Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê

  • rojane
  • 09:03 14 Gulan 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Resûl Demîr ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hat berdan, anî ziman ku li "odeya biqefes" dihatin ragirtin, li odeyên 3 kesî 6 kes diman, girtiyên odeyên wan dihatin guherandin bi erdê ve dihatin kaşkirin û girtiyên binpêkirinên mafan radigihandin û ketine greva birçîbûnê diketin ber lêpirsînan. 
 
Resûl Demîr ê 24 salî ku di sala 2019'an de li Mêrsînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û piştî salekê hatibû berdan, anî ziman ku gava ji bo gerê çûye Edîrneyê li navçeya Ûzûnkopru ya Edîrneyê tevî hevalên xwe cardin hatiye binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Ûzûnkopruyê polîsan lê xistiye û heqaret lê kirine. Demîr, diyar kir ku piştî rojeke di binçavan de, bi heman îdiayê cardin hatiye girtin û wî xistine Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. 
 
ODEYA BIQEFES! 
 
Demîr ku piştî 6 meh û nîvan di 30'yê Nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê derket, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir.
 
Demîr, diyar kir ku gava wî birine girtîgehê, li têketina girtîgehê "lêgerîna tazî" lê hatiye ferzkirin û ji ber ku li ber vê rabûye gardiyanan lêxistiye. Demîr, anî ziman ku piştî lêxistinê wî xistine odeya ku jê re dibêjin "odeya biqefes" û got: "Gere 14 rojan li vir di karantînayê de bimama, lê çendî ku 3 caran muhletê me qediya jî me ji hucreyê dernexistin. Gava em li ber vê rabûn, gotin 'Em we ji vir dernaxin, cihê we odeyên biqefes e.'" 
 
BI ERDÊ VE KAŞ KIRIN 
 
Demîr, diyar kir ku piştî 36 rojan ji cihê karantînayê derketine. Demîr, da zanîn ku li girtîgehê li odeyên 3 kesî 6 kes diman û ji ber ku li odeyê tenê 3 renze hebûn sê kesên din li erdê radizan. Demîr got: "Me renze xwest, lê ne bersiv dan ne jî renze. Di dema pandemiyê de em mehkûmî razana li erdê kirin. Car carinan odeyên me diguherandin. Me digot, 'çima hûn diguherînin?' digotin, 'Dilê me wisa dixwaze lewma.' Hevalên me bi erdê ve kaş dikirin û bi zorê ew dibirin odeyên din. Bi vî awayî milê hevalê me Mûrat Kiliç şikandin. Me birin nexweşxaneyê, me rapor xwest lê nedan." 
 
LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ 
 
Demîr, destnîşan kir ku hemû daxwazên wan ên di warê binpêkirinên mafan de bêbersiv mane û ji ber ku derbarê binpêkirinên mafan de daxwazname û name nivîsîne ketine ber lêpirsînên dîsîplînê. Her wiha Demîr, da zanîn ku ji ber çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê jî derbarê girtiyan de lêpirsîn hatine destpêkirin. 
 
BANGAWAZΠ
 
Demîr, destnîşan kir ku li girtîgehê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene û got: "Ji bo ev heval biçin revîrê me daxwazname nivîsîn, lê hevalên me ne birin revîrê ne jî sewqî nexweşxaneyê kirin. Hevalê me girtiyê nexweş Hadî Yalçin, bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê pêkanînine bêhiqûqî hene. Tecrîda li ser tecrîdê heye. Girtî ji bo dengê xwe ragihînin ketin greva birçîbûnê. Divê raya giştî hesastir be. Divê rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl demildest tevbigerin." 
 
Têkildarî van îdiayan me telefonî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kir. Rayedarekî girtîgehê bilêv kir ku ji ber betlaneya cejnê kes li girtîgehê tune ye û dê paşê derbarê îdiayan de biaxivin. 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

17/05/2021
09:02 Dersim Dag: Wê feqîrî dawiya îqtidarê bîne
09:01 'Dixwazin bi vê dozê ruhê Kobanê tune bikin'
09:01 Mexdûrê îşkenceyê girtî ne, yên îşkence kirin li derve ne
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2021'AN
16/05/2021
22:10 Hat îdiakirin ku cerdevan 'bêhemdî' xwe kuştiye
21:57 Çalakiya li dijî kana keviran hat qedexekirin
21:00 223 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:30 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin
20:19 Zaroka ku bi êrişa kuçikan re rûbirû ma mir
16:36 Ambargoya avê ya Tirkiyeyê didome
16:26 Pasdarên Îranê kolberekî qetil kirin
15:54 Hejmar kesên li Gazzeyê jiyana xwe ji dest dan derket 174'an
15:00 Li Siwêregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:50 Di qezaya trafîqê de kesek mir û kesek jî birîndar bû
14:44 Li Rihayê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:00 Li Îranê 40 jinan serlêdana namzetiya serokkomariyê kirin
13:38 Yuksekdag: Her ku ji mere bêjin qatîl dê winda bikin
13:16 Walîtiyê îşkenceyê bi ‘mudaxaleya qanûnî’ parast
12:46 Parlamenterên CHP’ê pankarta ‘128 milyar dolar kudere?’ bi Pira Bogazîçî ve kirin
12:38 Li Amedê kesekî kuştî hat dîtin
12:16 Pirsa ‘Roj ji bo we tê çi wateyê?’ kirin nîşaneya “rewşa baş’
11:36 Ji Wezareta Karên Hundir giştînameya ‘Asayîbûna Ast bi Ast’
10:57 Malbata Şenyaşar: Bila kes ji me helalkirinê naxwaze
09:55 Şewata ku li çiyayê Cudî derket hat vemirandin
09:28 Koma 35'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:06 Xelk bi xweşî û ew jî bi êş û kul cejnê pêşwazî dikin
09:04 Karkerên malan ji ber şewbê terkî qedera xwe hatine kirin
09:04 Jin bibiryar in: Em ê îtaet nekin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2021'AN
15/05/2021
21:51 Biden bi Netanyahu û Abbas re hevdîtin pêk anî
21:20 Baroya Mêrdînê, Komîsyona Mafên Çandî û Zimanî damezrand
21:02 Rêveberên HDP'ê serbest hatin berdan
20:48 236 kesên din jî ji ber Kovîd-19'ê mirin
20:36 Sancar: Feqîrî pirsgirêkek hevpar a Tirkiyê ye
20:17 Baroya Êlihê: Tundiya polîsan nayê qebûlkirin
17:12 Gundiyan bi dîmen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin
16:24 Polisan rêveberê HDP’a ji ber daleqandina pankarta greva birçîbûnê binçav kirin
16:09 İHD: Bila girtiyê nexweş Ekîm Polat tehliye bibe
15:28 ÎHD: Girtiyê nexweş Aladag terkî mirinê kirin
15:12 Li Wanê ceyranê bi karkerekî girt
15:02 Li quntarên Çiyayê Cudî şewat derket
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’