊ
 
Tevahiya daxuyaniya hevpar a komeleyan wiha ye:
 
“Yek ji pêşeng û zimanzanê kurd Celadet Alî Bedirxan û hevrêyên wî di 15’ê Gulana 1932’an de bi tîpên latînî kovara Hawarê derxistin. Hejmara yekemîn bi nivîsa; “Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn wê ji me re rêya felatê veke. Yên ku felatê pêk bînin dikarin xwe bidin nasîn jî. Wê Hawara me pêşketina kurdî jî bi xwe re bîne” hate weşandin. 89 sal beriya niha deng û hawara gelê kurd kovara Hawarê hate bihîstin. Ji 2006’an ve 15’ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî li her derê bi coş tê pîrozkirin.
 
BÊDENGÎ NE TIŞTEKÎ JI RÊZÊ YE
 
Ji bo mirov rastiya gelê kurd û qirkirina li ser kurdan tê meşandin baş fêm bike divê li dirokê binêre. Wekî tê zanîn gelê kurd yek ji gelên herî qedîm ê Kevana Zerîn e. Ne tenê gelê qedîm e, di heman demê de yek ji pêşengê afirînerê berhemên civakê bi xwe ye. Di hemû geşedan û pêşketinên civakî de keda gelê kurd heye û hîn jî bi ked û berxwedana xwe pêşengiya gelên Rojhilata Navîn dike. Ji ber vê yekê pergala dagirker û êrîşker bi hezaran sal in li ser gelê kurd qirkirineke dermirovahî dimeşîne. Hewl dide ku di şexsê gelê kurd de hemû destkeftiyên civakî ji holê rake. Ji ber vê yekê li ber çavên dinyayê bi awayekî aşkere vê hovitiyê li ser gelê kurd dimeşîne û dinya dengê xwe ji van hovan re dernaxe. Ev qirkirin û bêdengî ne tiştekî ji rêzê ne. Divê em ji rêze nêzîkî vê pişaftin û qirkirinê nebin. Heke em wisa nêzik bibin em ê xwe bixapînin.
 
XWEDÎ LI BEDENA XWE DERKEVE!
 
Beriya her tiştî di vê em ji XWE dest pê bikin. Em çiqasî bi zanebûn an jî ji nezanî xizmetê ji ve pişaftinê re dikin. Yan jî ji bo vala derxistina vê pişaftinê em çiqasî li ber xwe didin. Wexta ku em li XWE binêrin, wê demê em ê baş bibînin ku bê em li ku dera vê pişaftinê ne, yan jî çiqasî li hemberî wê têdikoşin. Heta ku em rol û rista xwe ya di vê girkirin û pişaftinê de nebînin, em nikarin bi rê û rêbazên di cih de li ber xwe bidin. Ji bo vé jî divê her kes pirsa “Ez ji bo ziman û çanda xwe çi dikim? “ li xwe bike. Yên ku îro xwedî li ziman û çanda xwe dernekeve nikare xwedî li XWE jî derkeve. Ji bo wê jî divê li her derê bi hişmendiya “Ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e, xwedî li bedena xwe derkeve” li hemberî girkirin û pişaftina kurdi dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin. Divê em vê yekê jî baş zanibin ku hebe em xwedî li ziman û çanda xwe dernekevin tu kes nayê xwedî li ziman û çanda me dernakeve.
 
HER MAL BIBE DIBISTAN
 
Li gorî sed sal berê îro derfetên ku em karibin pêşiya qirkirin û çanda kurdî bigirin gelek in. Em îro ji berê bêhtir rêxistinkirîne û xwedî hêz in. Werin ewilî em ji xwe dest pê bikin. Ne tenê rojekê her kêliyê jiyanê kurdî, heta jiyana me bibe kurdî. Em bi kurdî bifikirin, xewnên xwe bi kurdî bibînin. Bajarên em lê dijîn bikin bajarên kurdewar, yên ji derve werin bila zanibin ku ew hatine bajarên kurdan. Her kes malên xwe bikin dibistaneke kurdî. Bi kurtasi em bi kurdi bijîn. Berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku pêwîst e ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, bijîn, pêş bixin.
 
BANGA XWEDÎ DERKETINÊ
 
Li ser vê bingehê em careke din ev roja watedar a Cejna Zimanê Kurdî de serî de li hemû berxwedêrên di vê rêyê de bedel dane û li ber xwe didin, li hemû gelê kurd û her kesê dilê wan bi kurdî lê didin pîroz dikin. Her wiha bang dikin ku ne tenê di vê rojê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda kurdî pêş bixin û em ê teqez bi ser bikevin.
 
Bila sedsala 21 emîn bibe sedsala zimanê kurdî”
                                                                                                                                                     
 

Sernavên din

17/05/2021
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’