Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin

  • rojane
  • 09:00 12 Gulan 2021
  • |
img

MANÎSA - Malbatan diyar kir ku di ser Komkujiya Somayê re 7 sal derbas bûn, lê hê jî edalet pêk nehatiye û dê têkoşîna wan a di vî warî de bidome. Malbatan got: "Edalet îro pêk neyê, dê sibê pêk bê. Em ê nehêlin ku me hêvîşikestî bikin." 

Di 13'ê Gulana 2014'an de li navçeya Soma ya Manîsayê komkujiyek çêbûbû û 301 madenvan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser vê komkujiyê re 7 sal derbas bûn, lê hê jî edalet pêk nehatiye. Kesên xizmên wan di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, 7 sal in ji bo edaletê têdikoşin. 
 
Malbatên ku di bin banê Komeleya Alîkariyê ya Civakî ya 301 Madenvanan a Somayê de xwe birêxistin kirine, her sal di salvegera komkujiyê de mîtînga "Edalet ji bo Somayê" li dar dixin. Îsal dê ji ber şewba Covîd-19'ê mîtîngê li dar nexin, lê belê dê biçin ser gorên xizmên xwe û wan bibîr bînin. 
 
EDALET LI DÎWÊR HILAWISTÎ MA 
 
Serokê Komeleya Alîkariya Civakî ya 301 Madenvanan a Somayê Îsmaîl Çolak ku kurê wî Çolak jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê êşa malbatan girantir dike. Çolak, bilêv kir ku ji destpêkê ve darizandineke adil çênebûye û got: "Em bawer nakin ku edaletê pêk bînin." 
 
Çolak, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di dozên komkujiyên girseyî de pêvajoyeke bêedalet rû dide û got: "Tenê ne ji bo Somayê. Ermenek, 10'ê Cotmehê, qezaya trênê ya Çorlûyê... Di kîjanê de edalet pêk hatiye? Ev der welateke ku guh li biryarên AYM'ê nake. Dadgehên herêmî, îqtidara siyasî li gor dilê xwe didarizînin. 6 roj cezayê kujerên zarokên me jî ji bo wan cezayekî giran bû! Edalet, li dîwarê dadgehê hilawistî ma." 
 
Çolak, destnîşan kir ku çendî polîtîkayên bêcezatiyê hebin û pehîn bên avêtin jî, dê malbatên windayan dev ji doza xwe ya ji bo edaletê bernedin û got: "Edalet îro pêk neyê, dê sibê pêk bê. Em ê nehêlin ku me hêvîşiketî bikin."
 
AGIRÊ MADENÊ AVÊT BEDENA ME JΠ
 
Naciye Kaya ku hevjînê wê Mûstafa Kaya jî li Somayê jiyana xwe ji dest daye, di sala 2007'an de birayê wê jî li kana madenê a Sokeyê jiyana xwe ji dest daye. Kaya, anî ziman ku li Sokeyê edalet pêk nehatiye û patron serbest hatiye berdan û wer xuya ye dê di doza Komkujiya Somayê de jî edalet pêk neyê. 
 
Kaya, bilêv kir ku beriya komkujiyê li madenê hevjînê wê ji ber gazan tim jehrî bûye û jê re gotiye "me nikaribû rahêje komirê, dişewitî" û got: "Gava ji şef re dibêjin, şef derî rê wan dide. Ji xeynî hevjînê min madenvanên din jî ji wan re dibêjin. Agirê madenê avêt bedena me jî. Du zarokên min êtim man."
 
Kaya, anî ziman ku ji malbata wê du kes di kanên madenan de jiyana xwe ji dest dane, lê belê hê jî birayên wê di madenan de dixebitin û got: "Ji lew re karek nehiştine. Çandinî, sewalvanî nehiştin. Meaşê fabrîkeyan pir hindik e. Ji bo zengîn bêtir zengîn bibin, tu rêyek ji me re nehiştine. Heger birayên min danekevin madenê dê birçî bimînin. Em mehkûmî madenan hatine kirin." 
 
JI BO XIZANAN EDALET TUNE YE 
 
Kaya ku got "Li vî welatî ji bo xizanan edalet tune ye" got: "Gava yek ji min re behsa edaletê dike, dikenim. Ji lew re edalet ji bo me tune ye. Ên diviyabû edaletê pêk bînin, li ber mirina 301 mirovî xwe li nedîtinê danîn û sûcdaran ceza nakin. Nehiştin her yek ji wan 6 roj ceza jî li wan bê birîn." 
 
Kaya, bilêv kir ku ji bo ku hew kes biêşe hemû danişînan dişopîne û dê ji niha û pê de jî bişopîne. Kaya, destnîşan kir ku heger cezayên giran neyên birîn dê komkujiyên bi vî rengî tim çêbibin. 
 
ZÛ YAN DERENG DÊ BÊN CEZAKIRIN 
 
Gulten Kavas ku hevjînê wê Alî Kavas di madenê de jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku 7 sal derbas bûne lê belê hîn jî êşa wan wekî roja berê ye. Kavas got: "Em tenê doza edaletê dikin. Cezane wekî xelatan dan wan. Can Gurkan neanîn dadgehê jî. Her roj êşa me girnatir dikin. Lê dê ji wan re nemîne. Bawer dikim ku zû yan dereng dê bên cezakirin." 
 
Sîbel Ûçkûn ku hevjînê wê Hakan Ûçkûn di madenê de jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku tevî pitika xwe ya 7 mehî 5 rojan li cenazeyê hevjînê xwe geriyaye û got: "Gava komkujî çêbû kurê min 7 mehî bû. Niha 7 salî ye. Ji xeynî madenvaniyê tu rê li ber me nehiştin. Em feqîr in, em nikarin zarokên xwe bidin xwendin û wan ji belaya madenê xelas bikin. Hevjînê min nexwendibû, ji bêgavî karê madenê kir. Min navê hevjînê xwe li kurê xwe kiriye. Gava Hakan Omer mezin bibe, qethiyen ez ê nehêlim biçe madenê. Kes nehat cezakirin, kan jî negirtin. Edalet tenê ji bo wan heye, ji bo me na." 
 
MA / Sevda Aydin

Sernavên din

14/05/2021
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin
09:04 Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye
09:04 Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN
08:32 Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da
10/05/2021
23:44 Guh li bergiriyên koronayê nekirin, bi konwoyê li nav bajêr geriyan
20:42 282 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin