Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye

img

STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû destnîşan kir ku operasyonên dersînor berdewamiya “Pilana Pelişandinê” ye û got: “Operasyon bi tecrîdkirina birêz Ocalan ve girêdayî ye. Çareserî li Îmraliyê ye.” 

Operasyona dersînorî ya di 23’yê Nîsanê de ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li deverên Metîna, Avaşîn û Zapê yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve hat destpêkirin berdewam dike. Balkêş e ku oprasyonê piştî hevdîtina bi telefonê ya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden dest pê kir. Bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê ya li dijî operasyonê jî berdewam e. Ev hemû berfirehiya konsepta operasyonê dide nîşandan. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû operasyonê nirxand û destnîşan kir ku operasyon û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî ye. 
 
‘BERDEWAMIYA PILANA PELIŞANDINÊ YE’ 
 
Şenoglû anî ziman ku polîtîkayên êrişkar ên îqtidarê ku bi rê ve dibe xwedî dîrokek dûr û dirêj e û wiha got: “Ev rewş ji serdema avakirina komarê tê. Pergala li Tirkiyê xwe dispêre îmhakirin û pişaftina kurdan û lewma 100 sal in didome. Heke em bi rehendên aktûel binêrin ev konsepta êrişkar ji êrişên di sala 2014’an de li Rojava, Şengal, Herêma Kurdistanê xistin dewrê tê heta îro. Ev operason xwe dispêre ‘Pilana Pelişandinê’. Armanca sereke ya rejîma Tirkiyê ew e ku kurd nebin xwedî statûya netewî.” 
 
‘ÊDÎ KURD NE EW KURDÊN BERÊ NE’ 
 
Şenoglû da zanîn ku êrişên li dijî kurdan pêk tên tenê ne bi Tirkiyê ve girêdayî ye û wiha got: “Ev parçeyek konsepta navnetewî ye. Operasyon bi pejirandina Amerîka û Yekîtiya Ewropayê hat destpêkirin. Mesele ev e; ya wê kurd mafên xwe yên dîrokî li Rojhilata Navîn bi dest bixin an jî wê sed salên din jî bi kurdan bidin windakirin. Hevsendiya em têde derbas dibin ewqas tûj e. Bêguman ev îqtidar gelek bi berfirehî van polîtîkayên xwe yên êrişkar fikirî ye û gelek berfireh û kûr bi rê ve dibe. Lê belê êdî ne Rojhilata Navîn ne Rojhilata Navîn a berê ye û ne jî kurd ew kurdên berê ne. Ne jî Tirkiye ew Tirkiyeya berê ye. Ev yek di operasyona dawî ya Garê de hat dîtin. Îqtidar li wir têk çû. Niha jî li ser vê yekê êriş dike. Ev êrişên wiha 40 sal in wiha didomin. Lê tu encamek neda. Berê jî li Zapê operasyonek wiha hatibû destpêkirin lê belê wê çaxê jî bi ser neketibû. Ev operasyon jî wê bi ser nekeve. Çimkî îqtidara AKP2ê û hêzên navnetewî xwe li ser şer û rijandina xwînê xwedî dikin.”
 
‘OPERASYON BI TECRÎDÊ VE GIRÊDAYÎ YE’ 
 
Şenoglû destnîşan kir ku eriş û operasyonên berdewam dikin bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û wiha domand: “Heman tişt dema Ocalan di sala 1999’an de radestî Tirkiyê hat kirin jî qewimîbûn. Polîtîkayên şer ji wan rojan ve heta îro berdewam dike. Em nikarin bêjin ku tu eleqeya vê operasyonê û tecrîda li ser Ocalan bi hev ve nîne. Rabûn û mayîna tecrîda li Îmraliyê di heman demê de çarenûsa van polîtîkayên êrişkar jî diyar dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û ji bo gel di jiyanek wekhev û azad de bijîn, birêz Ocalan hewldanên gelek girîng kiribûn. Me di pêvajoya çareseriyê de viya pir eşkere dît. Paradîgmaya Ocalan ji bo azadiya kurdan û azadkirina Tirkiyê gelek girîng e. Lê îqtidar rabû û piyê xwe li maseya çareseriyê xist û qeliband û pêvajoyê bi dawî kirin. Çimkî pêvajo kêrî karê wan nehat û pişt re polîtîkayên şer û hilweşandinê xistin dewrê.” 
 
‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Şenoglû destnîşan kir ku beşek mezin a civakê dizane ku çareseriya tevahiya pirsgirêkan li Îmraliyê ye û wiha got: “Bi milyonan kurd birêz wek muhatabê siyasî dibîne. Di pêvajoya çareseriyê de dewletê jî birêz Ocalan wek tekane muxatabê resmî yê çarseriya pirsgirêkê ragihandibû. Îro dîsa pêdivî bi vê muxatabiyê heye. Heke îro Tirkiye ji vê aloziyê derkeve û rêya vê were vekirin, divê tecrîd ji holê were rakirin. Bi sepandina tecrîdê re li Tirkiye nikare demokratîk bibe. Em baş dizanin ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin tevahiya civakê xistiye bintecrîdê. Bi rastî jî sepanên tên sepandin carek din viya radixe ber çavan. Çimkî rêya aştiyê aştiyê di Îmraliyê de derbas dibe. Çareserî li Îmraliyê ye.”
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

07/05/2021
13:35 ‘Şertê kontrola’ zilamê tundî li jinan kiribû hat rakirin
13:09 Girtiyê nexweş ê 76 salî hat berdan
13:07 Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin
12:20 Parêzer, malbat û wasiyê Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:19 Berdevka HDP’ê Gunay: Berpirsiyar wê hesap bidin
12:14 ‘Belgeya’ te nebe tu nikarî biçî zozanan!
11:48 Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar
11:37 ‘Li heremê derzî kirin kêm e, kes baweriya xwe bi dewletê naYîne’
11:12 Li Kolombiya di çalakiyên li dijî hikumetê de 380 kes winda bûn
10:23 Beştaş: Dixwazin civakek bê Destûra Bingehin ava bikin
09:04 Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye
09:04 Bayindir: Dê operasyona derveyî sînor AKP-MHP'ê belawela bike
09:04 Kedkarên Tenduristiyê: Tevdîrên heyî ne tevdîrên ji binî de ne
09:04 Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Mexmûr û Lavrioyê: Heya serkeftinê têkoşin
09:04 Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Li Zîlanê bîra civakê tê tunekirin
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 162'yemîn de dewam dike
09:04 Ji bo wê, Roja Dayikan tuneye
09:04 Şenoglû: Operasyona dersînor berdewamiya ‘Pilana Pelişandinê’ ye
09:04 Kizildag a kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Em ê bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'AN
06/05/2021
21:41 304 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 HDP’ê Gezmîş, Înan û Aslan li ser gorên wan ew bi bîr anîn
17:06 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:56 Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir